3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê sê wekîlan derxînin û dengên me wê ji ber jî bimînin’

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Der barê hilbijartinê de, nerînên tevan yek in. Jixwe gelemperî tevahiya kurdan, nexasim jî colemêrgî, navê partiya destekê didinê hilnadin. Tevdek dibêjin "partiya me"

Colemêrgiyek dibêje: “em ê sê wekîlan ji Colemêrgê derînin û dengê me wê ji ber jî bimînin. Heke hejmara wekîlan çar bûya, dengên me yên zêde wê têra yê çarem jî bikira.

Du navê Colemêrgê hene. Navê wê yê din Hekarî ye. Lêkolîner dibêjin, Hekarî tê wateya “xaka-arî” di qinyata min de jî, navê duyem ê berbelav û yê rastîn e. Lê axir me carekê gotiye “piroda” û hey piroda! Ê de bavo bila wiha be. Ji eqsa, dewlet “Hakkarî” bi kar tîne em jî berdewam bikin bibêjin Colemêrg.

Belê Colemêrg, dilê welatê me ye û her dem bûye alhilgirê doza berxwedana kurdan û tu car ev al li erdê nexistine. Belaeqs, her dem berz û bilind kirine. Heke em xwe tûşî derya dîroka Colemêrgê bikin, em ê di nav de bifetisin. Loma jî em hema ji hilbijartina sala 1999’an vir ve, wekî kronolojîk ber çav re derbas bikin.

Di hilbijartina şaredariyê ya sala 1999’an de partiya HADEP’ê ya li ser xeta HDP’ê bi rêjeya ji sedî 55,78 deng wergirt û şardedarî bi destxist. Ew dem û ev çax her şaredarî di destê partiyên kurdan ên li ser xeta HDP’ê de ye. Heçî hilbijartina parlementeriyê ye, dîsa Colemêrgê timî bi rêjeyeke zêde dengê xwe dane partiya kurdan. Jixwe li tevahiya bajarên kurdan, her wiha li metrolên Tirkiyeyê, tu kes navê partiya dengê xwe didê bi lêv nake. Di şûna nav de, dibêjin “partiya me”

Di hilbijartina 2007’an namzetê serbixwe ji sedî 52,2 yê dengan werdigre û 1 parlementerî dişîne meclîsê lê AKP bi rêjeya sedî 33,5 dengan 2 parlementeran bi dest dixe.

Di hilbijartina 2011’an de, dîsa wekî namzetên serbixwe ji sedî 79,82yê dengan werdigre û her sê parlementeran dişînin meclîsê.

Di hilbijartina sala 2015’an de HDP wekî partî dikeve hilnijartinê. Li tevahiya welêt serkeftineke mezin bi dest dixîne. Dîwarê bendê hildiweşîne. Li Colemêrgê jî, bi rêjeya ji sedî 84,8 dengan werdigre û dîsa her sê parlementeran dişîne meclîsê.

Di hilbijartina sala 2018’an de jî, dîsa HDP weke partî dikeve hilbijartinê û ji sedî 70,1 dengan werdigre û dîsa her sê parlementeran bi dest dixîne. Lê vê carê bi hinceta dengên li derveyî welêt, ango bi dekûdolaban yekî ji HDP distînin.

Ji bo hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan jî, Colemêrga keleha kurdayetiyê, xwe ji serkeftineke qerase re amade dike. Colemêrg, bi 4 navçe, 3 bajarok û 139 gundên xwe wê tev li hilbijartinê bibe.

Namzetên Partiya Çepên Kesk ev in: 1 Vezîr Coşkûn Parlak, 2 Oznûr Bartin, 3 Onur Duşunmez.

Rêwîtiya ber bi Colemêrgê ve

Ji Wanê dikevim rê û diçim Colemêrgê. Di jiyana xwe de cara pêşîn e ez diçim Colemêrgê. Ber êvarê, ez navçeya Elbaka Wanê derbas dikim. Li ser milê min ê çepê, li ser bilindahiya çiyê, qereqolên Îranê tên dîtin. Gundên kurdan ên rojhilat jî eyan tên dîtin. Ji helbesta Ahmed Arîf a navdar Sî û sê Gule, bendek tê bîra min: Em kirîbên hev in/em birayên hev in/xwîna me yek e/gundên pêşber, bi deştên xwe, bi serê salan e me keç dane hev/em cîranên miqabilî hev in/mirîşkên me tev li hev dibin…

Belê. Nola gorbihişt Ahmed Arîf jî dibêje, pasaport li dilê me rûneniştiye û mirîşkên me tev li hev dibûn. Lê mixabîn niha ev her du dewletan ew çend leşker û alavê teknîkê li vî alî û li wî alîyê sînor bi cih kirine, êdî bi pasaportê jî em nikarin derbas bibin. Heta mirîşkê me yên reben jî nikarin werin li ba hev.

Nexasim jî li hêla vi alî hema hema li her gundî nuxteyên lêgerînê hene. Her çiqas di devê eydê de lêgerîn sist kiribe jî lê dîsa meriv ji lêpirsîna wan a pilore dikerixe.

Belê. Di sala 1514’an de, li van deran şerê Çardêranê (Çaldiran) pêk hat û bi destega kurdan, Yawiz Sultanê Osmanî li hember Şah Smaîlê Sefawî bi ser ket. Tiştê ji wê setkeftinê para kurdan ket jî: sînorê li ser dilê welatê me, xwîn, hêstirên çavan, Sî û sê Gulle, Roboskî û ywd.

