28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yilmaz: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Endamên YJK-S’ê xebatên şandina nameyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Endama YJK-S’ê Tûba Yilmaz anî ziman ku ew azadiya Serok Apo azadiya hemû jinan dibînin.

Kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin didome. Jinên kurd û dostên wan di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajarên Ewropa xebatê dimeşînin. Yek ji van bajaran jî Swîsreyê ye. Endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve li bajarên Cenevre, Lozan, Sionê, Zurichê, Aarau û bajarê Besel bi hezaran name kom kirin û ji CPT re şandin. Dîsa dê di 24’ê hezîranê de St. Gallen, di 25’ê hezîranê de Luzern û di 26’ê hezîranê de jî dê li Bernê nameyan ji CPT re bişînin. Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Berdevka Komiteya Serokatiya Cenevreyê Tûba Yilmaz der barê xebatên nameyan a li Swîsreyê agahî dan.

Tûba Yilmaz anî ziman ku kampanya dipêngtiya tevgera jinên kurd a ewropayê ve dest pê kiriye û wiha got: “Li Sîon, Zurîh û gelek kantonên din name hatin şandin. Dê bi tevahî bi hezaran name bên şandin. Em bi şandina van nameyan dixwazin CPT hişyar bikin ku erka xwe pêk bîne. 39 meh in em tu agahiyan ji Rêber Apo nagirin. Em wekî tevgera jin der barê rewşa Rêber Apo de bi fikar in. Temenê Rêber Apo 75 salî ye. 25 sal in girtî ye. Ji ber vê yekê mafê wî yê heviyê heye û divê êdî ji zindanê azad bibe. Tenê rakirina tecrîdê têr nake. Heyeta CPT diçe girtîgehên din, lê naçe Îmraliyê. Dema diçe Îmraliyê jî raporan aşkere nake. Me name ji CPT re şand û me got: “Em dipirsin. ‘Komîteya Dijî Îşkenceyê (CPT) dê di derbarê tenduristî û ewlekariya Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê bide ku me jinên Kurd û gelê me razî bike? Ma hûn ê ji bo bersivdayîna daxwazên dayikên ku li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyan li dar dixin, bi deh hezaran girtiyên siyasî yên ku dawîanîna li tecrîda li Îmraliyê weke temînata azadiya xwe dibînin, bikevin nava tevgerê?’.”

Endama YJK-S’ê Tûba Yilmaz, anî ziman ku wan di 19’e hezîranê de li bajarên Cenevre, Lozan û Sionê yên Swîsreyê hatin berhevirin, ji CPT re şandin û wiha berdewam kir: “Me di 27’ê nîsanê de dest bi kampanyayê kir. Dê di 26’e hezîranê de bi dawî bibe. Li welatên din jî gelek name tên şandin. Di nava şandina nameyan de xwendekar, siyasetmedar û gelek kesên din hene. Eleqeyek mezin heye. Di demên pêş de dê çalakiyên cuda pêk bînin. Em wekî tevgera jin dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Serokê me azad bibe. Dema serokê me di tecrîdê de be, em tev di tecrîdê de ne. Dema Serok azad bibe em tev azad dibin. Tecrîda li ser Serok, tecrîda li ser jinê ye. Dema Serok azad bibe jin û civak tev azad dibe.”

Yilmaz, bang li hêzên demokrasî, azadîxwaz û gelên Ewropayê kir û xwest piştgiriyê bidin çalakiyan û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û daxwaz kir ku gelên Ewropayê bibin dengê gelê kurd.