28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman di aşê asîmîlasyonê de hêrandin

Ziman, axaftin, peyv… Mirovan bi dehan hezar sal berê kom bi kom qabîle bi qabîle dijiyan. Axaftin bêguman yek ji liv û tevgera mirovan a herî kevnare ye û li gorî lêkolînan jî bi pêşketina mirovan re axaftin jî gav bi gav pêş ketiye.
Li gorî lêkolîneran peyv, cara yekem bi alîkariya dengên xwezeyê ku wek onomatope tê binavkirin, derketine holê. Li gorî hinên din jî peyv di encama texlîtên dengê ajalan de yan jî di encama jest û mîmîkan de derketine holê û piştre jî vê yekê cihê xwe ji peyvan re hiştiye.
Bêguman her yek ji van tezan jî bingeha avakirina peyv ango axaftinê ye. Carinan bûye xweza, carinan bûye jest û mîmîk carinan jî ji dengê xwezayê feyz hatiye girtin.

Ji zimanê îşaretan ber bi axaftinê ve

Dawiya dawî nêzî 4 milyon sal berê mirovan ji zimanê bi îşaretan derbasî axaftinê bûn û diguhere. Di vê pêvajoyê de bi teknolojiya çêkirina amûran re pêşketinên girîng derketin holê. Yanî axaftin ango ziman ango peyv di serdema paleolîtîka jorîn a di navbera 50-10 hezar sal berê de pêk tê. Jixwe ev dem jî wek tê zanîn ku dema rêwîtiya yekem a ji Geliyê Rîfta Afrîkayê ye.

Axaftin: Têkiliya bingehîn

Fikirîn û axaftin taybetmendiyên mirovan ên herî balkêş in ku bi van, têkilî tên dayîn, çand tê avakirin û bi heman rengî mixabin tê xera kirin jî. Yanî têkiliya di navbera mirovan a herî bi bandor e ziman. Bingeha têkiliyê ya nebê nabe ye. Mirov encex zanebûn, tecrube û her wiha çanda xwe bêguman bi ziman dikare ji yên piştî xwe re bihêle.
Ziman, her çiqas ku wek kirûyeke sosyolojik xuya bike jî aliyên wê yên psikolojîk, biyolojik û çandî jî hene û divê hê zêdetir bên lêkolînkirin.

Teoriya psîkolîngusitîkî

Tê zanîn ku lêkolînerê amerîkî Noam Chomsky jî bi teoriya psîkolîngusitîkê dibêje ku her mirovek ji bo fêrbûna ziman bi awayekî genetîkî hatiye plankirin. Yanî zimanzan Chomsky dibeje ku zarok hê di zikê dayika xwe de xwedî kabîliyeta axaftinê ne. Bi vî awayî jî zarok di bin kîjan şert û mercan de be jî ger ku li derdoran wan hin kes biaxivin ew jî dest bi axaftinê dikin. Bi vê teoriyê em dikarin bêjin ku tu wateya ‘tabula Rassayê’ jî jixwe namîne.

Arkeolojiya ziman

Helbet têkildarî arkeolojiya ziman gelek tişt hene û bi hezaran tez û dozîne hatine avakirin. Lê bêguman tişta herî bingehîn ew e ku civak, çandê bi ziman hîn dibe. Wek rola sereke ya vî zimanî dide jiyîn jî dayik-jin bi xwe ye. Ji ber vê ye ku wekî zimanê dayikê, zimanê zikmakî û hwd. tê pênase kirin.

Aqilê serdest pêş dikeve

Ji berê heta niha bi boneya pêkhatin û pêşxistina ziman gelek tişt hatin kirin, gelek teorî û tez hatine nivîsandin. Lê mixabin her ku aqilê serdest pêşket têkilî û raya di navbera zimanan de, qels bû. Her roj ji roja din her ku çû pirengiya zimanan ji holê hat rakirin. Herî zêde jî hişmendiya mêtingeriyê ziman û çandên cuda tune kirin. Lê bêguman tu pergala serdest weke ya netewe dewletiyê ku pirçandî û pirengiya li ser cîhanê tune nekiriye. Rewşa herî xopan vê pergalê ava kir. Tekparêzî xiste dewrê, zimanên ne ji xwe, çandên ne wek ên xwe qirkirin, komkujî pêk anîn û di aşê asîmîlasyonê de hêrandin.

Hê jî nêzî 7 hezar ziman hene

Her çiqas ku ji ber sedemên wek şer, nexweşî, şewb û bapêşan hin ziman nemabin jî yên kû herî zêde ziman tunekirine mêrsalarî, mêtingerî, tekparêzî, polîtîkayên tunekirinê ne. Bi hezaran zimanên heyî her çiqas ku hatibin tunekirin jî hê jî li tevahiya cîhanê ji 7 hezaran zêdetir ziman hene û ev ziman îro li dijî mêtingerî, tekparêzî û bêguman li hemberî zimanên serdest jî ji bo ku winda nebin li ber xwe didin.
Yek ji van zimanan jî zimanê kurdî yê qedîm e. Di encama polîtîkayên netewe-dewletiyê de Kurdistan bû çar parçe. Ji komkujî û qirkirinan heta koçberkirin û asîmîlasyonê, kurd bi gelek bûyerên tunekirinê rû bi rû man û hê jî tên.

Zimanê kurdî li ber xwe dide

Li çar parçeyên Kurdistanê zimanê kurdî îro di bin polîtîkayên ereb, faris û tirkan de li ber xwe dide. Ev dewlet li gorî şert û mercên xwe kirasek li zimanê kurdî dikin. Li her parçeyekî Kurdistanê bi milyonan kurd hene û tu mafên wan ê bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin tune ye. Kurd bi salan e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe li ber xwe didin û berdelên pir giran didin, tên qirkirin.

Di bin banê Neteweyên Yekbûyî de Tevgera UNESCO’yê 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî yên Cîhanê bi armanca ku pirengiya zimanan bên parastin, îlan kir.
Lê mixabin îro kurd ji bo ziman, çand û hebûna xwe diparêzin li ber devê kêrê ne, lê ji van saziyên mafparêz ên navneteweyî ye re ne xem e.

Zimanê kurdî qedexe dikin

Di sedsala 21’emîn de stran, rojname, televizyon, pirtûkên me û çanda me tên qedexekirin lê ne xema van saziyên mafparêz e. Ji ber vê yekê jî divê kurd bibin yek û ziman, çand û hebûn û xwebûna xwe biparêz in.