3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 Keştiyên penaberan binav bûn 4 jê zarok 5 kes mirin

Keştiyên koçberên ku dixwestin ji Tirkiyeyê xwe bigihînin girava Yewnanistanê binav bûn. Di nav de pitikek 11 mehî jî, 4 jê zarok 5 kes mirin.

Du keştiyên cuda yên koçberên ku dixwestin ji aliyê Tirkiyê xwe bigihînin giraveke Yewnanîstanê binav bûn. Asayîşa Peravê ya Yewnanîstanê ragihand ku di encama binavbûna keştiyên koçberan de li Bakurê Rojhilatê Girava Mîdîllî 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî hatine rizgarkirin.

Berdevkê Ewlehiya Peravên Yewnanîstanê Nikos Alexiou da zanîn ku zarokek 8 salî û keçek 14 û yeke 8 salî û pitikek keç din a 11 mehî hene. Nikos Alexiou îdia kir ku bûyer di nav avên axa Tirkiyeyê de qewimiye, lê Ewlehiya Peravê ya Tirkiyeyê operasyoneke rizgarkirinê organîze nekir. Ji ber vê yekê Nikos Aexiou diyar kir ku boteke dewriyeyê ya Yewnanîstanê koçber rizgar kirine.

Hat diyarkirin ku kesên ku di qezayê de birîndar bûn rakirin Bendera Mytilene ya Mîdîllî û ji wir jî sewqî nexweşxaneyeke herêmê hatin kirin.