7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em li Semsûrê ji bo parlementerê sêyemîn dixebitin’ 

Çiqas nêzî avahiyan dibim didînim ku ne yek du hemû avahiyan xisarên mezin dîtine. Di tu avahiyan de nîşaneya jiyanê nîn e. Kuçe û bexçeyên avahiyan ji mirovan xalî bûne. Tenê li kolanên mezin çend mirov hene. Bi vî halê xwe bajêr dişibe keseke di sekeratê de.

Dîroka Semsûrê ji 4 hezar sal pêşiya zayînê dest pê dike. Semsûr ji gelek şaristaniyên weke hîtît, hûrî, mîtanî, asûr, ûrartû, babîl, pers û hwd. re mazûvanî kiriye. Her wiha di dema Îskender de çanda helenîzmê li ser Semsûrê bandor kiriye.

Piştî ku dewleta osmanî hilweşiyaye weke gelek bajarên Kurdistanê bajarê Semsûrê jî bi Peymana Lozanê di nav sînorên Tirkiyeyê de hatiye hiştin. Di sala 1954’an bi biryara ku Meclisa Tirkiyeyê girtiye Semsûr statuya bajar girtiye. Bi gelemperî şêniyên Semsûrê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Titûna Semsûrê û 25 cure tiriyên ku li Semsûrê çandiniya wan tê kirin navdar in.

Bajarê kurdan e

Semsûr hem ji aliyê dîrok û çanda xwe ve hem jî netewbûna xwe ve bajarekî Kurdistanê ye. Li Semsûrê rêjeya kurmanc û kirmanca zêde ye. Hejmara kesên ku ji elewitiyê bawer dikin zêde ye. Ji ber baweriya wan an na nizanim lê dema ku bi semsûriyan re diaxivim ji ber tevger û devoka wan xwe li Vartoyê hîs dikim.  Li Semsûrê terîqeta Menzîlê piştgirî dide AKP’ê lê ji aliyê gel ve nayê hezkirin.

Li gorî rêvebirina Tirkiyeyê her çar salan careke parlementerên dê li Meclisa Tirkiyeyê nûnertiya welatiyan bikin tên hilbijartin. Li gorî nifûsa bajaran parlamenter ango nûnerên bajaran tên diyarkirin. Bajarê Semsûrê ji 9 navçeyan pêk tê û li gorî daneyên destpêka sala 2023’yan ên ku TUIK’ê amade kirine nifûsa bajar 635 hezar û 169 kes in.

Tevlêbûna hilbijartinê

Weke ku me li jor jî anî ziman Semsûr di sala 1954’an de bû bajar û di sala 1957’an de jî bi 5 parlementeran tev li hilbijatinê bû. Semsûr bi rêjeya nifûsa xwe her çiqas di sala 1999’an 6 parlementeran şandibe meclisê jî niha halîhazir dikare 5 parlementeran derbixe.

Ji 2002’yan ango ji destpêka tevlêbûna AKP’ê ya hilbijartinan ji 5 namzetên parlementeriyê 4 jê AKP digire. Di sala 2015’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlementerek derxist. Di sala 2018’an de dîsa 4 parlementerên ji AKP’ê yek jî ji CHP’ê hate hilbijartin.

Di sala 2018’an de bi tevahî 406 hezar û 382 kesên ku dikaribûn deng bi kar bînin li Semsûrê dijiyan. Lê di hilbijatinê de bi rêjaya ji sedî 86.67, 343 hezar û 515 kesan deng bi kar anî.

Ji ber demografyaya Semsûrê hema bibêjin alîgirên hemû partiyên siyasî hene. Li navenda Semsûrê ku di hilbijartina parlementeriyê ya dawî de ji 80 hezarî zêdetir deng hatin bikaranîn de AKP’ê tevî ku ji sedî 13.91 deng winda kir jî ji sedî 49 deng girt. HDP’ê jî li gelemperiya Semsûrê ji sedî 19 deng girt.

Erdhej û hilbijartin

Weke tê zanîn di 6’ê sibatê de li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê erdhej pêk hatin. Li gorî daneyên fermî ji 50 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest da. Lê hejmara ku li bajaran tê gotin û hejmara gorên ku hatine vekirin ji hejmara fermî pir zêdetir e.

