17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Geverê ji ber bertîlê 4 jê polîs 13 kes girtin

Bi sedema ku li navenda Geverê û Deriyê Gumrikê yê Bajarokê Bajêrgeyê bertîl hatiye xwarin, operasyon hatibû desptêkirin. Di operasyonê de 31 kes hatibûn binçavkirin û ji van binçavkiriyan 4 jê polîs bi giştî 13 kes hatin girtin.

Di 15’ê hezîranê de li navenda Geverê û bajarokê Bajêrge yê Colemêrgê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de 8 memûrên muhafezeyê yên li Deriyê Gumrikê yê Sînor ê Bajêrgeyê peywirdar, yek jê komîser 7 polîs û 16 welatî jî di nav de bi giştî 31 kes hatin binçavkirin. Di operasyona li dijî Midûriyeta Gumrikê ya Bajêrgeyê de jî gelek dovîzê ku tê gotin bi bertîlê hatiye bidestxistin, lîreyê tirk û zêr û zîv jî hatin desteserkirin. Îfadeyên kesên bi sedemên, “Ji bo sûc pêk bînin rêxistin ava kirine û bi rê ve birine” û “Di çarçoveya xebatên rêxistinê de bertîl wergirtine, qaçaxçitiya penaberan kirine, di belgeyên fermî de sextekarî kirine, muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 5607 a Têkoşîna li Dijî Qaçaxçitiyê û zimetê” hatin binçavkirin, hatin girtin.

Ji girtiyan 4 kes polîs in

Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, komîser û sivîlek hatin berdan. 29 kesên din ku 3 rojan di bin çavan de man, ji bo îfadeya serdozgeriyê şandin Edliyeya Geverê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, 2 polîs, 5 memûrên muhefezeyê ya gumrikê û 3 sivîl di roja yekşemê de hatin berdan.

Kar û barê li dozgerî û dadgeriyê duh bi dawî bû. Ji binçavkiriyan bi giştî 4 polîs, 3 memûrên muhefezeyê ya gumrikê û 6 sivîl hatin girtin û 6 sivîl jî hatin berdan.