27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

211 roj e li aqûbeta Silêman Ehmed tê pirsîn

211 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê Asayîşa PDK’ ve hatiye revandin, nayê girtin.

211 roj e rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû ku wan çend caran ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kiribûn lê Asayîşa Dihokê hevdîtinan asteng dike.

Parêzer Narîman Ehmed Reşîd destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: “Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne.”

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsşd a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 211 roj e agahî jê nayên girtin.