8 Eylül, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Winda

Selahattîn Çam

Ewrên di çavên Dilsax de giran bûbûn û mîna barana ku bi ser zuxirê embarê bê xwarê; bi ser dêmên wî de dihatin. Wek peykerekî ji kevir çêkirî, di cihê xwe de mabû.

Gulan meha rengîn e. Li seranserê gundê Karazê kulîlkên reng bi reng serê xwe rakiribûn. Endoka Komelê, cehtiriya Sîpanan, nêrgizên Qetînê, gulên Bostanê Biçûk, nefala diyarê gund xweza mîna bûkê xemilandibûn. Bîna gul û kulîlkan aramiyek didan rih û bedena mirov. Şalûl û bilbilan di nav vê xweza xweş a wek bihuştê de, bi şadî û şadewarî dixwendin. Malbata Dilsax jî xwe amade dikir ku ji gund derkevin û malê bibin Zeviya Oto. Lewra di kelekela navarojê de, pez nikare ji gund, heta Çemê Embarê yan jî Çemê Dêrûnê here û bê.

Serê sibê zû mitêl, hûr û mûrê malê, li keran kirin û berê xwe dan warê havînê ku ê herî kêm şeş mehan lê bimana. Keriya pezê malê bi şefaqê re ber bi kepiran ve çûbûn. Ê îro bêriya navarojê li ber kepirê li bin dara şekokê de bihata kirin. Her kes bi kêf û coş bû.

Diya Dilsax, Werdê bi dengekî dilovan bang li delalê xwe kir. Bi rastî jî Werdekê herî zêde ji wî hez dikir. Li ber tenûrê, li riya kaniyê, li bêriyê, di sohbeta ser şihêran de ji heval û dostên xwe re digot: ‘‘ Xwengê, min neh zik zarok anîn; hezkirina min a ji Dilsax re li alîyek, ên dinan hemû li alîyek, ku ez ew qas jê hez dikim.’’

‘‘Rabe, berxikê diya xwe rabe! Delalê min, min nan û rûn, to li ser nan pehn kiriye. Mast jî di tasa çingo de ye. Taştêya xwe bixwe û sawan bibe kepirê. Ez û tu tenê mane; pez û dewar di şefeqa sibê de, tevî koça malê berê xwe dane kepiran.’’ Dilsax çavên xwe firikandin, matî dan xwe, devê wî bi bawişkan vebû û bi dengekî lavakar:

‘‘Dayê! Ez hinek razim; waye hêj mele ezan nexwendiye. Dev ji min berde, ez bîna xwe bidim.’’

‘‘Na, berxê diya xwe! Êdî hema hema roj derdikeve. Hela di pacê re binêre waye rojê zirîqên xwe rişandiye ser deştê.’’ Dilsax mêze kir ku diya wî, wî di nav cî de nasitirîne. Bi bê hemdî rabû, serçavê xwe şûşt û hat rex diya xwe. Werdê bi dengê xwe yê bihezkirî û henûnî:

‘‘Were kurê min, taştêya xwe bixwe û em rabin; tu kar û berxan bibe, ez jî bidim rê herim kepirê. Divê em îro kepirê temam bikin.’’ Li tasa mast, li nan û rûn û toraqê, li nanê ku toyê zer li ser bû, bi awirên tûj nêrî û berê xwe da diya xwe:

‘‘Dayê! Dayê te ji min re xwarineke baş amade nekiriye. Ev hemû yek cureyeke xwarinê ye. Bê sedem negotine:’’ Şîr û mast birayên hev in; vana jî tev jî birayên hev in. Tev ji guhanê bizinê ne:’’ Qet dilê wî nediçû xwarinê, lê ji bo xatirê diya xwe, serê nanekî jêkir û hinek rûn da ser û di devê xwe de bir û anî. Mîna ku dev li canê xwe bike, xwarin wiha pê zor dihat. Loqmeyên ku di devê wî de mezin dibûn bi zor du, sê gez xwar û ji ser sifrê rabû. Xalta Werdê çiqas jê re lava kir jî wî êdî devê xwe di xwarinê neda. Diya wî jî mêze kir, tiştekî tê de girê nade; dev jê berda û got:

‘‘Kurê min delalê diya xwe! Tu kar û berxan bide pêşiya xwe, ber bi kepiran bibe. Ez jî bidim rê herim; bigihîjim pez û bêriya navarojê.’’

