2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

219 roj e Silêman Ehmed dîl tê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 219 roj e ji alî asayîşa PDK’ê ve rehîn tê girtin û piştî 7 mehan cara pêşî parêzeran pê re hevdîtin kir

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya Rojnews de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen der barê hevdîtina li gel Silêman de agahî da Rojnews û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike”.

Parêzer Beşdar Hesen teqez kir ku niha li gor madeya 1 a yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Her wiha Parêzer Beşdar Hesen got; “Em ê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”a