21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

16 rojnemeger hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî bi ser mala 22 kesan de girtin. Ji rojnamegerên hatine binçavkirin 16 jê ji hêla Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatin girtin. Ji rojnamegerên hatine girtin Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn şandin Girtîgeha Amedê.

Rojnamevan Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin

Malbat û rojnamevanên ku li pêşiya edliyeyê disekinîn daxuyanî dan û bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Berxwedan Jiyan e” biryar şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û da zanîn ku careke din bi derhiqûqiyê re rû bi rû ne û wiha got: “16 hempîşeyên me tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Ji salên 90’î heta niha tu rê neman ku we serî lê nedan lê belê we nekarî bi ser kevin. Hûn dê bi van operasyonên xwe jî nekarin bi ser kevin. Hûn dê nekarin bi biryarên kopy bike û bizeliqîne re hevalên me ji azadiya wan bêpar bihêlin. Em vê biryarê qebûl nakin û heta ku hevalên me tên berdan jî dê çalakiyên xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike” bi dawî bû.