7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

150 meh in li kujerê Roboskê digerin

Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, di meha 150’yemîn de diyar kir ku ronîkirina komkujiyê ji bo binpêkirinên din ên mafê jiyanê girîng e.

Li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di 28’ê kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 kes bi balafirên şer ên tirk hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 150 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê ku her 28’ê mehê ji bo hesaba komkujiyê bipirsin û kesên berpirsyartiya wan heye bên darizandin kom dibin, li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da.

Hewldanê di çalakiyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend. Yazmaci ewilî bal kişans ser bêhiqûqiyên ji komkujiya Roboskê ve hatine jiyîn.

Yazmaci, diyar kir ku ji bo berpirsyarên komkujiya Roboskê bê ronîkirin, divê bi hev re têkoşîn bê dayîn û ev tişt got: “Roboskê; ezmûna dewletê û desthilatê, şerma li ser vê axê, birîna nekewandî û lêgerîna edaletê ye. Rêya aştî û edaletê ya li ser vê axê, teqez û ewilî di Roboskê re derbas dibe. Derxistina holê ya berpirsyarên Komkujiya Roboskê, darizandina wan û cezagirtina berpirsyaran ji bo binpêkirina hemû mafên jiyanê gelek girîng e. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”