Di erdhejê de yek ji bajarê ku herî zêde bandor girt Semsûr bû. Bi rojan saziyên dewletê neçûn hewara erdhejzedeyan. Ev rewş weke gelek bajarên din rastî bertekên welatiyan  hat.  Li Semsûrê welatiyan bi gotinên ‘dewlet têk çûye’ nêrîn û hêrsa xwe ya li dijî hikumetê dianîn ziman.

Namezetên partiyan

Di vê rewşa heyî de dê di 14’ê gulanê de welatî ji bo parlemento û serokkomar hilbijêrin li Tirkiye û bajarên Kurdistanê biçin ser sindoqan û deng bi kar bînin. Ji bo hilbijatinê di nav namzetên ku AKP’ê diyar kirine de qet jin tune ne.

MHP di hilbijrtina dawî de li gorî salên borî rêjeya xwe ya dengan 4 qat zêdetir kiribû. Li gorî MHP’yiyên sedema vê yekê Selîm Çakir bû. Lê di vê hilbijartinê de navê Çakir di lîsteyê de tune ye û li gorî îdiayan ev rewş wê deng bide windakirin.

Partiya Çepên Kesk ji bo nûnertiya wekhev a jin û mêran pergala fermûarê pêk anî. Lê li bajarê Semsûrê tevî ku di nav namzetan de 2 jin hene jî ev pergal di wateya xwe de nehatiye pêkanîn.

Bajarê hilweşiyayî

Em jî ji bo rewşa Semsûrê û atmosfera hilbijartinê fêr bibin berê xwe didin bajarê hilweşiyayî. Dema pêşî dikevim bajar li benda avahiyên hilweşiyayî me lê hejmareke mezin avahî li ser piyan in. Ez dikevim gumana dîmenên ku hatine parvekirin. Lê çiqas nêzî avahiyan dibim didînim ku ne yek du hemû avahiyan xisarên mezin dîtine. Di tu avahiyan de nîşaneya jiyanê nîn e. Kuçe û bexçeyên avahiyan ji mirovan xalî bûne. Tenê li kolanên mezin çend mirov hene. Bi vî halê xwe bajêr dişibe keseke di sekeratê de.

Semsûr di seat 04: 17’an de ma ye

Li Semsûrê pir kêm avahî hene ku nehatine xwarê lê ew avahiyên nehatinê xwar jî xisareke mezin girtine. Li hemû tax û kolanên Semsûrê dimênên biêş hene. Seata bajêr a navenda Semsûrê ku yek jî nîşana vî bajarê ye seat di 04.17’an de maye û dimenê wê seatê çîroka vî bajarî ya piştî erdhejê bi avayekî zelal dide xuyakirin. Ew bajarê hilweşiyayî di nav êşên xwe de hilbijartinên 14’ê gulanê pêşwazî dike, maxdurên erdhejê yên vî bajarî jî benda hilbijartinê ne. Êrê li Semsûrê mirov nikarê qala atmosfera hilbijartinê bike ji ber ku gel di nav êş û neçariya xwe ya piştî erdhejê de dijîn lê maxdurên erdhejê yên Semsûrê ku em li komçadir û kolanan bi wan re axivîn diyar dikin ku ew ê di hilbijartinê de dê hesab ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin.

Li navenda Semsûrê hevalek tê min digire û dibe komçadira Narlikûyûyê. Piştî xwarinê em berê xwe didin buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk. Li wir welatiyên ku rûniştine re sohbet dikim. Kesên ku diaxivin baweriya xwe ya ji Partiya Çepên Kesk tînin ziman.

Çalakiyên herî mezin

Piştî axaftinên bi wan re fêr dibim ku semsûrî xwe zêde tev li çalakiyên partiyan nakin. Hevalê Şerîf ku xwemxurekî zimanê kurdî ye dibê ku semsûrî cara yekemîn ji bo Kobanê bi girseyî kom bûn û piştgiriya xwe ya bi têkoşîna kurdan dan nîşan. Cara duyemîn di dema hilbijartina serokkomarî ya 2018’an de di mîtînga Selahattîn Demîrtaş de li hev kom bûn. Li gorî axaftinên wî cara sêyemîn jî çend roj berê bi hatina Kemal Kiliçdaroglû girse li hev kom bûye. Kombûna gel nîşaneya şikestina baweriya ji Erdogan e. Erdogan bi rêjeyeke mezin hatibû hilbijartin lê diyar e ku dê êdî nikaribe weke berê ji vir deng bigire. Yek ji hevalê ku em sohbet dikin dibê ‘Tevî ku Semsûr weke qeleya AKP’ê tê zanîn jî Erdogan di vê hilbijartinê de nikare ji sedî 45 derbas bibe’.

