8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YE’yê li dijî Rûsyayê ambargoyên nû nîqaş dike

Berpirsê Karên Derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell bersiv da rexneyên ji bo alîkariya Ukraynayê û ambargoyên li Rûsyayê . Josep Borrell doh beriya civîna kar û barên Meclisa Ewropayê ya Wezîrên Karên Derve ku li Brukselê pêk hat daxuyaniyek derbarê ambargoyên li ser Rûsyayê yên bi sedema êrîşkirina Ukraynayê da û wiha got: “Ez bawer nakim ku me bi ferzkirina ambargoyên li dijî Rûsyayê şaştî kiribe, diviyabû em wiha bikin, hin ambagoyên me yên din jî di rêzê de ne.”

Di civîna wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê ambargoyên nû ên li dijî Rûsyayê hatin nîqaşkirin. Di nava ambargoyên ku hatin nîqaşkirin de, ambargoya li ser kirîna zêrê Rûsyayê û zêdekirina hin navên din ên rayedarên Rûsyayê li lîsteya kesên ku nabe derbasî axa Yekitiya Ewropayê bibin, jî hebûn.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê  Dmitro Kuleba di civînê de axifî, welatên Ewropayê derbarê gefên serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn de hişyar kir û wiha got: “Nabe ku kesek ji van ambargoyan gav bi paş ve bavêje û guh bide gotinên Vlademîr Putîn, gotinên Putîn xefkeke ji bo ku hûn gavan paşde bavêjin.”

Heta niha ambargoyên Yekitiya Ewropayê , Amerîka û hin welatên din ên NATO’yê zirareke mezin daye aboriya Rûsyayê lê vê yekê nikaribû pêşî li êrîşên Rûsyayê bigire û şerê xwe yê li dijî Ukraynayê berdewam dike.”

Hêjayî gotinê ye ku heta niha welatên Ewropayê ji bo van ambargoyên nû ne xwedî helwesteke hevpar in û gefa Rûsyayê ya sereke li dijî welatên Yekitiya Ewropayê mijara gaza xwezayî ye.