Diya wî kar û berx ji axur derxistin; li kerê xwe yê şîn ê Şamê siwar bû. Dilsax jî bêdil û bêxwestek da dû sawan û bi diyarê Dara Qijikan ket. Diya wî li rewşa wî ya şerpeze nêrî û di ber xwe de got: ‘ Seyê ku bi zor here seydê, xêr ji wê nêçîrê hasil nabe.’’ Her yek bi riya xwe de çû. Nigê Dilsax bi zor li pey wî dihatin. Bi vê bêhewesiyê berê kar û berxan da Darê Telefonê. Kar û berx bi alîyek de diçûn, Dilsaxê tefal bi alîyek de diçû. Heta Diyarê Çala Meyrikê, wiha li dû sawan bêhewes meşiya. Êdî ji gund bi dûr ketibû û hişê wî hatibû serê wî. Xwe li sewalên biçûk kir xwedî. Pêşî li wan girt û berê wan da deviya mazîn. Tê de çêrand. Xwe da Diyarê Çala Mezelê Meyrikê û li jêr mêze kir. Deşta Karazê bi kesk û sor û zer hatibû xemlandin. Vê xweza û sirûştê dilxweşî û aramiyeke bêhempa dabûnê. Bê kêfî û diltengiya serê sibê li gund mabû. Bi kêf û coş berê sawan da Diyarê Kaniya Biyê. Dema ku gihîşt diyarê Qotê Kaniya Biyê, Dengê diya wî di guhê wî de olan da: ‘‘ Ew sebiyê şeş salî, me kir şivanê kar û berxan. Nizanim ê wan bi çi halî bîne heta vir.’’ Dengê bavê wî perdeya guhê wî çirand: ‘‘ Çi zarok e, tu hêj bi çavê sebîtiyê lê dinêrî. Te yek car ew kir pitikê berşîr. Bila zarok hemû nebin ê xwarinê; bila kar û barê malê jî bikin.’’ Di çala Kaşê Sor de dengê diya xwe yê li hemberê bavê bihîst.’’ Tenê te çav berdaye keda wan tefalan. Di dilê te de qet rehm û şewat tune ye. Serê sibê jî taştê nexwar. Tî û birçî berxikê min.’’ Bavê Wî:

‘‘Êdî ne berxik e; Dilsaxê te bûye kavir, kavir! Tu qet mezinbûna wî qebûl nakî hurme.’’

‘‘Ew her dem, di dilê min de berxikê min ê xweşik û şîrînê ber dilê min e! ‘‘ Ew gotinên diya wî di guhên wî de dîsa olan dan.

Bi van gotinên bavê xwe yên ku dilê wî diêşandin û yên bi diya xwe ku dilê wî rihet dikirin û rehtiya ji bîr dikirin gihîşt ber kepirê. Êvar bû; tariyê girtibû ser newalê. Kepir ji dûr de, di nav tariya êvarê de bi zor dihatin dîtin. Çavê diya wî çawan pê ket, bi qîrin:

‘‘Were, were! Delalê diya xwe, tu îro pir westiyayî. Em li bendê tene, şîv hazir e.’’Dilsax li sifra ber wan nêrî: Şîv bi dilê wî bû. Tevî ku kar û barê koça malê, diya wî pir westindabû jî, meyîra bi kundir û bi reyhan, nanê şikeva û dimsa tuwan a ku rûn lê dax kiribû, hêkerûn, dewê kîs ê ku heta êvarî di nav ava kaniyê de cemidîbû tev li ser sifrê amade bûn. Bi rastî jî iro rojeke dirêj û zehmet jiyabû. Tî û birçî mabû. Hema zû zû xwarin dixwarin. Di tarî û zelamatê de xwarina ber xwe nedidîyan.

