18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdegirtina gundan peyama şer e

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrdînê Prz. Lokman Emen der barê îşkenceya li gundê Marînê de nirxandinên girîng kir û got: “Dema em çûn gund gundî di şoqê de bûn. Diyar kirin ku heta niha hovîtiyek wisa li gundiyan nehatiye kirin.’ Serdegirtina gundan peyama şer e."

Leşkeran di 9’ê Tîrmehê de bi ser gundê Marînê ya navçeya Nisêbînê de girt. Di serdegirtina gund de îşkence li welatiyan kir û dest danîn ser 3 kesên ku temenê wan di navbera 15 û 77’an de bûn. Leşkeran di serdegirtina gund de neheqî li welatiyan kir û gef li welatiyan xwar. Di serdegirtina malan de B.A. (15), R.A., S.A. û A.O. li malê bi saetan hatine derbkirin û bi heqaret û gefxwarinê îşkence li wan hat kirin.

Piştî leşkeran bi ser gund de girt û welatî binçav kirin,  Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê heyetek ava kir û çûn li gund lêkolîn kirin. Heyeta OHD’ê piştî lêkolînê raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. OHD’ê di raporê de destnîşan kir ku gef li jinan hatiye xwarin, tacîza zayendî û heqaret li wan hatiye kirin. OHD’ê di raporê de da zanîn ku bi hinceta H.A. ya 77 salî bi kurdî axivî, heqaret lê hatine kirin û hişyarî lê hatiye kirin ku bi kurdî neaxive. OHD’ê destnîşan kir ku leşker bi pêlav û kuçikan ketina malan û wiha cih da raporê: “Tevî ku derbarê B.A. (15), N.O. û G.A. de biryara binçavkirinê nîne jî piştî lêgerînê bi awayekî neheq ew jî birine qereqolê nêzî 2 saetan li ber deriyê qereqolê di nava wesayîtê de hatine hiştin û bêyî ku tu kirariyan bikin hatine berdan.”

Gundî di şoqê de bûn

Têkildarî serdegirtina gundê Marînê de Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrdînê Parêzer Lokman Emen ku çû li gund lêkolîn kir,  çavdêriyên xwe parve kir û wiha got: “Dema em çûn gund, gundî di şoqê de bûn. Tirs li ser gundiyan tune bû. Lê ketibûn şoqê. Digotin ‘Heta niha leşkeran gelek caran girtiye ser malan. Gelek caran êrîş kiriye. Lê êrîşa vê carê gellekî hovane bû.’ Ji ber vê yekê gundî ketibûn şoqê. Ya girîng jî herî zêde min halê şoqê di ruyê zarokan de dît. Halekî ku pênaseya wê nayê kirin di wecê zarokan de xuya dibû. Wecekî matmayî hebû. Hewl didan ku wate bidin vê serdegirtina leşkeran. Ev derûnî û şoq dê di siberoja wan, karekter û jiyana wan de şopek neyînî ava bike.”

Îşkence sûc e

Hevserokê OHD’ê Prz. Lokman Emen li ser îşkenceya ku li welatiyan hatiye kirin jî rawestiya u wiha berdewam kir: “Îşkence hem li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ku Tirkiyeyê îmze kiriye û hem jî li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye girêdayî wan e, hem di Destûra Bingehîn û Zagona Ceza ya Tirk de sûc. Bi her awayî hatiye qedexekirin. Sûcê îşkenceyê di Zagona Ceza ya Tirk de di beşa sûcê li dijî mirovahiyê de cihê xwe digire. Wekî sûcê mirovahiyê tê pênasekirin. Faîlê ku sûcê îşkenceyê kiriye, wekî ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye tê qebûlkirin. Ev di qanûna gerdûnî de jî wisa ye. Sedema vê yekê di hiqûqê de sûcê îşkenceyê, li dijî rûmeta însan tê kirin. Bi îşkenceyê rûmeta însan tê şikandin. Sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin jî, li dijî rûmeta hemû mirovahiyê tê hesibandin. Ji ber vê yekê dem di ser vî sûcî re derbas nabe. Çiqas dem bibore jî divê yê ev sûc kirine bên darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê bi cezayên giran tedbîrên wê jî hatine stendin. Lê mixabin îro li Tirkiyeyê ji ber faîl tên parastin, kesên sûc dikin ev sûc ji wan re dimîne. Ev ceza rê li pêş sûcên din nagire. Ev necezakirin, dibe sedem ku em her roj bi îşkenceyên nû re rû bi rû bimînin. Ji ber ku di pratîkê de faîl nayên cezakirin. Ev sûc her xwe nû dike û berdewam dike.”

