16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê Dayikê

Parastina neteweyekî û parastina zimanê xwe tê wateya parastina nasname û reseniya wî miletî. Dema mirov ji azadiya raman, hîskirin û îfadeya bi zimanê xwe yê dayîkê bêpar bimîne, rastî ji nasname û koka xwe tê qutkirin.

Nalîn Aslan

We çavên xwe ber bi cîhana derve ve gerandiye, lê li vir tiştê ku divê hûn di serî de dev jê berdin ev e. Kes nikare şîretan li te bike, kes nikare alîkariya te bike, kes nikare… Yekane rê ew e ku çavên xwe bizivirîne rêwîtiya hundirîn di nav xwe de.

Rainer Maria Rilke – Name ji

Helbestvanekî Ciwan re

Dema ku jiyana mirov ji hêla bandorên derveyî ve têne avakirin, ew beşek rêwîtiyek hundurîn e jî. Ev rêwîtî pêvajoya naskirina xwe, keşfkirina nirxên xwe û xurtkirina girêdana bi xwe re ye.

Lê belê, ev rêwîtî ne tenê bi dinyaya hundurîn a mirov re sînordar e; Di heman demê de têkiliya ya bi zimanê dayîkê û bi kûrahiya çandî ya ziman beşeke girîng e di vê rêyê de. Zimanê dayikê şopa çanda ku mirov tê de ji dayik dibe hildigire. Ji ber vê yekê, ziman faktora sereke ye ku bandorê li awayê têgihîştina cîhanê, awayê raman û hestan dike. Qîmeta çanda zimanê dayîkê bi gotinên pêşiyan, biwêj, çîrok û stranên ku ziman dihewîne derdikeve holê. Pêdivî ye ku meriv bibîne ku ziman ne tenê bi peyvan e, di heman demê de serpêhatiyên, nirx û avahiya rewşenbîrî ya civakek bi wî zimanî dijî jî nîşan dide.

Dema ku mirov di vê gerê de balê dikişîne ser rêwîtiya hundurîn û girîngiya zimanê dayîkê, diyar dibe ku zindîkirina nirxên çandî çiqas bi qîmet e. Îro em di serdemeke wisa re derbas dibin ku gelek çand û netewe ji bo parastina zimanên xwe têdikoşin. Ev têkoşîn ne tenê zimanekî di heman demê de ji bo parastina nasname û taybetmendiya civakê ye. Lê mixabin li Tirkiyeyê em rastî pêkanînên wekî bisînorkirin an jî bi temamî standina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tên. Ev rewş tê wateya tepisandina çand û neteweyekê. Ji ber vê yekê nirxa çanda ziman ne tenê pirseke şexsî ye, di heman demê de pirseke civakî ye jî.

Parastina neteweyekî û parastina zimanê xwe tê wateya parastina nasname û reseniya wî miletî. Dema mirov ji azadiya raman, hîskirin û îfadeya bi zimanê xwe yê dayîkê bêpar bimîne, rastî ji nasname û koka xwe tê qutkirin. Armanca sereke ya polîtîkaya faşîst ev e ku, neteweyekê ji ziman, çand û koka xwe dûr bixe û van nirxan jî tune bike. Divê li Tirkiyeyê li dijî qedexeyên zimanê dayîkê têkoşîn bê xurtkirin. Divê mirov ji bo parastin û hînbûna zimanê xwe gavên bi biryar bavêje.

Ji hemû beşên civakê divê ji bo parastina van mafan bi balkişandina girîngiya çandî û kesayetî ya zimanê têbikoşin. Ji ber ku kurdî ne tenê zimanê axaftin û nivîsandinê ye, di heman demê de zimanê berxwedan û azadiyê ye. Her çiqas di dîrokê de zimanekî ku hatiye xwestin bê tepisandin û tinekirin jî, hebûn û hêza kurdî nîşaneya têkoşîna çand û nasnameyê ye.

Xurtkirina têkiliya me ya bi zimanê dayikê re, di çarçoveya gera me ya hundirîn de, bi rastî rêwîtiya ber bi xwe û neteweya me ve ye. Dema ku em bi zimanê xwe yê dayikê re têkiliyek çêdikin, em bingehên pêwîst datînin da ku rabirdûya xwe fêm bikin û bi bawerî zêdetir li pêşerojê binêrin.

Dema ku ev rêwîtî me di cîhana meya hundurîn de kûr dike, di heman demê de girêdana me bi kokên me re jî xurt dike. Di vê gera xwe û miletê xwe de, em dikarin bi parastina dewlemendiya xwe ya çandî û gihandina wê ji nifşên paşerojê re koka xwe xwedî derkevin.

Kurdî zimanê helbestên azadîyê, stranê berxwedanê û çîrokê hêviyê yên ku dilê me tije dikin, bijî herdem di dilê me de! Werin vê coşê xurt bikin, bi Kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bijmêrin, bi kurdî bikenin, bi kurdî hez bikin; bi kurdî bijî da ku kurd(î) bijî…