7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Yên bêdeng nemînin, wê her rojnameger bin!’

Rojnamegerên ku di nav çapemeniya azad de cih digirin li ku dibin bila bibin, careke din nîşanî tevahî dinyayê dan ku ew ê ji ber êrîşan bêdeng nemînin. Hikûmeta Iraqê her çiqasî bêdengiya xwe biparêze jî, yên bêdeng nemînin wê her rojnameger bin.

Ber bi salvegera 10’emîn ya Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve êrîşên li dijî êzidiyan bi awayek dijwar dewam dikin. Bi rêya lihevkirinên siyasî li milekî û li milê din jî yekser bi fîzîkî civaka êzidî tê hedefgirtin. 8’ê tîrmehê vê carê rojnamegerên êzidî yên Şengalê bûn hedefa êrîşan. Weke tê zanîn di sala 2011’an Çira TV ku kanala êzidiyan a televîzyonê ye, dest bi weşana xwe ya testê kiribû. Di sala 2013’an jî derbasî weşana asayî bû. Çira TV bi vî awayî di dema Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de jî bû dengê esasî yê civaka êzidî. Rûyê rastiyê yê çeteyên DAIŞ’ê û xiyanetkaran derxist holê. Civaka êzidî bi vî awayî Çira TV nas kir û bi derxistina rastiyan a kanala xwe piştrastin. Ji bo rojnamegerên ku ji bo miletê xwe dixebitin jî ev yek cihê serbilindiyê ye.  Her wekî din Radyoya Dengê Çira Şengalê jî di 7’ê mijdara 2017’an dest bi weşana xwe kiriye û hemû mijarên girêdayî Şengalê ji civakê re rojane radigihîne.

8’ê tîrmehê saet di 11 û nîvan de, rojnamegerên Çira TV û Çira FM dema li gel sayîqê xwe ji ser kar vedigeriyan Şengalê bûn hedefa êrîşa dewleta tirk a dagirker. Yek ji mijarên balkêş ew e ku rojnameger ji bo salvegera fermanê çûbûn ser kar. Dewleta tirk a dagirker piştî hevdîtinên xwe yên bi hikûmeta Iraqê û bi hikûmeta başûrê Kurdistanê bi encam kir, dest bi planên xwe yên êrîşkariyê kir. Di vê çarçoveyê de li aliyekê dest bi dagirkirina axa başûrê Kurdistanê kir û li aliyê din jî, êrîşên xwe yên li ser Şengalê dewam dike. Bêguman beriya niha gelek caran îşaret bi bêdengiya hikûmeta Sûdanî ya di vê êrîşê de hat kirin ku em hemû jî dizanin bêdengî qebûlkirin e.

Rojnameger jî bi wesîleya salvegera fermanê bibin hedefa êrîşan, ne mijara şaş mayînê ye. Beriya niha jî hikûmeta başûrê Kurdistanê gelek caran dixwest pêşmergeyan weke qehremanên Şengalê raber bike, lê herkes rastiya xiyanetkariyê ya di dema fermanê de bi çavên xwe dît, bixwe bû şahidê rastiyan. Piştî bi vî awayî serneketin jî, hêjayî bibîrxistinê ye ku hevkariya PDK û dewleta tirk dema dibe mijara berjewendiyên desthilatdariyê her gur û geş dibe. Ji bo wê jî xiyanetkariya li gel pir bi rehetî digirin ber çavan. Lê xiyanetkariya PDK’ê û xwedîkirina çeteyan ji bo dewleta tirk têr nekir ji bo planên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk bîne. Ji bo wê jî bi hevkariya Iraqê vê carê di sala 2021’an de peymana 9’ê Cotmehê xistibûn meriyetê. Ev peyman jî bi vîna gel hat şikandin û carek din bû sedem ku planên dewleta tirk bikevin valahiyê, lê divê neyê jibîrkirin ku di hemû deman de ji ber ku planên dagirkeriyê yên dewleta tirk têk çûn êrîşên ji hewayî yên li dijî civaka êzidî bidawî nebûn. Piştî peymana 9’ê Cotmehê têk çû jî vêcarê bi lihevkirinên cuda dixwazin vîna vî gelî bişikînin û êrîşên xwe rewa bikin.

Ji bo wan êrîşan bi rehetî bikaribin pêk bînin jî, divê dengê medyayê qut bikin û çavê gel bitirsînin. Lê civaka êzidî bi dehan caran nîşan da ku ew serî li êrîşên dijminê mirovahiyê natewînin û wê netewînin jî. Di êrîşa dawî ya li dijî rojnamegerên Çira TV û Çira FM jî ev tablo derket holê, rojnamegerên Şengalê bi helwestek hevpar êrîşên li dijî hevalên xwe yên rojnameger şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê bi tu awayî li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin. Bi piştgiriya gel ku got ‘Wê nikaribin Çiraya me bitefînin’ rojnamegerên êzidî diyar kirin ku ew ê li ser şopa şehîd Nûjiyanan bin û xwedî li mîrateya wan derkevin. Piştî êrîşê hinek ajans û kanal hewl dan êrîşê rewa nîşan bidin û ji bo wê jî asayîşa êzidxanê hişyarî da. Asayîşê diyar kir ku ji derve agahiyên ku ji milê wan hat piştrastkirin, divê bi tu awayî kesên ku li gorî berjewendiyên xwe ji Medyayê re diaxivin, esas neyin girtin. Hewldanên manîpulasyonê yên piştî êrîşê jî bi vî awayî hatin bersivandin.

Bi giştî jî her yek piştî êrîşa li dijî rojnamevanan bi yek bersivê ma, ev jî ew e ku wê rojnamegerên li ser rêya heqîqetê bi êrîşên dewleta tirk a dagirker, xiyanetkaran û bi bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li beramberî wan êrîşan serî netewînin. Wê çawa ev 13 sal in dengê vî milletê ragihandin tevahî cîhanê, ji niha û pê ve jî bibin deng û rengê Êzidxanê. Ber bi salvegera fermanê ve jî rojnamevanên Şengalê li ser karê xwe ne û dibêjin ew ê di salvegera 10’emîn a fermanê de jî, têkoşîna civaka êzidî ya ji bo heqê xwe û ji bo edaletê bişopînin û ragihînin tevahî dinyayê.

Bi hevgirtinek xurt a rojnamegerên Şengalê, bersivek xurt ji êrîşkaran re hat dayîn.  Rojnamegerên ku di nav çapemeniya azad de cih digirin li ku dibin bila bibin, careke din nîşanî tevahî dinyayê dan ku ew ê ji ber êrîşan bêdeng nemînin. Hikûmeta Iraqê her çiqasî bêdengiya xwe biparêze jî, yên bêdeng nemînin wê her rojnameger bin.