27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xezebsendiyên Feqî

Dagirkerî mafê şaşwazbûnê jî ji destê mirov digre. Wî mafê şêrîn ê ku felsefe pê dimeşe, wî mafê ku dilê zaroktiyê ye. Çimkî ku şaşwazî nebe lêpirsîn jî tine, lêpirsîn nebe felsefe jî tine.

Mirov carna naxwaze dest bi gotinê bike. Hema bila her tişt li cîhê xwe bimîne, her peyv li sîpera xwe. Bes nabe, wilo nabe. Peyv naxwaze li cîhê xwe bisekne, wate naxwaze destvala bimîne.

Dagirkerî mafê şaşwazbûnê jî ji destê mirov digre. Wî mafê şêrîn ê ku felsefe pê dimeşe, wî mafê ku dilê zaroktiyê ye. Çimkî ku şaşwazî nebe lêpirsîn jî tine, lêpirsîn nebe felsefe jî tine. Ji ber wê ye ku zarok û felsefe, zaroktî û fîlozofî cêwîyên hev in. Bes yên navên wan ne lazim, nahêlin ku em ji kaniya zaroktî û felsefeyê, ji ava şaşwaziyê vexwin. Ew ên ji mirovatiyê mehrûm, mirov ji hemû tiştên xweş mehrûm dihêlin. Lê ku wilo be em ê çi bikin, vê nazîzma reş, vê barê bê mirês bavêjin li ku? Bi kîjan şûrê Rustemê Zal wî ji her tiştî xwe dûr bixin?

Pirsa mezin ev e niha. Pirsa ku li hespê suwar bûye û daye dû me. Pirsa bi rim û mertal, pirsa dost û heval. Ev pirs, misogera mirovbûn, kurdbûn û çalakbûna me ye jî. Gerçî ên ku ji vê pirsê û ji tevî pirsan hez nakin û ji wan direvin jî hene û jixwe welat û dinya ji rûyê wan da di vê halê de ye. Yên ku dişibin kêzikan, yên bê xem û bê efkar. Bê helbest û bê helwest. Hew xwarin, vexwarin û razan. Hew teqlebazî. Di tevî dem û derên zor de yên wanî hebûne. Li romayê Neronhez, li almanyayê Hîtlerhez, li vî alî Sedamhez û hwd…Yên ku qet ji tiştek aciz nabin. Di bin tifa celadan de bifetisin jî pê nahesin. Li nêv ziblê winda bibin jî dibên qey li asîman in. Yên ku çeqel û rovî ji ber wan ve şerm dikin. Yên ku mar qêmîş nakin jehra xwe bera canê wan ê qirêj bidin. Yên ku pêlav jî kenê xwe bi wan dikin. Ew, kî ne? Çima wiha bi hebûna xwe ya bê xwebûn dikarin welatan, dinya û dem û dewranan xera bikin. Çî ye ya ku wan wiha bê şeref dike? Çima ji Neron û Hîtler û Reîsî hez dikin? Çima û çilo dibin gardiyanên her tiştî? Kî ne ew, ji ku hatine? Çima tenê carek be jî dilê wan nikare bibe dil?

Mesela dema ku rastê vê helbesta Feqî tên jî pêtek nagihîje dilê wan.

Tu Yî

Bizan ku min yar tu yî

Dil jê birîndar tu yî

Ez kuştim yekcar tu yî

Çi bikim min çare tu yî

Li min çare tu yî

Bi dest û hempar tu yî

Pir li min kubar tu yî

Li min kubar tu yî

Yê xezebsendî ez im

Yê malikwêran ez im

Hewceyê sêran ez im

Dînê li dêran ez im

Li dêran ez im

Mehrûm ji sêran ez im

Kuştiyê kêran ez im

Na heyra! Ew li ku, ev helbest li ku! Jixwe ji wan zêde ye ku karibin rastê vê helbestê bên û bi ser de jî jê fêm bikin. Herçî Feqiyê Teyrê dilan e, rêya sedsala xwe jî bi wan nexe, ya beytên xwe jî.

De bila ew jî hema wilo bimînin di nava bêrûmetî, bêdilî û bêaqiliyê de. Lê em ê çawa karibin nehêlin ku êdî dem û dinya me tarî bikin? Ji ber ku tim karibûne şefeqê bi paş ve bixin, bexçê jiyanê tar û mar bikin. Ev çi ne bi rastî jî? Çawa çeqel û rovî ji ber wan ve şerm dikin lê ew hê jî dibên qey mirov in, kurd in û dijîn? Vanên ku barbarên ezezî û keysperestiyê ne, bi kîjan lebatên(organên) xwe difikirin, bi kîjan çavî dibînin û çima di tevî demên zor ê tarî de wiha bi gurên boz re dizûrin?

Emên xezebsendî, emên hewceyê sêran, em ê tim bibin beyt ji Feqî û welat û dinyaya wî re û tim bi çakûçên pirsan li ser serê wan bin.