20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê maderi

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Tiştê ku çand, huner, muzîk wêje û nixên mirov ên takekesî û civakî diparêze, zimanê mirov ê maderî ye. Heyînê ku bi hişmendî tevdigere, çand û şaristaniyên bêhempa diafirîne, tenê mirov e.

Di gerdûna bêserûber de, heyînê ku haya wî/wê ji hebûna wî/wê heye û bi hişmendî tev digere; bi xwezayê re têkiliyê datîne, derdora xwe diguherine û çand û şaristaniyên bêhempa diafirîne, tenê mirov e.

Ne tenê mirov; hemû candarên (lewir, ajal, teyr û tilûrên) ku pêdiviyên xwe bi liv û tevgerên xwe bi destdixin, ji bo pêdiviyên jiyanê bi xwezayê re din av têkiliyê de ne. Ji bo têkiliyê jî pêdivî zimanê ragihandinê heye. Zimanê têkiliyê ye sereke ji bo hemû ajelan jî zimanê maderî/dayikê ye.

Di hemû dem û serdemên dîrokî de ji bo ku mirov hem bi hev re û hem jî bi xwezayê re têkiliyê daynin zimanê sereke ye. Zimanê sereke yê mirov zimanê xwezayî ye. Mirov di her serdemê de ziman ji dayika xwe hîn bûne demê bi kar anîne. Îro jî li ser rûyê erdê riya ragihandinê ya herî çalak, kartêker û pêşketî zimanê maderî yê rojane ye. Zimanê maderî/zikmakî çendî ku ji aliyê çendanî û çawaniyê ve wekî navgîneke ragihandinê ya hundirîn/neteweyî û navneteweyî tê dîtin jî, ew e. Ziman, hem alava derbirina cîhana mirov a hundirîn, hem berdevkê hest, raman û ruhê mirov ê çandî û civakî û hem jî nasnameya mirov a neteweyî ye. Lewre ew, li gel hişmendî û jîrayiya xwe, bi behre û qabîliyetên xwe yên afirîner dibe mirov. Afirîneriya mirov a ku bi saya hiş û vîna wî/wê ya azad pêk tê, hem dikare tiştên baş û erênî û hem jî tiştên xirab û neyini bike.

Bêguman zimanê kurdî jî wekî hemû zimanên dinyayê yên din, zimanekî bi serê xwe ye. Wekî her zimanî, hem ji zimanên din hem peyv wergirtine hem jî peyv dane zimanên din. Zimanê tirkî jî wisa ye. Belê tirka iroyîn a ku ji gelek zimanên din pêk hatiye, li gorî zagon saziyên fermî hatiye şêwandin Herwiha kesên ku peyvên koka wan ne tirkiye dikin aidê tirkî du kesên navdar ên ku bi eslê xwe ne tirk in. Yek jê Ziya Gokalp ê kurd û yên din Sevan Bedros Nîşanyanê wekî hemû ermenî ye.

Li gor ferhenga Nîşanyan; peyvên ku rasterê kurdî ne û derbasî tirkî bûne; an farisî an jî wekî tirkiya kevn tên hesibandin. Çawa ku li gor Ziya Gokalp “her kurd tirk û her tirk jî kurd e” Li gor Nîşanyan jî her peyva kurdî farisî ye an jî tirkiya kevn e. Nîşnayanê ku dixwazde zimanan dizane(li gor agahiyan), zimanê kurdî tune ye.

Ev rêzik û qaîde gelek caran di navbera mirovan de dibe sedema tevlîheviyê û gelek nîqaşên bêfeyde û bêwate. Kesên ku bêlayaniya ziman a xwezayî nabînin, ziman û bîrdozê tevlîhev dikincar heta ku mirov zimanê xwe yê zikamkî baş fêr nebe û bi awayekî erênî bi kar neyîne nikare bibe xwediyê ramaneke bikêr û feydedar.