Kekê wî ji diya xwe re got: ‘‘Em xwarina ber xwe nabînin; me çira pêxista û xwarin bixwara.’’

Diya wî: ‘‘Îcar ew li me kêm e; li çolê û çire. Qey hûn qula devê xwe nabînin. Ji xwe re nanê xwe bixwin û rabin.’’

Dilsax xwarina xwarina xwe qedand, neqedand çavên wî hatin girtin û ji xwe de çû. Diya wî bi destê wî girt û ew kaşî ser nivînên wi kir. Werg westiyabû ku di xwe re nedît rabe mîza xwe jî bike. Xewê wiha zor dabûyê ku mar bi ser de bihata jî nikaribû rabe ser xwe. Xeweke giran ew dîl girt.

Di xewna xwe de dît ku marekî reş wek ejdiya, bi ser wî de tê. Ew direve û mar zimanê xwe li dora devê xwe digerîne û wî diqewitîne. Bi wê bezê xwe li ber çemekî ava wî wek gola wanê boş û şîn ve hat. Li pêşiya wî ev ava bi xof û li pey wî jî ev marê ziya. Êdî nikaribû pêş de here û ne jî karibû paş de bizivire. Dilê wî qefesa singê wî dikutand û dikir ku jê derkeve. Ji nava wê tirsê, ji nava nivînan bilid bû û qîriya. Bi dengê wî re diya wî bi ser de baz da û bi dengê xwe yê parester û hestiyar: ‘‘ Agir bi mala min ket! Çi bû. Çi hat serê te berxê min.’’ Kir koya xwe û destê xwe di ser serê wî da û guwaşt. Di ber dilê wî da û ew aşt kir. Û got:’’ Kurê min qet negirî! Tu do pir westîyayî û te rojek dijwar derbas kiriye. Te xewnereş dîtin. Îro meçe ber sawan bêhna xwe berde. Ê xalê te bê; tu û ew bi kêfa dilê xwe seyranê bikin.’’

Di şefeqa sibê de xalê wî yê dînik hatibû. Li ber deriyê kepirê mîna darê telefonê rip li piyan sekinîbû. Dilsax ji kêfan dikir ku bifire. Bi bayê bezê xwe gihand xalê xwe; ew hembêz kir û maç kir. Xalê wî jî ew hembêz kir û ji erdê bilind kir û di koya xwe de ramûsa. Ew xalê xwe ketin destê hev û bi nav bexçeyên gulan ve çûn. Gulên ku bîna wan mirov pê serxweş dibûn, çinîn û kirin demet. Li demeta gulên sor nêrî û di ber xwe de bi pistepist got: ‘‘ Ez ê van gulên xweşik, êvarî diyari axreta xwe bikim.’’ Dilsax ji diya xwe re carnan digot ‘‘ Axret’’

Di dinav bexçeyê wek baxê Îremê de, bi kêfa dilê xwe geriyan û hatin ber darâ tuya rûmî. Tuyên reş ên nola pêçiyan, dilê wan bi ser xwe de kişandin. Tû werg xwarin heta ku jê kerixîn. Hibra tuyan cil û lîbasên Dilsax lewitandibûn. Ji xalê xwe yê dînik re got:’’ Xalo! ez ê bi çi ruyê, bi van çilên qirêj herim cem diya xwe.’’

