8 Eylül, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwekuştina penaberên ciwan

Gelo ma malbat zaroka xwe meraq nake ka li van deran çi dike? Heval û dostên zarokên xwe meraq nakin? Cihê zarok lê dimîne ji malbatê re ne xem e?

Di van çend salên dawî de kurd berê xwe didin welatên cuda yên dinyayê û li ser rêyên van welatên cuda dimirin, dixeniqin û di nav berfê de diqufilin. Tevî zor û zehmetiyên rê û rêçikên penaberiyê jî wekî rêya rizgariyê tê pênasekirin. Lêbelê penaberî bi serê xwe pêvajoyeke demdirêj e ku bi strî û kelaman dagirtiye. Lewre gelek xort û ciwanên bi hêviyeke mezin hatîn van welatan, dawiyê li jiyana xwe tînin û meytên xwe di ser malbat û welatên xwe de dişînin. Belê gelek ciwanên kurd di van demên de dawî jiyana xwe anîn. Lewre pêwistî pê heye ku careke din li ser vê meselê bê fikirîn û pêşî li vê kambaxiyê bê girtin. Min çend nivîs berê dîsa bi awayekî berfireh li ser vê mijarê nivîsandibû. Lêbelê ew her du nivîs taybetî di derheqê polîtîkayên dewletên dagirker de bûn. Cudahiya vê nivîsê ev e ku ev nivîs wê li ser penaberên zarok û ciwan be. Belê di vê pêvajoya dawî de malbatên kurd zarokên xwe bi tenê dişînin li welatên cuda û taybetî jî dişînin Ewropayê. Tenê di nava salekî de gelek zarok û ciwanên penaber xwe kuştine û ji nav me bar kirine. Lewre ev pirsgirêk gelek pirsan di serê mirovan de çêdike. Çawa dibe ku zarok an jî ciwanekî bi hêviyên mezin hatî van welatên navendên azadî, demokrasî û wekheviyê xwe dikujin? Taybetî zarok û ciwanên penaber bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin? Hêvîşikestineka çawa bi van zarok û ciwanan re çêdibe ku dawiyê li jiyana xwe tînin? Werhasil mirov dikare pirsan zêde bike.
Max Weber fîlozofiya xwe li ser jiyana Ewropayê ava dike û bi vê ve têkildar têgiha “qefesa hêsinî” bi kar tîne ku ev têgih li ser bûrokrasiya dewletên Ewropayê ye. Li gorî Weberî, netewdewletên Ewropayê civakê/takekes bi bûrokrasî û hiyerarşiyeke hişk kontrol dikin. Ango bûrokrasî û hiyerarşî mekanîzmayên sereke yên kontrolkirina civak û takekes in. Jiyana modern a Ewropayê jî li ser bingeha bûrokrasiyê berdewam dike. Li Ewropayê têkiliya di navbera mirovan de sar e, ango di nav mirovan de têkiliyeke fermî heye û danûstandina di navbera mirovan de li ser esasên berjewendiyên şexsî ne. Ji bilî van jiyana modern a Ewropayê jiyaneke plankirî ye û civaka Ewropayê xwedî planên demkurt û demdirêj e. Li ser meselê çûyina mêvandariyê jî bi randevuyan pêkan e. Jixwe têkiliya takekes û saziyên dewletê êdî hûn bifikirin. Bi kurt û kurmancî li Ewropayê divê hemû jiyana rojane li gorî demjimêrê be. Lewre ji bilî danûstandinên kar û baran germahiyeke zêde di nav civaka Ewropayê û penaberan de çênabe. Bêguman ev bûrokrasiya hişk ne li gorî civakên Rojhilatî ye. Lewre pevçûnên çandî, civakî û zimanî di navbera civaka Ewropayê û penaberên Rojhilatî de çêdibin. Werhasil nakokiyên mezin di navbera civaka rojavayî û rojhilatî de hene, lêbelê tevî van nakokiyên mezin jî Rojhilatî berê xwe didin nav civaka Rojavayî.
Lê derdê vê nivîsê motîvasyona malbatên kurd e ku dema zarokên wan li cem wan bûn, nedihiştin ku heta dehê şevê li derve bimînin, lê belê îro zarokên xwe yên ji 15 salî bi tenê dişînin welatekî din bêyî ku kesekî/e wan li van welatan hebin? Gelo ma malbat zaroka xwe meraq nake ka li van deran çi dike? Heval û dostên zarokên xwe meraq nakin? Cihê zarok lê dimîne ji malbatê re ne xem e? Şev û roj ev zarok bi çi ve mijûl dibe, nabe pirs û nakeve serê malbatê? Gelo ma li welatê me tiştên xirab hene, lêbelê li Ewropayê tiştên xirab tune ne? Û gelo çima malbatên kurd û taybetî bi giştê civaka kurd van pirsan ji xwe nakin?
