10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windakiriyan: Sed sal in li ser vê axê komkujî heye

Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê diyar kirin ku ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên darizandin, dê têkoşîna xwe bidomînin. Nûnerê ÎHD’ê Tahîr Saçakli anî ziman ku sed sal in li ser vê axê komkujî heye.  

Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 808’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê berdewam kir. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên kesên winda hilgirtin.

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahir Saçakli komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist û wiha got: “Sed salin li vê xakê komkujî tên kirin. Lê hesaba wan nayê dayin. Sedema hatine me ya vê derê jî hesabpirsîna van komkujiyan e. Di 73 Fermanan de bi dehhezaran êzidî hatin qetilkirin. Hêj îro jî civaka êzidî li ser xaka xwe tê qirkirin.”

Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglû jî serpêhatiya Muhyettîn Taştekîn a li gorî şahidiya kurê wî Nîhat Taştekîn xwend ku di 5’ê tebaxa sala 1993’yan de li bajarokê Anzarê yê Mûşê ji hêka kontrayan ve hate qetilkirin. Serpêhatî wiha ye: “Komeke di destê wan de çek hebûn, di 5’ê tebaxa 1993’yan de hatin gundê me û kesek ji wan kete mala me. Yên din jî li ber derî bûn. Vî kesî bavê min ê 60 salî mela Muhyettîn Taştekîn ji malê derxist û bir baxçeyê malê. Ji bilî bavê min nehiştin tu kes derkeve. Demekî kin piştre dengê gelek çekan hat. Li ser vê yekê em çûn baxçeyê û bavê min di nava xwinê de hiştibûn. Min dît ku koma çekdar ber bi Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan ve baz didin.  Beriya vê bûyerê, bavê min ji hêla polîsên sivîl ve dihat şopandin. Bavê min kesayetekî naskirî bû. Di sala 1990’an de çûbû Ewropayê û di nava siyaseta kurd a demokratîk de bi awayeke çalak cih digirt. Dema vegeriyayî gund jî hate înfazkirin. Du roj piştî kuştina bavê min, TRT’ê nûçe derbas kir û got ku PKK’ê înfaz kiriye. PKK’ê jî bi daxuyaniyekê got ku eleqeya wan bi bûyerê re tune ye. Piştî kuştina bavê min, tu pêvajoyeke baş a darizandinê nehat meşandin.”

Êlih

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 644’an de li pêşiya Bîdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan. Li vir pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hilgirtin.  Parastvanên mafên mirovan, rêveberên Şaxa OHD, MEBYA-DER û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya Resûl Saçan ê ku di 9’ê tebaxa 1994’an de li Taxa Aydinlikê ya Êlihê hate revandin û windakirin xwendin.

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî got ku dema Resûl Saçan dikana xwe girtî û ji bo biçe malê li duçerxeya xwe siwar dibû, ji hêla kesekî ve hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Bi domdarî Elçî ev tişt anî ziman: “Hefteyek beriya were revandin, du polîsên sivîl hatin mala wî û pirsên ‘tu çi kar dikî, bi çi ve mijûlî’ jê kilrin. Jê re gotiye ku qesabtiyê dike. Polîsekî jê re gotiye; ‘Tu qesabê mirovanî yan yê heywanan?’ Wî jê gotiye ku qesabê heywanan e. Hefteyek piştre jî hate revandin.”

Elçî, bi domdarî şahidya Fahrettîn Tan vegot ku ji hêla hîzbîkontrayê ve hatibû revandin û piştre hatbû berdan. Elçî, wiha domand: “Li gundê Zorava yê Êlihê, di stargeha di bin mala Azîz Onluk de bi Resûl Saçan, Zeynel Kursep, Mahmût Demîrer, Îsmaîl Agaya û kurê Haci Selîm re hatine ragirtin. Ev stargeh, di sala 1998’an de ji hêla dewletê ve hate derxistin lê tu agahî ji Resûl Saçan nehatin girtin.”