Keseke/î ku bi wî zimanî neaxive û qet wî zimanî nizanîbe dê çawa ew ziman bibe aidê wî/wê an jî ew ê bibe aidê wî zimanî. Dibe ku zimanê mirovan bêyî daxwaz û îradeya wan hatibe qedexekirin, jibîrkirin û bişavtin. Dibe ku her gav ev ne sûcê wan be jî; belê dîsa jî heta ku zimanê mirovan ê ramanê ne zimanê maderî be, ew ziman nabe aidê wan. Ji bo wê ye ku bişavtin komkujiya herî erjeng, bêyom û bê exlaqî tê dîtin. Belê tiştê ku em behsa wê dikin ne bişaftin e; xwebişavtin e. Xwebişaftin ji bişaftinê xirabtir e. Heke mirovek ji hêla zimanê xwe yê maderî ve hatibe bişavtin û qet bi wî zimanî neaxivî be jî hê xwe ji wê neteweyê bihesibîne, wê çaxê ne hewce ye ku em behsa tundî û xirabûna bişaftinê bikin. Lewre li gor vê ferasetê; mirovek bi çi zimanî diaxive bila biaxive; belê xwe ji kîjan neteweyê dihesibîne û an dihîsîne ew dibe aidê wê neteweyê. Ev nihêrîn û vegotin ne zanistî ye û dûrî zanyariya civaknasiyê ye. Lewre aidîbûna newteweyî ne li gorî hestyariyê; li gor rêgez û rêbazên civaknasiyê pêk tê. Bo nimûne, kesekî/e ku tîrkî nizane belê dibêje: Ez tirk im; ez xwe tirk dihisînim”. Bera ew kes dibe tirk. Ev yek ji bo kurdekî ku kurdî nizane jî jî derbasdar e. Kurdîtî û tirkîtî ne bi xwînê, ne bi hest, ne bi ramanê, ne bîr û bîrdozê û ne jî bî bîr û baweriyê ve girêdayî ye; bi şert û mercên ku neteweyekê dike netewe ve girêdayî ye. Ew jî ziman e. Lewre ku ziman tune be, netewe jî tune ye.

Ziman, bi awayekî bêlayan belê bi her awayî di ser hemû bîr û bawerî, bîrdoz, feraset, raman, ol û çanda cîvakî re ye. Kî bi çi mebestê nêzîkî ziman bibe an bi çi awayî bi karbîne, ziman li gor wê diedile. Li vir ziman û raman (an jî bîrdoz) bi her awayî ji hevdû vediqetin. Dibe kesên ku bîrdoza wan ne yek be jî heman zimanî parve bikin û her wiha dibe kesên ku bîrdoza wan yek be jî heman zimanî parve nekin. Di aidîbûna neteweyê de zimanê hevpar esas were girtin jî di bîrdoz û ramana hevpar de ziman esas nayê girtin. Dibe kesên ji sedî sed fikra wan dijber heman zimanî parve bikin bi kar bînin. Her wiha dibe kesên xwediyê heman bîr û bîrdozê ne, zimanê wan ji hev cuda be.

Dema ku em hinekî bifikirin, em pê dihesin ku em bi agahdariya ku di destê me de ne difikirin. Dema ku em bi pirsgirêkekê re rû bi rû dimînin, em bi karanîna zanîna xwe ya heyî li çareseriyê digerin. Mirov dixwaze bizanibe. Ji bilî mirovan her tişt û mirov dixwazin bên naskirin. Her tiştê dervayî însan li gor hiş, têgihîştin, şiyan, tecrube, zanîn, amûr û niyeta mirov ji mirov re tê aşkerakirin. Ji wê gavê de ku mirov bizane çi dizane, dixwaze hîn zêdetir bizane û zanîna xwe bi kar bîne. Bi vî awayî “têgihiştin”, “ravekirin”, “kontrolkirin”, “guhertin-veguhertin”, “hilberîn”, “îcad” û “afirandin” derdikevin holê.

Zimanê maderî, nirxê herî hêja û hevpar ê civakê ye. Ziman, ji hemû bîrdoz, birûbawerî û ramyariyên şexsî pak û bêrî ye. Alava derbirin û ragihandina her nifş, kom û komiçkên civakê ye. Sazûmeneke azad û serbixwe ye. Ziman bi xwe ne hewcedarê tu kom û komiçk û komeleyan e; belê her kom, komiçk û komele hewcedarê zimên in. Ew deriyê gencîneya hemû nirx û nifşên civakê ye. Bêyî ziman tu kes nikare xwe bigihîne saziyên civakî û nikare hêjahiyên xwe yên çandî, hunerî û wêjeyî biparêze û pêşve bibe. Di qada jiyanê de cihê zimên cihê ye. Ziman bi xwe ne alî û ne jî aidê tu kesî ye. Belê her kes, takekes û civak aidê zimanê xwe ye û ji hêla zimanê xwe yê maderî ve teşeyeke çandî û civakî digire. Wekî ku tê zanîn, civakên ku bi zimanê xwe yê maderî ji bîr kirine, ji hêla civakî ve bêrêxistin û ji hêla perwerdehiyê ve jî paşmayî mane. Tiştê ku çand, huner, muzîk wêje û nixên mirov ên takekesî û civakî diparêze, dîsa zimanê mirov ê maderî ye.