6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

12 sal in kifşa cihê bûyera kuştina Akin nayê kirin

Derket holê ku bi hinceta ku “ewlehî neyê temînkirin” careke din kifşa cihê bûyera kuştina Yusuf Akin a ji aliyê leşkeran ve nehatiye kirin.

Di 20’ê kanûna 2011’an de leşkerên ku li gundê Deyrcemê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derketibûn operasyonê, welatiyê bi navê Yusuf Akin ku karê tesîsatê dikir kuştibûn û welatiyê bi navê Mehmet Eren jî birîndar kiribûn. Ji ber kuştin û birîndarkirina welatiyan der barê leşkerên tîmên taybet Kadîr Engîn O., Şenol T., Bahattîn Y., Yusuf Ertûgrûl K. û Dogan G. doz hatibû vekirin û ji wan biryara beratê hatibû dayîn.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi hinceta “binpêkirina mafên mirovan” biryara beraetê xera kiribû û dosyayê dîsa ji dadgeha xwecihî re şandibû. Li ser vê di 15’ê îlona 2022’yan de dîsa darizandina leşkerên tîmên taybet dest pê kir. Dadgehê du caran biryar da ku li cihê bûyerê kifş bê kirin. Lê derket holê ku li cihê bûyerê kifş nehatiye kirin.

Fermandariya Leşkeriyê ya Mêrdînê di 2’yê hezîranê de nivîs ji dadgehê re şandiye û ragihandiye ku ji bo şandeya dadgehê bikaribe kifş bike, li herêmê “temînkirina ewlehiyê ne guncav e.” Şandeya dadgehê, bi hinceta ku “şertên ewlehiyê dê neyên temînkirin” carek din li cihê bûyerê karûbarên kifşê nekir.

Parêzer Erdal Kuzu, der barê dozê de agahî da û destnîşan kir ku 12 sal in biryara kifşa li cihê bûyerê bi cih nayê û her car heman hincet tên nîşandan. Kuzu, anî ziman ku bersûcên tên darizandin leşker in û nivîs jî ji leşkeriyê tê xwestin û ev tişt got: “Heke 12 sal in tê angaştkirin ku nikaribin ewlehiya şandeya dadgehê ji bo kifşa cihê bûyerê temîn bikin, a rast tu tiştek ku mirov bêje tune ye.”