2 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15’ê Gulanê hawara zimanê kurdî

Xecê Şen

Rewşen Bedirxan, Dilîstan, Evîn Cîweleq û Şêbistan jî hem di nivîskariya Hawarê de hem jî di rêveberiya Hawarê de cih girtine. Di şert û mercên wan salên dijwar de jinên kurd pêşengîya rewşenbîriya kurdan kirine.

Di dîroka gelê kurd de gelek rojên pir girîng, watedar û pîroz hene. Ji wan rojan yek jî Roja Cejna Zimanê Kurdî anku 15’ê Gulanê ye. Belê, 15’ê Gulanê rojeke pir girîng û xwedî li dîrokeke xwe ya pir kûr, dûr û hûr heye. Dibe ku gelek mirov vê rojê tenê weke Roja Ceja Ziman bibine û jixwe divê were dîtin jî. Lê li gor baweriya min ev dê pênaseya wê kêm bimîne. Her wiha dema mirov ji hêla dîrokî ve li ser vê rojê  lêkolîn dike, di kûrahî û lêhûriya wê de diçe, mirov dibîne ku ev roj di rûpelên dîrokê de pêl bi pêl, di her şert û mercên serdemî de hebûn û xwebûna xwe domandiye, parastiye û ta îro aniye. Ev carînan bûye mijara filmê Textên Reş, carînan jî bûye mijara çîrokên Deqên Xemrîn li ser çermê laşen mirovan hatiye neqişkirin û carînan jî di rûpelên rojname û kovaran de bûye dengê hawara zimanê kurdî. Anku di her serdemê re bi awayekê hebûn xwe daye xuyakirin û bûye hawara xwenasînê.

Her wiha kovara Hawarê ji berî her tiştî Hawara zimanê kurdî û dîroka hebûna nasnameya zimanê kurdî ye. Her weku tê zanîn di 15’ê Gulana sala 1932’yan de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Nêrîvan. Kamûran Bedirxan û her wiha dilsozên zimanê Kurdî Qedrîcan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û Seydayê Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl, Şakir Fetah, Lawê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Şiyar, Bişarê Sergman, Reşîd Kurd Goran, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, Hevîndê Sorî, Pîrot û Lawêkî Kurd… Hawara zimanê kurdî ango kovara Hawarê li Şamê dest bi weşanê kiriye. Her wiha kovara Hawarê ji sala 1932’yan û heta sala 1943’yan weşana xwe domandiye. Ev zor girîng e ku di şert û mercên herî zehmet yên sûrgûnê de û bi derfetên herî kêm kovareke xwerû bi kurdî hatî derxistin û 11 salan jî weşanana xwe bidomîne. Ev bi  tena serê xwe navê heqîqeta hebûn-xwebûna dîroka kevintirîn a nasnameya netewî ya gelê kurd e. Jixwe dema ku mirov li navên pêşengên kovara Hawarê dinihêre mirov vê yeke baştirîn dibîne ku hemû ji welatên xwe sûrgûn bûne çûne Şamê ku bibin hawara zimanê kurdî û di heman demê de jî bûne hawara ziman, wêje û rewşenbiriya kurdî.

Bêguman ev hawar di heman demê de tê wateya hawara jinên kurd jî. Yan jî mirov dikare bibeje ku kovara Hawarê di encama hawara têkoşîna azadiya jinan a li dijî hişmendiya desthilatdaran derketiye holê? Ma gelo wê ev pênaseyeke şaş be? Li baweriya min dê tam jî wê pênaseyeke di cihê xwe de be. Lewra di xeta Hawarê de gelek şopên mezin ên jinan tê xuya kirin. Ji dîroka mirovahiyê ta niha jinan gelekî berxwedanên pîroz û watedar bi pêş xistine. Ji wan qadên têkoşîna jinên kurd yek jî di qada ronakbirî û rewşenbîriyê de rist û berxwedêriya jinan e. Dema ku mirov li ser koka dîroka ronakbîrî û rewşenbîriyê lêkolîn dike, di kûrahî û hûrbûnê wê de diçe, mirov baştir dibîne ku jinan di gelek qadên ronakbîrî û rewşenbîriyê de cîh girtine û birêvebiribe. Hêjayî gotinêye ku kovara Hawarê jî ji wan qadan e ku jinan hem nivîskariya wê kirine û hem jî di rêveberiya wê de cîh girtine. Jinan di rêveberiya kovarê de cîh girtine û bûne hawara jinan a bi hezar salan. Herwiha gelek jinên weke Rewşen Bedirxan, Dilîstan, Evîn Cîweleq û Şêbistan ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê kurdî, di avakirina lîtaratora wêje û rewşenbîriya kurdî ya netewî û navneteweyî de risteke mezin lîstine û xebatên pir pîroz kirine. Ev jî dide xuyakirin ku di Kovara Hawarê de û nivîskariya wê de tene mêran tê de cîh negirtine, ronakbîrî û rewşenbîrî kirine, di heman demê de jinên weku Rewşen Bedirxan, Dilîstan, Evîn Cîweleq û Şêbistan jî hem di nivîskariya hawarê de hem jî di rêveberiya Hawarê de cihî girtine. Ev cihê şanaziyê ye di şart û mercên wan salên dijwar de jinên kurd pêşengiya ronakbîrî û rewşenbîriya kurdan kirine.

