21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA û Ewropayê bang li aliyên siyasî ên Lîbyayê kirin

Di bangeke hevbeş de DYA û Welatên Ewropayê bang li aliyên siyasî ên Lîbyayê kirin ku dest ji hewldanên avakirina saziyên cuda ên wekî 2 hikûmetên cuda tevdigerin, berdin.  Herdu aliyên siyasî ên Lîbayayê anku hem hikûmeta Yekitiya Niştimanî ya bi serokatiya Abdulhemîd Dubeyba û hem hikûmeta Fethî Başaga ya ku ji alî parlamentoyê ve hatibû destnîşankirin bi rengekî erênî banga DYA û Ewropayê nirxandin.

Lê bê guman her aliyekî ji wan ew bang li gorî xwe şîrove kir.  Fethî Başaga bi daxuyaniyekê bersiv da banga DYA û welatên ewropayê û wiha got: “Ji ber ku ez serokê hikûmetê me û ji alî parlamentoyê ve hatime hilbijartin, ez dixwazim bi wan welatan û hemû welatên cîran ên erebî û afrîqî re bixebitim da ku em di demeke kurt de bikaribin biçin hilbijartineke niştimanî.”

Abdulhemîd Dubeyba jî yê ku dema hikûmeta wî ya demikî bidawî bûye û dest ji kursiyê xwe bernade li gorî xwe banga wan şîrove kiriye û wiha dibêje: “ Ez wê banga DYA û Ewropayê erênî dibînim û ez jî dengê xwe tevli dengê wan dikim û destserkirina desthiladariyê ya bi rêya hêz û tundiyê red dikim û banga lidarxistina hilbijartinan dikim.”

Hêjayî gotinê ye ku di vê banga hevbeş ya DYA û Ewropayê de bang li herdu aliyên siyasî ên Lîbayayê hatibû kirin ku dawî li nakokî û aloziyan bînin û bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.