17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 meh cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn

Zêdetirî 18 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayên girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê bi hincetên “cezayê disiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin.

Derket holê ku careke din 3 meh cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din hatiye birîn.

3 meh cezayê disiplînê yê ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê li Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din birîbû di 15’ê îlonê de bi dawî bûbû. Piştî bidawîbûna cezayê dîsîplînê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 16’ê îlonê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê serlêdana parêzeran nehatibû bersivandin. Piştî vê parêzer di 23’yê îlonê de hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî li Midûriyeta Saziya Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê dabûn û xwestibûn hevdîtina bi malbatê re pêk bê. Parêzeran di serlêdanê de diyar kiribûn ku ger cezayekî dîsîplînê hebe ew îtiraz dikin û mînakên biryarê yên di dosyeyê de radestî wan bên kirin. Lê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 5’ê cotmehê de serlêdana parêzeran red kiribû.

Îtîraza wan esas nehatiye girtin

Dadgeriyê di biryara xwe ya redkirinê de diyar kiriye ku 3 meh cezayê dîsîplînê yê ku di 9’ê îlonê de li Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din hatiye birîn, di 28’ê îlonê de zelal bûye. Dadgeriyê cezayê dîsîplînê yê nû kiriye hincet û ragihandiye parêzeran ku 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re hatiye birîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî îtiraz kirine, lê îtiraza wan esas nehatiye girtin.

Serdana CPT’ê

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di 3’yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kirine û di vê serdanê de çûne Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kiriye. Bi qedexekirina hevdîtina herî dawî re, ji sala 2018’an heya niha 12 caran cezayê disiplînê hatiye birîn û hinceta van cezayan bi tu awayî radestî parêzeran nehatiye kirin.