22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

140 roj in li Îranê dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kêm nebû

Li Rojhilat û Îranê serhildan didome. Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh 140 roj li pey xwe hişt, li bajarên Sine, Zahîdan, Beluçistanê û gelek herêmên din duh jî xelk dakete kolanan.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve destpêkiribû, duh 140 roj li pey xwe hişt. Ji bo dawî anîna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din ên civakê yên ku piştgiriya xwepêşandanan dikin, dike.

Duh li gundê Neneleî yê ser bajarê Sine, dijî binçavkirina mela Îbrahîm Kerîm û Loqman Emîn çalakiyeke nerazîbûnê hat lidarxistin. Her du melayan ji ber ku piştgirî da xwepêşandanan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Li Zahîdanê jî çalakiyên nerazîbûnê bê navber dewam dikin, duh çalakiyên mezin li bajarê Zahîdan ya ser navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê pêk hati. Di xwepêşandanan de cezayên darvekirinê hatin şermezarkirin û dijî desthilatê dirûşm hatin qîrîn. Ji bo dawîanîna nerazîbûnan, hêzên Îranê li herêmê hatine belavkirin û gelek noqteyên leşkerî ava kirin.

Bi nûnertiya ciwanên Sune ya Bakurê Îranê, daxuyaniyek hate dayîn û êrişên Îranê yên ser xwepêşanderan hate şermezarkirin. Ciwanan piştgirî da serhildana li Beluçistan û Kurdistanê.

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin; “Bi destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, ji Beluçistanê heya Kurdistanê yekîtiyeke dîrokî di nava gelan de ava bû.”

Li bajarê Abidan ya parêzegeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî, careke din çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Li gorî nûçeyeke Tora Mafê Mirovan, di rojên borî de herî kêm 11 kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Abidanê hatine binçavkirin.