Gelek pirsgirêkên penaberan hene. Lêbelê bi giştî pirsgirêkên derdikevin pêşiya penaberan wiha ne; welatekî nû, bi welatê nû ve girêdayî her tişt nû û cuda. Li ser meselê penaber mecbur e ku bi zimanekî nû jiyana xwe berdewam bike. Ev zimanê nû bi xwe re çandeke nû, civakeke nû, edetên nû tîne. Ji ber vê yekê penaberên zarok û ciwan xwe di nav valehiyeke mezin de dibînin. Lewma jî kî û çi wan bi ku ve bikişkişîne li pey wan diçin. Li ser meselê ciwanekî penaber li ser pirsa çima Almanya, ne welatekî din? wiha gotibû: “Ez ê biçûyam Kanadayê lê pereyê min têrê nekir, piştre hatim Almanyayê, lê hevalekî got min were Belçîkayê, min jî got temam ez têm, lêbelê yekî din got Almanyayê bimîne û ez jî mam Almanyayê” Zarok û ciwanên penaber bi hişekî aram nikarin bifikirin û biryarên rast bidin. Biryarên wan di çarçoveya nirxandinên kesên din de ye, ango kesên din li şûna penaberên zarok û ciwan difikire û biryarê dide. Ev biryarên wan dibin sedema şaşiyên mezin. Lewre penaberên zarok û ciwan berê xwe didin vexwarina alkolê, madeyên hişbir, jiyana şevê, dîsko û baran.
Rewşa zarok û ciwanên bê dê û bav li Almanyayê pir kambaxtir e. Ev kes wekî zarokek ji nû tê dinyayê ne ku bê ziman û tevger in. Di esasê xwe de hemû penaber di destpêkê de kerr û lal in. Zarok û ciwan di nav vê civaka nû de bêparastin dimînin. Gelek nasên wan ên vî welatê nû (tevî gelek sozên dayin jî) xwedî wan dernakevin an jî piştgiriya wan nakin. Ên pêwistiya wan karkeran heyî, bi nîv heqekî van zarok û ciwanan dixin bin xizmeta xwe. Çawa ku dewletên Ewropayî penaberan wekî koleyên modern dibînin, civaka penaber jî penaberên nû taybetî zarok û ciwanên nû wekî xizmetkaran dibînin û bi pereyekî hindik wan di dikanên doneran de an jî karên paqijiyê dixebitînin.
Pêvajoya penaberiyê bixwe pirsgirêkeke mezin e ku zarok û ciwanên penaber bi serê xwe nikarin çareser bikin. Ev pêvajoya penaberiyê wekî di nav behrê de keştiyek be ku li ber bayê ketiye. Zarok û ciwanê heta roja îro nameyek nedîtî li penaberiyê her roj divê nameyan bixwîne û bibersivîne. An jî ew zarok û ciwanên heta roja îro rûyê bûrokrasiya dewletan nedîtîn, li penaberiyê divê her roj li ber deriyê saziyên dewletê bin ku karê xwe serarast bikin. Ango bûrokrasiya Ewropayê wan dorpêç dike, bi gotina Weberî ew zarok û ciwan dikevin ‘qefesa hêsinî’. Ew zarok û ciwanên ku heta roja îro bi gotina “çavên deriya, xwelî li seriya” mezin bûyin, divê li penaberiyê her tiştê xwe li ber deriyê yekî/a din pêk bînin.
Penaberî bi zarok û ciwanên re hesta bêxwedîtiyê ava dike. Ji ber ku di carekî de ti kesan li derdora xwe nabînin. Lewre gelek zarok û ciwanên penaber bi saetan ji nav nivînên xwe dernakevin û şev û roj radikevin. Ev yek û pirsgirêkên din di nav zarok û ciwanên penaber de dibin sedema depresyonê. Hest û hîsên tenêtiyê, çaresernekirina pirsgirêkan, pirsgirêkên ji ber xweîfadenekirinê, xwetêrnedîtin, cihêkarî, nediyariya dahatuyê û bûrokrasiya welatê nû dibe sedema depresyonê. Depresyon jî berê van zarok û ciwanan dide xwekuştinê. Hema hema her meh zarokek an jî ciwanekî penaber dawî li jiyana xwe tîne.
Ji ber van hemû pirsgirêkan û pirsgirêkên wekî van, zarok û ciwanên ku dixwazin vegerin welêt ji ber malbat û civaka xwe nikarin vegerin. Piraniya wan bi hêvî û xeyalên mezin berê xwe dane penaberiyê û Ewropa di çavên xwe de pir mezin kirine. Lê pêknehatina van hêvî û xeyalan dibe sedema hêvîşikestinê. Bêguman zarok û ciwanên penaber ên bextewar jî hene û ev kes ji jiyana xwe memnûn in. Lêbelê tişta xuya dike, zarok û ciwanên bextewar ji yên din hindiktir in. Rewşa heyî pir ne zelal û xweş e. Lewre divê em wekî civaka kurd li ser vê malxirabiyê serê xwe biêşînin û Ewropayê wekî cihê rizgariya zarok û ciwanên xwe nebînin.