16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windakiriyan: Bila kesên zarokên me winda kirin bên darizandin

Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî li gelek bajaran bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” çalakî li dar xistin.

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 797’an de li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê hatin gel hev û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakiriyan hatin hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo aqûbeta malbata Orhan ku serpêhatiya wan di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate xwendin ( ) daxwaza edaletê hate kirin.

Di çalakiyan de hat xwestin ku aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bên eşkerekirin û faîlên wan bên darizandin.

‘Hêj hestiyên bavê min jî nedane’

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz da zanîn ku xizmên windakiriyan zêdetirî 30 sal in têdikoşin û wiha got: “Divê êdî arşîv bên vekirin û lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin.”

Kurê Mehmet Selîm Orhan ê hatibû windakirin, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî wiha got: “Dema bavê min hatî windakirin ez 11 salî bûm. Niha 41 salî me. Mixabin edaleta ku pêdiviya me tevan pê heye pêk nayê. Me pirsa karesata bi serê xizmên me hatiye pirsî. Em ê dev ji pirsînê bernedin. Edalet ji bo her kesî lazim e, ne tenê ji bo xizmên windakiriyan. Ev bû 30 sal hêj tu pêşketin çênebûne. Me belge jî pêşkeşkirin lê faîlan beraet kirin. Gelek xizmên windakiriyan bi vê hesretê mirin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome. Bavên min 30 sal berê ji hêla Tugaya Boluyê ve hate binçavkirin, tevî ku me derheqê wan de serlêdana sûc kir jî beraet kirin. Hestiyên bavê min û 8 kesên pê re hatin dîtin. Hestî ji hev cuda nekirin. Heta hestî jî nedan me.”

Piştre jî endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Baver Çîndemîr serpêhatiya malbata Orhan xwend.

Li Êlihê jî çalakî hebû

Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 633’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. DEM Partî, DBP, TJA, Egîtîm Sen û Dayikên Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn. Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniya vê hefteyê bi kurdî hate xwendin.

Rêvebera Şaxa ÎHD’a Êlihê Melek Atalay aqûbeta Abdulcelîl Kaçar pirsî ku di 17’ê gulana 1994’an de ji navenda Sêrtê ber bi gundê Kişlacikê ve diçû û tevî 3 hevalên xwe hatiye windakirin. Serpêhatiya Kaçar û hevalên wî wiha ye: “Abdulcelîl Kaçar tevî gundiyên xwe Husnu Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer, ji bo tiştên cejnê bikirin çûn navenda Sêrtê. Her 4 heval di rê de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin sekinandin û birin Newala Qesaban. Her çar kes jî bi îdiaya pevçûnê ji hêla Tîmên Tevgera Taybet ve hatin înfazkirin. Çek danîn ser cenazeyên wan û avêtin Newala Qesaban. Dema malbat ji bo cenazeyan çûn, hêzên ewlekariyê bi îdiaya ‘ev terorîst in’ cenaze nedan. Li gorî gotinên malbatan, çapemeniyê jî bûyer bi sernavê ‘li çolterê Sêrtê 4 terorîst hatin bêbandorkirin’ parve kir.”

Atalay, piştre jî ji bo dîtina faîlan bang kir.

Çalakiya Dêrsimê

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Kesên di Binçavan de Hatin Windakirin a Navneteweyî de li avahiya şaxê daxuyanî da. Rêveberê Şaxê Ozgur Ataş da zanîn ku dê têkoşîna wan a ji bo edalet û heqîqetê bidome û ev tişt anî ziman: “Bêguman di hedefgirtina mafê jiyanê de bandora polîtîkayên necezakirinê û parastina faîlan a dewletê heye. Tevî zextan jî Dayikên Şemiyê ev 1000 heftane li ber xwe didin. Ji bo êşên di demên berê de dîsa neyên jiyîn, divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe û ji bo aştiya civakî divê Komîsyona Hevrûbûn û Lêkolînkirina Heqîqetan ava bike.”

Çalakiya Colemêrgê

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di hefteya 123’yan de hatin gel hev. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Dayikên Aştiyê jî tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku faîlên Sertîp Şen ê 46 salî bên darizandin ku di 2’yê gulana 2019’an de li gundê Wargenimê yê Geverê dema pezê xwe diçêrand di encama guleya li qada leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû.

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor da bi bîr xist ku di doza kuştina Şen de bersûc parastina “Min texmîn nedikir ku kesek li herêmê hebe” kiriye û wiha got: “Mimkin nîne ku haya wî jê tune be. Îfadeyê faîl ji hêla qereqolê ve hatiye girtin û ev yek derhiqûqî ye. Mafê jiyanê yê Sertîp Şen hate binpêkirin û hemû berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên nehiştin ambulans biçin cihê bûyerê jî şirîkên vî sûcî ne. Divê têkildarî kuştina Sertîp Şen de bi sedema ‘kuştina biqesdî’ lêpirsîneke bibandor, bêkêmasî û bilez were destpêkirin.”

Bor, got “Li Colemêrgê şivanek hate kuştin” û da zanîn ku dê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.