Serdegirtina gundan peyama dewamkirina şer e

Hevserokê OHD’ê Emen bal kişand ser serdegirtinên gundên Heskîf û Lîcê jî û wiha pêde çû: “Ev peyamek e. Peyama berdewamkirina sûcê li dijî mirovahiyê ye. Peyama berdewamkirina politikaya şer e. Hem li hemberî gelê kurd û hem jî li hemberî tevahiya gelê Tirkiyeyê peyama şer e. Bi vê pratîkê ji gelê kurd re dibêje ‘Tu dijminê min î. Ez bi çavê dijmin li te dinerim. Ez hiqûqa dijminantiyê bi tere dimeşînim. Ez li ser vê esasê tev digerim. Peyama wê ji bo gelê tirk re jî, dibêje ez vê pirsgirêkê çareser nakim. Ez bi çavê dijminantî dinerim û ezê politikaya şer berdewam bikim’. Ev serdegirtin û ev îşkenceyên li gundiyan tên kirin, dema em wekî hiqûqnas, parazvanên mafên mirova binerin,  em vê îşkenceyê qebûl nakin. Em li dijî îşkenceyê derdikevin û îşkence nayê qebûlkirin. Serdegirtina mal û gundan zilm e. Eger mirov mirov be, mirov xwedî kesayet be, divê teqez mirov li dijî îşkence û zilmê derkeve. Li ku dibe û çawa dibe, divê mirov berî her tiştî xwedî wîcdan be. Di aliyê parastina rûmeta mirovahiyê de jî zilm û îşkence nayê qebûlkirin.  Ev rewş bi saziyan, civakê û me tevan re girêdayî ye. Eger zilmek pêk bê û kes li dijî vê zilmê dernekeve, bertekek xurt li hemberî vê zilmê pêş nekeve, dê ev zilm berdewam bike.”

Meclis erka xwe pêk nîne

Prz. Emen, bal kişand ser sekna meclisê ya li dijî işkence û zilma li mirovan tê kirin û wiha lê zêde kir: “Li meclisa mezin, têkoşînek xurt li dijî îşkenceyê pêş nakeve. Tu astengî nayên avakirin.  Hem di aliyê saziyan û hem jî di aliye civakê de li dijî vê yekê mixabin dengekî bilind zêde berz nabe. Divê parazvanên mafên mirovan, saziyên civakî rêxistinên siyasî û meclis li dijî vê rewşê bi hevre li dijî binpêkirina mafên mirovan hişyar û baldar bin. Divê civak jî dengê xwe bilind bike. Divê vê rewşê qebûl nekin.

OHD dê gilî bike

Prz. Emen li ser hewldanên OHD’ê ya li dijî vê bûyerê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em ê li rayedarên leşkerî gilî bikin. Em niha naveroka gilî amade dikin. Mijarek berfireh e, em niha gilî amade dikin. Di nava 1-2 rojan de em ê daxwaznameya gilî biqedînin û em ê giliyê rayedarên leşkerî bikin. Dîsa em ê serlêdana îdarî jî bikin. Di destpêkê de giliyê me aliyê edlî ye. Ji bo ev şexs bên cezakirin.  Dîsa di aliyê îdarî de jî em ê serlêdanê bikin. Ji bo ev şexs ji kar bên avêtin. Ji bo careke din nikaribin vê zilmê bikin. Dîsa ji bo cezayê dîsîplîni bidin van şexsan em ê serlêdanên xwe yên sûc bikin. “

Dîroka mafên mirovan li ser stendinê ava bûye

Hevserokê OHD’ê Emen destnîşan kir ku ji bo binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe dê xebatên xwe berdewam bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê xebatên xwe yê ji bo parastina mafên mirovan berdewam bikin. Em ê van rewşan bikin rapor û bi civakê re parve bikin. Binpêkirina mafên mirovan bi civakê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê banga min, di destpêkê de ji gel re ye. Dîroka mafên mirovan ne li ser dayînê ava bûye. Dîroka  mafên mirovan li ser xwestin û stendina mafan ava bûye. Binpêkirina mafên mirovan jî bi heman rengî ye. Gel bi tevahî, divê xwedî fikra ‘mirov li benda maf nabîne’ be. Ev di têkiliyên şexsî û civakî de jî derbas dibin. Dîsa têkiliyên mirovan bi dewletê re û bi saziyên bi qewet re jî bi heman rengî ye. Maf nayê dayîn. Maf tên stendin. Di serî de divê di nava gel de refleksa xwestina mafan bê avakirin. Divê bertekên li dijî binpêkirina mafan pêş bikeve. Binpêkirina mafê we, binpêkirina mafê me ye. Binpêkirina mafê me, binpêkirina mafê we ye. Hemû bi hevre girêdayî ne. Îro ev zilma li gundiyan tê kirin, ji aliyê dewletê ve bê ceza tê hiştin. Ji ber vê yekê ev şexsên ku sûc kirine eger neyên cezakirin, dê vî sûcê xwe rewa bibînin û careke din  heman sûcî bikin.  Eger ev rewa bibe, dê rêya sûc vebe siberojê jî dê heman sûc dubare bibe. Ji bo ev rê ava nebe, divê em bi destê xwe vê rêyê bigirin û bixetimînin. Divê em van sucdaran bibînin û ceza bikin. Divê em li ser cezakirina van sûcdaran rawestin. Eger civak li ser vê rewşê raweste, ez bawerim em ê bersîvek xweştir û xurttir bistînin. Em ê dewletê mecbûr bikin ku li ser vê rêya gavan bavêje.

Xwedîderketina mafên mirovan xwedîderketina xwe ye. Xwedîderketina şexs, kesayet û mafê xwe ye. Ji ber vê yekê ewil banga min li tevahiya gel e. Dîsa banga min li sazî û berpirsiyaran e. Li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl e. Ev berpirsiyarî ya me tevan e. Çareseriya wê jî di destê me tevan de ye. Neçareserkirina vê meselê jî berpirsiyariya me tevan e.

Bi hevre dengê xwe bilind bikin

Divê sazî û partiyên siyasî bi hevre li dijî vê zilmê û îşkenceyê dengê xwe bilind bikin. Divê bi hevre tev bigerin û rê lipêş sûc bigirin û em binpêkirina mafan bi dawî bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê