18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Runiştandina li ber HDP’ê û heysiyet

Kesên ku li şûna xwe gihandina pereyan piçek heysiyet bi wan re hebin bi hinceta ku xizmên wan tev li PKK’ê bûne naçin ber HDP’ê. Lewre deriyê ku ji bo vê meselê li ber bê rûniştandin deriyên saziyên dewletê ne

Di 24’ê hezîrana 2018’an de hilbijartina parlamentoyê hat kirin û tevî hemû astengiyên li dijî wê jî HDP di ve hilbijartinê de bi ser ket û 67 parlamenter şand Parlamentoya Tirkiyeyê. Çend meh piştî vê hilbijartinê di 31’ê Adara 2019’an de bi stratejiya ku li bajarên Tirkiyeyê bi pêş xist HDP’ê bi AKP-MHP’ê mezin da windakirin. Li bajarên mîna Stenbol, Enqere, Antalya, Mersîn û Edene namzet nîşan neda û piştgirî da namzetên Tifaqa Milet û her 5 bajaran jî bi AKP’ê da windakirin.

Piştî vê rola wê ya diyarker a di siyasetê de AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê êrîşên dijwar dan destpêkirin. Ji ber ku dîtin bi siyasetê pê nikarin “çalakiyên” qirêj li dijî wê bi rêxistin kirin. Di meha îlonê ya sala 2019’an de malbatên ku zarokên wan di dîrokên cuda de tev li PKK’ê bûne bi pereyan li dijî HDP’ê rêxistin kirin. Li Amedê komek ji van malbatan li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dan rûniştandin û bi van malbatan sûcdarî û êrîşê HDP’ê kirin.

Li qereqolan hevdîtin dikin

Heta niha hejmarek malbat tev li vê rûniştandinê kirine. Her wiha hewldanên wan ên tevlêkirinê jî didomin. Li malbatan digerin û wan vedixwînin qereqolên cendirmeyan û navendên polisan. Piştî ku malbat diçin qereqol û navendên polisan teklîfa tevlêkirina vê rûniştindinê li wan dikin. Malbatên ku teklîfê qebûl nekin zextan li wan dikin û gefan li wan dixwin. Gelek mînakên vê yekê hene. Lê gelek malbat xwe ker dikin û der barê vê de naaxivin.

Malbata min bixwe jî ji sala 2019’an ve bi vê rewşê re rû bi rû ye. Destpêkê çend caran li bavê min geriyan. Ji ber ku bavê min nexweş e nikaribû biçe qereqol û navendên polîsan, li ser vê gazî birayekî min kirin. Dema ku birayê min çû qereqola cendirmeyan a Farqînê teklîfa ajokariya cerdevanan lê kirin. Birayê min li dijî vê teklîfê dertê û ji fermandarê ku vê teklîfê lê dike re dibêje; ez ne diçim ber HDP’ê û ne jî ajokariya cerdevanan dikim.

Teklîfa ajokariya cerdevanan

Dema ku birayê min van gotinan dibêje fermandar gefa lêdanê lê dixwe û wî ji odeya xwe derdixe. Tişta sosret jî dema ku ev teklîf li birê min tê kirin û gefa lêdanê lê tê xwarin komek cerdevan jî li cem fermandar in û ji birê min dixwazin ku teklîfa fermandar qebûl bike. Heta pesnê rewşa xwe ya rezîl a ku tê de ne didin. Werhasil birayê min mîna fermandar rû nade cerdevanan jî û bêyî ku bê lîstika ji bo şikandina rûmeta wî tê leyîstin û ji qereqolê vediqete.

