16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kobanê îro xemgîn e

Li Îranê dardekirina ciwanên kurdan û li Tirkiyê cezakirina siyasetmedarên kurd encama heman nêzîkatî, heman bîrûbawerî, heman hest û ramana desthilatdarî û dijminatiyê ye.

Ev cara dudan e Kobanê tê dorpêçkirin, cara yekê di sala 2014an de bi destê terorîstên DAIŞî û cara dudan di sala 2024an de bi destê terorîstên dewleta tirk, hikûmeta AKPê. Di deh salan de du êrîşên bi heman armancê pêk hatin. DAIŞê dixwest têkoşerên gelê kurd têk bibe û Kurdistanê ji xwe re bike wargeh. Serokdewletê tirk û birêvebirê AKPê jî dixwaze têkoşerên kurd bêhêvî bihêle û Kurdistanê ji xwe re bike mêtingeh. Du hêzên faşîst, du hêzên paşverû, du hêzên xwînxwar, du hêzên hov û heman niyet, heman zihniyet, heman fikr, raman, bawerî û heman pratîk. Li vê rasthatiniyê binêrin, ku her du jî îslam û sunî, her du jî radîkal û her du jî çete û terorist in.

Dadgeha dewleta tirk a biryara cezayê hepsê li birêvebirên HDPê birî, bi fermana serokdewletê xwe yê birêvebirê AKPê ev ceza da. Bêguman Erdogan herçendî serokê dewletê û birêvebirê AKPê jî be, ew nûnerê dewleta tirk a faşîst e û ji ber vê yekê biryara hatiye dayîn biryara dewleta tirk e, divê tenê wek biryareke şexsî neyê dîtin. Dewleta tirk di encamkirina doza Kobanê de biryara xwe ya jiyîn û nejiyîna bi kurdan re da. Sed salên bi zordariya dewleta tirk derbas bûn têrî dewleta tirk nekirine, ku ew dixwaze di sed salên li pêşiya me de jî gelê kurd bi zindan, girtin, kuştin, înkar û îmhayê bi rê ve bibe. Encama doza Kobanê nîşaneya vê yekê ye. Ji bo wê, divê kurd jî xwe ji sed salên din ên têkoşînê re amade bikin.

Çawa ku teslîmbûna ji DAIŞê re wê bûba bêrûmetiya herî mezin û tinebûna bêdawî, teslîmbûna ji dewleta tirk re jî di heman wateyê de ye. Divê ti carî neyê jibîrkirin hebûna dewleta tirk a li ser axa kurdan ne rewa ye. Dewleta tirk dewleteke çêkar e, ji bo berjewendiyên dewletên Ingilîz û Fransan ên li Rojhilata Navîn pêlî serê gelan kirine, mafên gelan binpê kirine û wiha hatiye damezirandin. Ji bo hêzeke tirk a jendermeyê xwe saz bikin, mafên herî bingehîn ên bi dehan gelên li Kurdistan û Anatolyayê înkar kirin û desthilatî dan destê kemalistan. Ew kemalistên di sed salên borî de bi sedan gel tine kirin, asimile kirin,  dan koçkirin û li ser gelê ermenî û kurd qirkirinên sor û spî meşandin îro dixwazin bi navê îslama sunî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê sed salên din li gelan bikin dojeh.

Careke din derdikeve holê, ku îslamiya siyasî a di destê dewlet û hêzên leşkerî de tê bikaranîn paşverû ye, xwînrij e û li hember mafên bingehîn ên gelan sûcdar e. Li Îranê dardekirina ciwanên kurdan û li Tirkiyê cezakirina siyasetmedarên kurd encama heman nêzîkatî, heman bîrûbawerî, heman hest û ramana desthilatdarî û dijminatiyê ye. Ji bo wê, azadbûna gelê kurd tenê dikare bi têkbirina van sazûmanên faşîst û xwînxwar pêk were.

Gelê kurd ê dilnerm, mirovhez û aştîxwaz, herî kêm di vê sedsala li pêşiya me de, divê dijminên xwe baş nas bike. Karaktera vî dijminî çi ye, ew xwediyê hest û ramaneke çawa ye, di dijmintiya xwe ya li hember gelê kurd de çendî zalim û xwînxwar bûye, divê mirov baş nas bike, ku şaşitiyên di van sed salên borî de cardin neke.

Kurdan çawa deriyê xwe û deriyê Kurdistan û Anatolyayê li ber tirkên hov vekirin, divê zanibin van deriyan bigirin jî. Em ji bîr nekin! Siyasetmedarên kurd ên hatine darezandin, tenê li hember zilma DAIŞê helwest nîşan dane, derveyî vê guleyek tenê jî bernedane artêş an sazûmana tirk. Darezandin û cezakirina wan nîşaneya piştgiriya dewleta tirk a bi DAIŞê re ye. Wekî din ti wate û armanca vê cezakirinê tine ye. Divê gelê kurd zanibe, gava li hember dewleta tirk têdikoşe di rastiyê de li hember DAIŞ û zihniyeta wê têdikoşe û gava li hember DAIŞê şer dike jî bi heman rastiyê li hember dewleta tirk şer dike.