11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin

Kedkarên înşeatê yên firmayên Koma Şîrketan a Îzomas û YDA’yê ji ber mafên wan hatine xespkirin, bi pêşengiya Dev Yapi Îşê dest bi çalakiyê kirin

Kedkarên înşeatê yên firmayên Koma Şîrketan a Îzomas û YDA’yê li pêşiya şantiyeya Navenda Fînansê ya Halkbankê ya li Ataşehîrê, bi pêşengtiya Sendîkaya Devrîmci Yapi, Înşaat û Rêyê (Dev Yapi Îş) dest bi çalakiyê kirin. Karkeran bi daxwaza tezmînatê, ji ber keda zêde heqdestê xwe bistînin, ji bo mafê wan ê bêhnvedanê û sîgorteya wan li ser mûçeya asgarî bê razandin, çalakî li dar xistin.

Karkeran pêşmalkên li ser “Karkerên înşeatê ne kole ne” dinîvîsand li xwe kirin û bi pêşîgirtina avahiyê fîrmayê dest bi çalakiyê kirin. Çalakvanan pankarta “Em ê heya mafên xwe bi dest bixin li ber xwe bidin” hilgirtin. Karkeran di çalakiyê de dirûşmên “Mûçe maf e, nayê xespkirin” , “Em ê bi berxedanê bi ser bikevin” berz kirin û bi lêdana baretan û rûniştinê çalakiya xwe domandin.

Em ê vê derê neterkînin

Di çalakiyê de karkerê înşeatê Yûnûs Ozgur axivî û anî ziman ku Koma Şîrketên Îzomasê û firmaya YDA mafên wan xesp dikin. Ozgur da zanîn ku ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî: “Em karkerên Şantiyeya Navenda Fînansê ya Halkbankê ne. Ev fîrma derqanûnî tevdigerin. Mafên karkeran xesp dikin. Heta em mafên xwe bi dest dixin dê vê derê neterikînin.”