Beriya çend mehan ji qereqola polisan gazî min kirin û gotin ku divê tu heta qereqolê bêyî. Ji ber ku ez li Amedê bûm piştî çend rojan çûm qereqolê. Destpêkê ez kirim odeyeke bi nexşeyên navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xemilandî bû. Piştî demekê amîrekî polisan hat û ji ber ku ez bi tena serê xwe di odeyê de hatibûm hiştin bi polisan re xeyîdî bi gotinên zayendperest heqaret li polisan kir û ez ji odeyê derxistim. Ez birim odeyeke din û poliseke jin û polisekî zilam der barê xwîşka min de pirs ji min kirin û xwestin ku ez agahî bidim wan.

Gotin ku me agahî girtiye ku xwişka te tev li PKK’ê bûye û dest bi pirsan kirin. Qet ji HDP’ê û komeleyan der barê rewşa xwîşka te de ji we re name tên. Min jî got; heke xwîşka min tev li PKK’ê bûbe çima ji HDP’ê name bê. Li ser vê dev avêtin pîşeya min û gotin ku tu rojnamegerî çima ji bo xwişka xwe tiştekî nakî. Min jî got tiştekî ku ez bikim tune ye. Li min ferzkirin ku ez bibêjim xwişka min tev li PKK’ê bûye û daxwaza alîkariyê bikim. Ji ber ku min  ev daxwaza her du polisan qebûl nekir ez birim ba amîrê ku ez ji odeyê derxistibûm. Vî amirî bi awayekî tund heman daxwaz ji min kir. Ji ber ku li dijî daxwaza wî jî derketim û gefa lêdanê min li min xwar û dîlketina kekê min bi bîr xist û got ku hûn bi malbatî “terorîst” in. Piştî lêpirsîn û girtina li qereqolê ya bi qasî 2-3 saetan ez berdam.

Weke kesekî bi vê rêwşê re rû bi rû mame baş dizanim ku gelek malbatan bi vê rêbazê tev li rûniştindina li ber HDP’ê dikin. Lê bê guman bi hezaran malbatên ku li dijî vê rewşê dertên û qebûl nakin hene. Di nav hefteyê de Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî der barê mijarê de nûçeyeke balkêş derbas kir û raxist ber çavan ku malbat bi çi rêbazî tev li rûniştandina li ber HDP’ê tên kirin. Birayê Mehmet Tûlgay ku ji Edenê ew anîne li ber HDP’a Amedê dane rûniştandin Kenan Tûlgay ji MA’yê re axivî û got ku birayên wî Alî û Menaf Tûlgay di sala 1993’yan de bi vîna xwe tev li PKK’ê bûne û weke malbat ew Mehmet Tûlgay qebûl nakin.

Sekna malbata Tûlgay

Kenan Tûlgay, diyar kir ku kekê wî Mehmet Tûlgay ê li ber HDP’ê ji salên 1990’an ve bi dewletê re dixebite û wiha got: “Di sala 1989’an de cerdevantî kiriye, bi JÎTEM’ê re xebitiye, sîxurtî kiriye. Hê jî heman tiştan dike. Em dixwazin her kes bi vê rastiyê zanibe. Birayên min Alî û Menaf riya xwe hilbijartine û di 93’yan de çûne. Çi eleqeya wan bi HDP’ya ku di sala 2012’an de hatiye avakirin re heye?”

Ji ber rûniştina kekê xwe yê li ber HDP’ê Kenan Tûlgay ji gelê kurd lêborîn xwest û ev tişt got: “Li vê erdnîgariyê siyaseteke qirêj tê kirin. Me nedixwest wisa bibe. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Kesên zane bi vî awayî xeber nadin. Diyar e ku çi qas pere wergirtibe ew qas axiviye.”

Ne kêm ne jî zêde Kenan Tûlgay her tişt baş aniye ziman. Bi rastî jî li Kurdistanê ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve siyaseteke qirêj tê kirin û kesên ku li şûna xwe gihandina pereyan piçek heysiyet bi wan re hebe bi hinceta ku xizmên wan tev li PKK’ê bûne naçin ber HDP’ê. Lewre deriyê ku ji bo vê meselê li ber bê rûniştandin deriyên saziyên dewletê ne.