28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

33 partiyên siyasî: Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞ’ê teqez kir

33 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayên li dijî siyasetmedarên kurd ên piştgiriya berxwedana Kobanê kiribûn, şermezar kirin û gotin: “Tirkiyeyê bi vî cezayî piştgiriya DAIŞ’ê teqez kir.”  

Dadgeriya Cezayên Giran a Enqereyê di ‘Doza Kobanê’ de ceza li Hevserokên berê yên HDP`ê Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, siyasetmedar Ahmet Turk û siyasetmedarên din birîn. Gelek saziyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyê cezaye li siyasetmedarên kurd hate birîn şermezar kirin. 33 partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û bertekên xwe yên li dijî ceza anîn ziman. 33 partiyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku pergala tirk piştgiriya terorê û DAIŞ`ê dike ku bi sed hezaran welatiyên dewletên herêmê kuştin û koçber kirin û ev îsbat dike ku ev pergal, van terorîstan bi rêxistin dike û fînanse dike.

33 partiyan di daxuyaniyê de bûyera revandina balyozê tirk ji bajarê Musilê yê Iraqê dema DAIŞ`ê kontrol kir bi bîr xist ku ev bûyer hevkariya Tirkiyeyê bi DAIŞ`ê re îsbat dike û çawa derbaskirina birîndarên DAIŞ`ê hêsan kiriye ji bo ku xwe li Tirkiyeyê derman bikin.

Partiyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser binkeftina DAIŞ`ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî û wiha gotin: “Erdogan ji vê binkeftinê aciz bûye û ji ber wê, komeke siyasetmedarên kurd dadirzîne ruxmî ku rojekê çek ranekirine û tenê di aliyê siyasî û demokrasî de tê koşiyane. Rejîma tirk, komkujiyên siyasî li dijî siyasetmedarên kurd dike tenê ji ber ku piştgiriya çalakiyên li dijî DAIŞ`ê kirine.

Partiyan, destnîşan kirin ku dadgeha Tirkiyeyê bûye lîstok di destê Erdogan de û wiha lê zêde kirin: “Li dijî hevrikên xwe yên siyasî bi kar tîne û ji ber wê li dijî siyasetmedarên piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, cezayên girtinê birîn. Em van cezayan bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên NY, YE û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku destwerdanê bikin û mîna van şanoyên tirane rawestînin. Em bang li raya giştî, parlamenter û azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriya wan bikin û dengê xwe li pêşiya rejîma faşîst a Erdogan bilind bikin. Her wiha em bang dikin ku ji pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê re çareseriyeke adil û demokratîk bê dîtin. Em piştgiriya siyasetmedaran dikin ku rejîma Tirk cezayên neadil li wan biriye.”

Partiyên daxuyanî dane ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesik a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Komkunîst a Kurdistanê

Partî ya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Sûriye Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Tevgera Nûkirin a Kurdistanê

Yekitiya Karkeran a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Sûriyeyê

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Reform a Sûriyeyê

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Partiya Têkoşîna Demokratîk

Şepêla Siberojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Rojavayê Kurdistanê

Desteya Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê

Partiya Suryana

Çavkanî: ANHA