‘‘Hela li xwarziyê min binêre! Ketiye etra çi. Heta şev bi ser me de neyê, em naçin malê; di şeva tarî de diya te cilên te seh nake. ‘‘ Xalê wî got û bi destê wî girt û bi Kaniya Elan ve kişand. Riya gund zanibû; bi serê xwe karibû ji kepirê biçûya gund û ji gund bihata kepirê. Hêj duh tev û keriya kar û berxan ji gund hatibû kepirê. Lê ev rê û dirb jê re xerîb bû. Niqutî dilê wî xalê wî, wî li vir berde ê çi bike. Sawê ew girt û wek tûra nava avê ricif hatê. Bi vê tirsê û metirsê gihîştin Kela Kafiran. Ji diyarê kelê li jêr mêze kirin: Deşt bi kulîlkên cur bi cur wek bûkê hatibû xemilandin. Li jor mêze kirin ji Kevirê Bel heta Mecrefayê bi darê mazî yên kesk hatibûn xemlandin. Çemê Dêrûnê jî di nav vê şînahiyê de fetil didan xwe û diherikiya. Geh li dîmena deştê û geh jî li ya çem bi kêfxweşiyê temaşe kirin.

Xalê Dilsax dengbêjê malbatê bû. şeveke payîza dirêj ku êvar ber bi şevê diçû, malî û mêvan li eywanê civiyabûn; diya wî Werdê:

‘‘De hadê birayê min, ji bo xêra dê û bavo ji me re çend stranan bibêje.’’ Wî jî lê vegerand:

‘‘Ez ji we şerm dikim, ger hûn çavên xwe bigirin, ez ê bibêjim.’’ Xalta Werdê:

‘‘Birayê min ê delal! Te par heta sibê stran digotin. Di şevên zivistanê de te xew li me herimandibû. Te par şerm nedikir, îsal fedî dikî?’’

‘‘ Ew par bû.’’ Malî û mêvanan tevan çavên xwe girtin û guhên xwe vekirin; man li benda stranê. Lê deng ji denbêj derneket. Aqilekî din hatibûnê û bi dengekî bilind:

‘‘Baweriya min bi we nayê. Hûnê çavê xwe vekin. Divê hûn derkevin derve.’’Diya Dilsax, bi hêrs got:

‘‘Em herin derve, tu yê ji cin û periyan re bistirî’’ Ew şev stran negot. Lê şevên dirêj ê zivistanê bi stranên wî derbas bûbûn.

Xalê wî ji diyarê Kela Kafiran ve, di ser Serêkaniyan ve, di bin birûyên wek şûr de bi tirêjên tûj ên mîna kêra çilkezî li Mecrefayê nêrî. Û destê xwe avêt kerika guhê xwe û ji kûraniya dilê xwe dengê xwe bi ser Rasta Kerengê de berda.

‘‘De yar, yar yar ! De yar yar!

Min dî yara xwe di sehera sibê de

Di nav bostanê hinaran de,

Şewqa riyê wê dabû hinaran,

Ji şewqa wê hinar bûbû hîva çardan!

Hesûdî dikirin, gul û bilbil,

Ji rindiya yara min.

De yar, yaar! De yar, yaar!

Bê te sebra min nayê.

Di nav vê xweşiyê de, sermest bûbûn ku aqilek hat xalê Dilsaxê dînik û got: ‘‘ Got ez ê herim.’’ û li bendê bersiva wî nema; berê xwe da gund. Di serejêra Kafiran de wek guleyê tifinga xalê Sîpan pengizî û xwe gihand papûrê. Bi wê bezê bi Doşirme re şeliya. Dilsax jî heta ku reşê wî di xumam de bû, ew şopand.

Dilsax êdî mabû bi serê xwe. Xalê wî yê ku ew qas jê hez dikir, ew li vê çola xilîxalî hiştibû û çûbû. Ewrên di çavên wî de giran bûbûn û mîna barana ku bi ser zuxirê Embarê bê xwarê; bi ser dêmên wî de dihatin. Wek peykerekî ji kevir çêkirî, di cihê xwe de ma. . .

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê