17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û hilberîn

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Hilberîn, têkiliya navbera mirov û xwezayê ya sereke ye. Zimanê mirov ê herî kartêker bi saya hilberînê pêk tê. Hest û hizrên mirov û yekeya fikrên mirov ên giring, pêşî bi hilberînê dest pê dikin.

Mirov ji bo ku bijî, xwe biparêze û debara xwe bike pêşî bi xwezayê re têkiliyê datîne. Di vê têkiliyê de pêrgî gelek tiştên ku nas dike û nas nake belê pêdiviya wî/wê pê heye dibe. Ji bo ku ji wan tiştan sûdê wergire; hem wan bi kar tîne û hem jî tiştekî li wan zêde dike. Ew zêdekirin jî hilberîneke domdar û misêwa bi xwe re tîne. Ji bo wê, meriv dikare mirov wekî heyinekî biaqil, hilberîner û civakî  pênase bike. Lewre hişmendiya mirov, hilberîneriya wî/wê, hilberîneriya wî/wê jî civakîbûna wî/wê derdixe holê.

Mirov tiştên ku dibîne tenê bi bi nav nake; heman demê tiştên ku difikire, disêwirîne û xeyal dike jî bi nav dike. Ziman, bi jiyana civakî, ezmûn û zanîna kesên din re pêk tê û pêşve diçe. Pêketina zimanê civakekê rasterê girêdayî hilberîn(eriy)a wê ye. Hewce ye ku mirov li gel gerdûna şênber, gerdûna ku di hişê xwe de diafirîne jî pênase bike. Mirova/ê ku hatiye afirandin, bi saya hilberînê dibe heyîneke/î afirîner.

Hilberîn, têkiliya navbera mirov û xwezayê ya sereke ye. Zimanê mirov ê herî kartêker bi saya hilberînê pêk tê. Hest û hizrên mirov û herwiha yekeya fikr û boçûnên mirov ên herî giring, pêşî bi hilberînê dest pê dikin. Destpêka hilberînê destpêka afirandina ziman e jî. Her hilberînek bi xwe re zimanekî nû pêk tîne.  Li gel awa û çawaniya ziman; bikaranîn, geşedanî û tekûzkirina ziman jî rasterast bi şêwaza hilberînê û alavên wê ve girêdayî ye. Sazûmana sereke ya ku mirov li gel çand, huner û wêjeyê wî/wê ber bi civakîbûnê ve dike, zimanê wî/wê yê hilberînê ye.

Ziman li gor dem û serdema ku mirov tê de dijî û herwiha li gor awa û şêwaza hilberînê û alavên wê pêk tê, dişêwe û pêşve diçe. Mirov an jî civaka ku tiştekî hildiberîne, pêşî bi zimanê xwe nav lê dike. Peyre ew navê resen û sereke li tevahiya dinyayê belav dibe û wekî navekî/peyveke hevpar mayînde dibe û dibe aidê hemû civakan. Gelek zimanên ku di serdema navîn de dewlemend bûn,  îro bi serdema teknolojî û zanînê re mehiyane û hin bi hin ji holê radibin. Pêşî hilberîna civakên serdema çandiniyê li ser axa welatê wan pêk dihat û alavên hilberînê yên ku çêdikirin jî bi zimanê wan dihatin binavkirin. Mînaka herî berbiçav ew e ku; civakên ku cara pêşîn li ser xaka Mezopotamyayê çandinî pêk anine û alavên hilberînê çêkirine, bav û kalên kurdan bûne. Pêşî wan cot û alvên çandiniyê çêkirine û bi vî awayî debara xwe kirine. Ji ber ku alava sereke a hilberîna wê serdemê a bingehîn ‘halet’ bûye,  ew nav  wekî ‘alet’ê li her derê cîhanê belav bûye û mayînde bûye. Navê gelek alavên ku hê jî tên bikaranîn. bi vî awayî belav bûne.  Hilberîna dîroka nêzîk jî vê yekê diselmîne ku kîjan civak çiqas  hilberîner be ewqas zengîn dibe û çiqas zengîn dibe jî zimanê wê ewqas xurt û dewlemend dibe.  Wekî nimûne; kesê ku radyo dahênandiye bi zimanê xwe nav lê kiriye û navê radyo li hemû deverên cîhanê wekî ‘radyo’ hatiye bilêvkirin û belavkirin. Herwiha, telgraf, telefon, televizyon, trên, otabus, motor, apartman, salon, balkon, tiyatro, sînema, înternet, facebook, whatsApp û hwd. bi heman awayî ji hêla kîjan kes an civakê ve hatibe dahênandin ew nav li hemû welatên cîhanê bi wî awayî tê belavkirin û bikaranîn.

