17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polisan li Edenê bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin

Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Edenê derbarê Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê de dabû destpêkirin de biryara binçavkirina 38 kesan hat dayîn. Polisan li Edene û Amedê Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê jî di nav de bi ser malan de girt.

Polisan, di serdegirtinan de deriye malan şikand û li welatiyan da. Di serdegirtinan de polisan Hevserokên HDP’a Edenê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş, Hevberdevkên DBP’ê yên Çûkûrovayê Şîlan Tûrga û Enver Guler, Cîgira Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk û Mehmet Saît Dîkmen, Abdûrrahman Oral, Hayrettîn Oz, Sever Ûzûn, Mehmet Sarûhan, Mahsûn Ûzûn, Sûat Ekîn, Zîlan Çîçek, Mahmût Dalmiş, Ahmet Akdogan, Jiyan Aslan û Jiyan Savci jî di nav de gelek kes binçav kirin.

Lêgerînên li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê berdewam dikin. Hate diyarkirin ku li odeya Cîgira Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk a li şaredariyê jî lêgerîn hatiye kirin.

Di nav xwînê de hiştin

Hate diyarkirin ku polîsan di serdegirtina mala Mehmet Saîk Dîkmen de li welatiyan dane. Bavê Dîkmen Mehmet Emîn Dîkmen, derbarê serdegirtinê de ev agahî dan: “Me ji polîsan re got bisekinin em ê derî vekin, lê bênavber li derî didan û diqîriyan. Polîsan deriyê me yê derve şikandin di wê navberê de cam şikestin û li rûyê me ketin. Em di nava xwînê de man. Heqaret kirin û li me dan. Li malê zarok hebûn û derûniya wan xerab bû. Çek dirêjî me kirin. Ev bêwijdanî ye.”

Lêgerîna tazî ferz kirine

Hate diyarkirin ku di serdegirtina malê de jinek xistine odeyekê û cilên wê ji ser kirine û lêgerîna tazî lê ferz kirine.