Elçî, diyar kir ku tevî belgeyan jî hemû serlêdan bêencam man û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê lêkolînkirin, faîlên wan bên darizandin û tavilê ev rûreşiya heyî ji holê were rakirin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 Colemêrg

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan ên Colemêrgê jî di hefteya 134’an de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Sîbel Şedal a 7 salî hate pirsîn ku di 26’ê nîsana 200’ê de dema li Geverê ji xwe re dilîst bombe teqiya bû û jiyana xwe ji dest dabû. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, wêneyên kesên hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin.

Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) ên Geverê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn.

Sekretera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen Zengîn serpêhatiya Sîbel Şedal xwend. Zengîn, da zanîn ku dema Şedal ber bi taxê ve dimeşiya di teqînê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Di dema teqînê de Îsmaîl Şedal û Velat Şedal li cihê bûyerê, Sîbel Şedal jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da. Li cihê bûyerê nîqaş derketin û 2 saetan destûr nehat dayin ku ambulans bê cihê bûyerê. Ji ber ku ambulans hate astengkirin, zaroka bi giranî birîndar xistin qasaya pîqapekê û wisa birin nexweşxaneyê. Rojek piştre jî cenaze radestî malbatê hatin kirin. Cenazeyên Sîbel Şedal, Velat Şedal û Îsmaîl Şedal li Geverê hatin definkirin. Waliyê demê bi malbatê re kete nava peywendiyan û jê xwest ku gilî nekin. Di encama têkoşîna biisrar a malbata Şedal de biryara dozgeriya Geverê ya ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hate betalkirin.”

Zengîn, diyar kir ku cureyê bombeya bûye sedema mirina Şedal û agahiya bê ka ji hêla kîjan hêzê ewlekariyê ve hatiye avêtin tu caran nehat eşkerekirin. Zengîn, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê dev ji ji pirsîna aqûbeta Sîbel Şedal û têkoşîna xwe ya maf bernedin. Heta klu aqûbeta windakiriyên me tevekan tên eşkerekirin dê têkoşîna me bidome.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli serpêhatiya nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe vegot ku di sala 1993’yan de hatibû qetilkirin.

Canli, da zanîn ku rojek piştî revandina Tepe, kesekê nasnameya wî nediyar li bavê Tepe Îshak Tepe geriyaye û jê re got ku kurê wî ji hêla Tûgaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin. Canli, wiha dom kir: “Îshak Tepe di heman rojê de daxwazname ji Midûriyeta Emniyetê ya Bedlisê, Serdozgeriya Komarê, Walîtiya OHAL’ê, Wezareta Karên Hundir û Serokwezîrtiyê re şand û ji bo xelaskirina kurê xwe alîkarî xwest. Di telefonên piştre de kesê li Tepe geriyayî got ku haya wan ji tevahiya geşedanan heye heta haya wî ji nîqaşa di navbera Tepe û General Tagma de jî heye. Di 4’ê tebaxa 1993’yan de cenazeyê Ferhat Tepe li qeraxê Gola Hazarê hate dîtin. Di heman rojê de dozger û tipa edlî got ku ji ber xeniqînê miiriye û hewcehî bi lêkolînkrinê nîne. Cenaze, li Goristana Bêkesan a Xarpêtê hate veşartin.”

Di berdewamê de Canli got ku tevahiya serlêdanên bav Tepe ji bo rayedaran kirin bêencam man û wiha bi dawî kir: “Demekî kin piştre jî parêzerê Ferhat Tepe, Şevket Epozdemîr hate kuştin. Di kuştina wî de navê Kokrmaz Tagma derbas bû lê derheqê her du bûyeran de jî lêpirsîn nehat destpêkirin. Tagma, di navbera salên 1994-1996’an de tayinî Serokatiya Daîreya Biçekbûn, Parastin û Lêkolînê ya Serfermandariya Giştî ya Atêşê hate kirin. Di sala 1996’an de ji ber bêkadrotiyê teqawid bû. Weke parastvanên mafên mirovan em dixwazin ku kesên Ferhat Tepe qetil kirin bên cezakirin. Bila polîtîkaya necezakirina sûcdaran bê bidawîkirin û faîl bên darizandin.”