18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

30  û 7 mehan li zindanê li ber xwe da

Osman Kapan ê ku berdana wî 2 caran hatibû astengkirin, piştî berxwedana 30 sal û 7 mehan a li girtîgehê, ji girtîgeha Boluyê derket.

Osman Kapan ê ku berdana wî 2 caran hatibû astengkirin, piştî berxwerdana 30 sal û 7 mehan a li zindanê, îro ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê derket. Kapan ku di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê Hezex a Şirnexê hatibû girtin û bi îdiaya “xerakirina yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê lê hatibû birîn, di 13’ê Nîsanê de 30 salên xwe yên li girtîgehê temam kiribû, lê ji ber ku “poşmanîtî qebûl nekiribû” berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin. Piştî vê diviyabû Kapan di 13’ê Tîrmehê de ji girtîgehê derketa, lê dîsa bi heman hincetê berdana wî 4 mehan hatibû taloqkirin.

Kapan, piştî 30 sal û 7 mehan di zandanê de li berxwe da, ji girtîgehê derket. Malbata wî duh ji Hezexê bi rê ket û îro gihaşt Bolûyê. Malbata Kapan û endamên TÛAY-DER’ê Kapan li ber girtîgehê bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Kapan piştî ji girtîgehê derket tevî kesên ew pêşwazîkirin ber bi Hezexê ve bi rê ket.