Ji ber ku mirov di heman cihanê de, li heman erdnigariyê an li heman welatî bi hev re dijîn, di nav têkiliyeke jêneger de ne. Bi têkilî û danûstandina  wan re  hevhikariya zimanê wan jî rû dide û wekî diyardeyeke  xwezayî derdikeve holê.  Ango, dema ku civakek bi civakekeke din re rasterast an jî nerasterast têkiliyê datîne, di navbera zimanê wan  de jî têkiliyek çarenîn pêk tê. Ew ziman ji hevdû bandorê werdigirin, peyvan didin û distînin;  gotinên pêşiyan, peyv û biwêjşn wan  û dikevin nav hev.

Ji aliyê din ve ji, li gelek welatên cîhanê hêzên emperyal  û mêtinger bi dagirkirina  welatên mêtingeh re zimanan jî dagir dikin û hêdî hêdî tune dikin.  Civaka dagirker/mêtinger, çendî ku zimanê gel qedexe bike û zimanê xwe li ser wê civakê bide ferzkrin jî,  ji ber ku têgih,  peyv û navê alavên hilberînê bi zimanê civaka xwecih pêk tê, civaka sedest bêtir di bin bandora zimanê civaka bindest de dimîne û gelek peyvan ji wi zimanî  werdigire. Heke zimanê civaka serdest ji zimanê civaka bindest dewlemendtir be, zimanê civaka bindest dimehe û hin bi hin li zimanê civaka serdest dadigere. Na heke zimanê civaka bindest dewlementir be, zimanê civaka sedest dibin bandora zimanê civaka bindest de dimîne.

Di hevhikariya navbera zimanan de têkilî û veguhertina peyvan de, tê dîtin ku hevbandorkirina zimanan ji tiştekî asayî ye.  Çi kevin çi ji nû dibe, hemû ziman bandorê li hevdû dikin û bi heman awayî di bin hevhîkariyeke hev a domdar de diminin.   Ev rastiyeke  civakî ye ku di encama pêşxistina têkiliyên curbecur ên di navbera civakên cihê de; têkiliyên cîrantiya gelan û pêkhateyên nijadî, olî û neteweyî bêtir di xwe ziman de didin der.. Dema ku em bi awayekî giştî li ser zimanên têkildar hûr bibin , em ê bibînin ku di navbera wan de ji gelek guhastin, vegugahastin û guherandinên cuda pêk hatine. Hemû zimanên cihanê hem peyvan bi deyn didin zimanên din û hem jî ji zimanên din peyvan deyn dikin. Peyvên bideyn wergerên semantîkî ne ku peyv bi peyv ji zimanekî ji bo zimanekî din têne çêkirin, bi navgîniya deynên hundirîn ên di nav zimanekî de, di navbera mirov, komên civakî û zimanên pîşeyî de têne veguhastin. Peyvên hîbrîd/bîjî, di navbera zimanan de bi avahiyên dengî û semantîkî ên cihêreng in ku li hin peyvên nû dadigerin

Di fêrbûna zimanên biyanî de rewşek pir gelemperî ya ji ber têkilî û bandora zimanên bidestxistî li ser zimanên sêyem an jî bandora zimanê ku tê hînkirin li ser zimanên ku berê hatiye hînkirin, heye. Derbasbûna peyvan a di warê wêjeyê de wekî veguhastinê tê binavkirin. Têkiliya di navbera veguhastin û bilêvkirinê de, ji ber ku ferqa devkî ya yek zimanî di danûstendina navzimanî de jî bandorê li bilêvkirinê dike û fêrbûna zimanê duyemîn û têkiliya navbera veguhastin û bilêvkirinê de pir tevlihevî derdikeve.  Lewre tiştê ku mirov pêşî nav lê dike, êdî dibe tiştekî nû.  Jixwe navlêkirina  yekem jî bi vî awayî derdikeve holê. Çareserkirina pirsgirêka zimanî ya ku li cîhana derve û ya di di hişê mirov de pêk tê, çiqasî têkildarî hev in an jî çi qasî li hev dikin, ew jî dîsa girêdayî têkiliya navbera zimanan e.

Gencîneya herî mezin û asêgeha herî tebût  a ku serpêhatiyên dîrokî, çandî, hunerî û wêjeyî di xwe de dihewîne û nirx û hêjahiyên gelêrî, civakî û neteweyî diparêze zimanê hilberînê ye. Ji bo wê; divê zimanê hilberînê tenê wekî amûreke ragihandinê û navgîna pêwendî û danûstandina rojane neyê dîtin. Heçku, her ku hilberîn zêde dibe, peyvên nû tevlî ziman dibin û gencîneya ziman jî dewlemendtir dibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê