3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêrsa nijadperestiyê, çav tarî kiriye

Aras Qasim

Exlaqê sporê danin aliyekî. Yên li pêşberî xwe jî ne lîstokvan lê dijmin dibînin. Ew bi çavê dijminahiyê li kurdan hemûyan mêze dikin. Ferq tu ne ku tîma fotbolê be yan jî şervanekî kurd be. Ji bo desthilatdar hişmendiya xwe bimeşîne fitineyê dixe navbera pêkhateyan.

2004’an li bajarê Qamişlo maçek di navbera tîma Fetiwê ya Dêrazorê û Tîma Cîhad ya Qamişlo de pêk hat.

Lê cemawerên ku ji Dêrazorê hatin, hazirtiya xwe û pevçûnekê kir. Piştî ku gihiştin lîstikgehê û maçê dest pê kir, gotinên nexweş ji rêberên kurdan re kirin. Vê yekê hişt ku şer di navbera wan de derkeve.

Rêjîma Beas li şûna ku wan ji hev veke, bi destê pêkhateyên ereb li dijî kurdan gule bi kar anîn. 30 ciwanên kurd hatin şehîdxistin, ji ber vê yekê ji Dêrika Hemko ya heya Efrînê kurd daketin kolanan û yekbûna xwe nîşan dan.

Di qada sporê de, dijminahiya wiha kêm hatiye dîtin. Ev birîn nehatin ji bîr kirin û ne ya dawî bû. Li Bûrsaya Tirkiyeyê, ev hişmendî 5 sibatê di lîstika fûtbolê ya di navbera tîma Amedspor û Bûrsasporê de derket holê.

Cemawerên Bursasporê wêneyên kujerên kurdan bilind kirin û gotinên nexweş gotin. Ev yek diyar dike ku berî lîstikê hazirtiya xwe ya pevçûnê kirin.

Li derdora sehayê gelek polîs hebûn, alîgirên Bursasporê lîstikvanên Amedsporê hedef girtin. Polîsên rejîma faşîst yên ji bo ewlekariyê li wir bûn, tenê bi temaşekirinê re man.

Beriya vê lîstika fûtbolê li bakurê Kurdistanê nerazîbûn dijî xemsariya dewelta tirk li himberî erdhejê hebû. Gelek partî û welatiyan doza istîfakirinê li berpirs û hikumetê dikir. Rêjîma AKP-MHP’ê dixwaze bi vê bûyerê milet mijûlî tiştekî din bike. Ew bi van kiryaran dixwazin atmosfereke tirsê bidin avakirin.

Ji hişmendiya van desthilatdaran diyar dibe ku dixwazin bi her awayî kurdan tune bikin. Vê yekê jî bi riya nakokiyên di nava pêkhateyan bi kar tînin. Divê miletê kurd bi hev re li hember xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin raweste.