‘Em ê du namzetan bişînin parlementoyê’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Zeynep Karadogan  der barê hilbijartê û rewşa welatiyên Semsûrê de ev tişt anî ziman: “Dema em diçin nav gel wê germahiya wan a li hemberî Partiya Çepên Kesk dibînin. Hilbijêrên HDP’ê li Semsûrê hene lê bandora alîkariyên ku ji erdhejzedeyan re şandin  li  vir xwedî bandoreke gelek mezin e. Me tu logo an jî nîşaneya partiya xwe li ser koliyên alîkariyê nexistin. Lê gel bixwe dizanibû ev alîkarî ji ku tên. Niha dema em diçin serdana gel jî em daxwaza dengê wan nakin lê ew bixwe pêwistî bi guherînê dibînin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku di vê hilbijartinê de herî kêm du parlementeran bişînin parlementoyê.”

‘Kesên koç kirine bila xwe bigihînin me’

Namzetê parlementer ê Partiya Çepên Kesk Îzzet Karadag ê rêza duyemîn ji bo hilbijartina ku dê pêk were da zanîn ku ew bi coşeke mezin ji aliyê gel ve tên pêşwazîkirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku di erdhejê de ji dewletê zûtir me xwe gihand erdhejzedeyan, me ji nêz ve naskirin û nêrînên wan ên li hemberî me bi awyeke erênî guherîn. Li gorî çavdêriyên me em ê li vir karibin sê parlementeran bişînin meclisê. Li ser vê yekê em niha xebatên xwe ji bo parlementerê sêyemîn dimeşînin. “

Îzzet  Karadag, ji bo kesên ku neçar mane ji Semsûrê derketine jî wiha got: “Em dizanin ku gelek kes neçar mane ji bajar koç kirine. Lê em bang li wan kesan dikin ku bila xwe bi hejmarên me yên ku me li ser medyaya dijîtal parvekiriye xwe bigihînin me. Em ê hewl bidin wan ji cihê ku li wir in bigihînin ser sindoqan.”

‘Heke têk biçe ez ê sê rojan rojî bigirim’

Ji gel buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk berê xwe didim kolanên hilweşiyayî. Di nav kolanan de çend konên ku ji aliyê Çînê ve hatine şandin bala min dikşînin. Dema ber bi wan ve diçim dayikek ku temenê wê ji 70 derbas kiriye li min dinêre. Hinek bi teredut bi tirkî jê re dibêm merheba lê ew bersiva min bir kurdî dide û dibê ‘merheba, were rûnê xuçê’. Bi şerma ku ji zimanê min bi kar anî li ser mîndera sor a ku dirêjê min dike rûndinêm. Bi pêşdaraziya ku dayik AKP’î ye pêşî behsa erdhejê dikim û rewşa malbata wê dipirsim. Dû re li der dora mijara xwe digerim û dibêm wê tu ji bo serokkomariyê dengê xwe bidî kê. Dayik gotinê tîne ser mijara min û dibê ‘Vê carê em ê dengê xwe bidin CHP’ê’ pişt re bi awayeke bi guman dibê ‘ma yê me nadin Kiliçdaroglû’. Bi erêkirina gotina wê axaftina xwe wiha didomîne: “Em gelek ji serokkomar aciz in. Gunehê vî gelê tev di stûyê wî de ye. Heke Kiliçdaroglû bi ser keve ez ê sê rojan rojî bigirim’. Ez dibêm ez ê gotina te binivîsim dibê temam lê dikim nakim nahêle ez wêneyê wê bikşînim û paşnavê xwe ji min re nabê. Tenê dibê navê min Têlî ye û dibê bibêje ‘heke ew tek biçe dê dayika Têlî sê rojan rojî bigire’.