Bi van hestan ez çemê Zapê, didim li ser milê çepê û daxilî nava erda Colemêrgê dibim. Geliyên teng û kûr, çiyayên bilind û asê meriv derdixîne rêwîtiyeke bi efsûn û sêhrawî.

Colemêrg

Roj li ber ava xwe digihînim navenda bajêr. Colemêrg, bajarekî paqij e. Xelkê wê bi esalet e. Cil û bergê wan paqij in. Merivên nazik û rûken in. Hema ketober tu li deriyê kîjan malê bidî, ew mazûbanê te ye. Bê fikar, daxilî malê bibe.

Der barê hilbijartinê de, nerînên tevan yek in. Jixwe gelemperî tevahiya kurdan, nexasim jî colemêrgî, navê partiya destekê didinê hilnadin. Tevdek dibêjin “partiya me”

Lêxwedîderketin ew çend berbalav e, êdî pirskirina hin pirsan jî bê wate dibe. Heke meriv dîkekî mirîşkan jî li Colemêrgê li hember partiyên pergalê namzet nîşan bide, şik jê re tune ku ew ê bi rêjeyeke bilind bi ser keve. (ez bi fikar dibêjim dîkê mirîşkan. Lewra ditirsim hevalên jin bibêjin, heval tu zayendparêziyê dikî, em te şermezar dikin)

Belê dîsa jî ji bo edet were cih, ez dipirsim ka şansê Partiya Çepên Kesk çiqas e? Welatiyekî colemêrgî dibêje “di zena min de, wê dengê me ji ber sê namzetan bimîne. Heke hejmara namzetan çar bûya, dengê me yê ji ber dimîne ew ê têra yè çaremîn jî bikira”

Ez pêşî li ber nakevim. Paşê ji nişkê ve tiqîna ken bi min dikeve. Hema yek car zêr tê bîra min. Belê, belê. Zêrê zer ê som tê bîra min. Tedît ew zêrê xas. Nebêjin çi eleqe!? Eleqe ev e. Heke meriv kurdbûyina colemêrgiyan bi rêjeya zêr bipîve, kurdîtiya colemêrgiyan zêre zer ê som ê 24 eyar e.

Piştî fitarê ez diçim buroya Partiya Çepên Kesk. Meriv gava diçe avahiya partiyên kurdan, meriv dibêje xwezî sê destê min hebûna. Destekî min miqîm li hewaye û hema hey xêrhatinê dibersivînim.

Di vê navberê de

ê Partiya Çepên Kesk (vî navê dirêj malik li min viritand. Ma gelo bi kurtasî hema ez bibêjim PÇK çênabe? Niç! Çênabe. Le hema xwedê neke (yan jî çi zanim bila hema xwedê bike jî) bê hemd ji dêlva tîpa “ç” ez zir “k”yekê binivısim! A wa ye ez nabim serebebê hefteklêxistina partiya PÇK a heft rokî, gelo!) Namzetê ciwan, ê hema hema ji nifşê Z (z kuşaxi) Wezîr Coşkûn Parlak tê em li hev dipirsin. Devê wî li belika guhê wî ye. Di dilê xwe de dibêjim “de bikeneee! Çima na! Heke tiştekî awarte neqewime, we hersê namzet jî mîsoger kirine. Heta çi heyf, hejmara namzetan ne çar in”

Berî biçim Colemêrgê, ez telefona hevserokê HDP’ê ji hevalên rojnameger ên li Wanê distînim. Ez dibêjim gelo ji bo ez nivîsa Mûşê binivîsim biçim otêlê yan ez li hevserok bigerim û biçim malekê. Biryarê didim biçim otêlê. Ji apê gogilê telefona otêla mala memosteyan dipirsim. Di wê hênê de yê li kêleka min a rastê ji min re dibêje tu mêvanê min î. Ez nizanim kî ye û çi kese jî.

Li malê, wêneyê malbatê yê hilawistî raber min dike. Wêne qerebalixe. Nexasim xortekî raber min dike. Dibê “ev e kurê min e. Heyşt sal in li çiyê ye.” Li min dinêre. Gul li rûyan vedibe.

Li ser goristanê

Sibe cejn e. Mazûbanê min, seherê min hişyar nake û bi dizîka diçe nimêja cejnê. Diyar bi xuyê me dizane. Heke bangî min bikira, ji bo xatirê wî jî bima ez ê biçûbama nimêja cejnê.

Hasilî kelam. Êrişên Îşîdê, bêdengiya dewletên misliman, lingê min bi tûmerî ji mizgeftan birî. Niha jî wek deîst dizanim. Hinekî zerdeştî, hinekî êzdî û hinekî jî yaresanî filan û bêvan û batirxan!

Belê mazûbanê min ji nimêjê vedigere. Berî cejna maliyan pîroz bike, em derdikevin berê xwe didin li ser goristana şehîdan.

Goristan qerebalix e. Serdana wê jî qerebalix e; ax li erdê nakeve. Ji bo ez pê li tirbekê nekim, bi hurmetî û rêzdarî dimeşim. Goristan ne serî ye ne jî binî. Li ser hin tirbên şehîdan, gulên guldexûn li ser berxên diyên xwe stûxar in. Kî dikare bibêje, ev gulên stûxar yên guldexûnê ne dayikên kurd bi xwe ne!?

Hey xwedê! Gelo miletekî din weke kurdan heye ku bi hezaran sal in, di ber erd û ava xwe de, di ber rûmet û azadiya xwe de, ew qas can dabe? Deng  nehat min. Te got çi, xwedê?!