Dîsa yek jî taybetmendiya kovara Hawarê ew e ku piştî çend çapan şûn de yekemcar e bi tîpên latînî, zimanê kurdî dest bi nivîs û weşangeriyê kiriye. Li gor ku me li ser elfabe û nivîsa kurdî kiriye, kovara Hawarê berî ku bi tîpên latînî dest bi weşanê bike, hemû kar û xebatên xwe yên ziman û wêjeya kurdî bi tîpên aramî anku (erebî) tê zanîn kirine. Îro jî zaravayên me yên kurdî; soranî, hewremanî, kêlhûrî û pehlewanî hwd. Bi tîp û elfabeya aramî ziman, wêje, perwerde û jiyana xwe didomînin. Mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku di vê wateyê de bi kovara Hawarê ya bi tîpên latînî hatî weşandin, her çiqas di ziman, wêjeya, kovargerî, rojnamegerî, ronakbîrî û rewşenbîriya kurdî de pêngaveke mezin pêk anîbe jî, lê li gor baweriya min ewqasî jî bûye sedema derketina nakokî û arîşeyên mezin a di navbera zimanê kurdî û kurdan e jî. Ev jî rastiyeke. Eger ku îro Gelê Kurd û saziyên kurdan ên her çar aliyên Kurdistanê ji hevdu fêm nakin, ji xebatên hevdu sûdê nagirin, hevdu xwedî nakin û hevdu dewlemend nakin jî sedema herî sereke ya mezin nebûna elfabeyek û nebûna pergaleke perwerdehiyê ya nehevpar e. Bêguman ev jî bûye sedema parçebûneke herî mezin. Eger ku waliyê Hewlêrê tê Amedê, ew û Hevserokên DEM Partî û KCD’ê bi tercumentiya bi zimanê tirkî hevdu pêşwazî dikin û pêywendiya xwe bi zimanê tirkî pêk tînin trajediya vê yekê ye. Ev jî şerma herî mezin a nezanîna zimanê xwe ye. Lê ji ber ku mijara me ne li ser arîşeyên ziman in ez ê nekevim vê mijarê. Lewre mijara me li ser kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî ye.

Belê Cejna Zimanê Kurdî, di her dîrokekî de heqîqeteke veşartî heye. Ce-jîn ce-jin jî pênaseya heqîqeta veşartî ya kurdan û taybetî jî ya jinên kurd e. Di her serdemê de weke sembol ji bo jîndayîn û jînweriya heqîqetê rojek tê diyar ku ew heqîqet her dem û dewran bijî û jîndewer bibe û di jiyana serdema nû de her bijî. Yek jî ji wan rojên heqane jî, heqîqeta 15’ê Gulanê roja derketina kovara Hawarê ya bi zimanê kurdî ye. Ji bo ku her sal li ser vê heqîqetê şîkar û şîroveyên nû yên girîngtirîn bên kirin, ji bo ku kar û xebatên hê mezintir ên pêşxistin û pêşdebirîna ji bo  zimanê kurdî bên kirin, pêwîstî bi pênaseyek nû ya serdemî hebû û ew pênase jî 15’ê Gulanê roja derxistina Kovara Hawarê anku hawara zimanê kurdî bû. Di encama kar û xebatên zimanê kurdî yên her çar aliyê Kurdistanê yên bi sedan salan û ji bo şênberiya van xebatên bi sedan salan ên serdemî de dîsa Hawara Zimanê Kurdî bi şêweyeke din weke Tevgera Ziman û Pewerdehiya bi Kurdî (TZPKurdî) di sala 2006’an de bi konferanseke ya ziman û wêjeya kurdî de hat îlan kirin. Di yêkemîn konferansa Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) de bi Komîteya Zimanê Kurdî ya KNKê ve hevpar 15’ê Gulanê roja derketina Kovara Hawarê weke Roja Cejna Ziman Kurdî hat îlan kirin. Ji sala 2006’an û ta niha her sal li seranserê her çar aliyê Kurdistanê û taybetî jî li Bakur Roja Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cihêreng û mitîngên girseyî ve tê pîrozkirin.

Ez jî 15’ê Gulanê roja cejna zimanê kurdî vê roja pir girîng, pir bi wate û pir pîroz di serî de li jinên kurd û gelê kurd pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku ev cejin bibe wesîleya azadiya zimanê kurdî û vîna azad a gelê kurd.