4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

1‘ê nîsanê sersala gelê asûrî û suryanî ye

Her sal gelê asûrî û suryanî li deverên ku lê dimînin di 1’ê Nîsanê de pîrozbahiyên cejna Akîto pîroz dikin. Roja Înê 1’ê Nîsanê li gorî salnameya asûrî û suryanî serê salê ye û li gorî salnameya wan dibe sala 6772’an.

Bi vê boneyê partiya Yekitiya Suryanan û rêxistina Demokratîk a Asûriyan li rojavayê Kurdistanê 3 cih ji bo pîrozbahiyên cejna Akîto destnîşan kirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi munasebeta vê rojê 1’ê nîsanê ji bo cejna Akîtoyê ev roj wekî betlaneya fermî destnîşan kir.

Li gorî daxuyaniya hevbeş ya wan rêxistinan dê cejna Akîto li gundê Til Erbûş ê  Til Temirê , gundê Girêşêran ê Tirbespiyê û gundê Hekemiyê yê Dêrika Hemko werin pîrozkirin.

Li gorî hin dîroknasên suryaniyan, hersal di demsala biharê de gelên ku li mezopotamiyayê  dijîn ji Kurd, ereb û suryanan, cejnên biharê wek Newroz, Ekîto û Çarşema Sor pîroz dikin û ji ber wê jî dibe ku hemû cejnên biharê yên li deverê têne pîrozkirin, bingeh û jêderên wan yek bin.

Akîro jî wekî Newrozê tê wateya roja nû û destpêka biharê û bi heman şêweyî kesên ku vê cejnê pîroz dikin derdikevin nava xwezayê û kêf û şahiya hatina biharê dikin. Bi gotineke din newroz ji bo kurdan çi be, Akîto jî ji bo gelên asûrî û suryanî ew e.