3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana Taha Xelîl ‘Pêvedana Berfê’ li Qahîreyê hat çapkirin

Romana helbestkar Taha Xelîl ya bi navê Pêvedana Berfê li paytexta Misrê, Qahîreyê ji alî weşanxaneya Nefertîtî ve hate weşandin.

Di romanê de behsa pêvajoya salên 80’yî  li Sûriye û bi taybetî li Şamê dike.  Bûyerên romanê wekî serpêhatiyên ciwanekî kurd yê gundî (Yaro) ku li zanîngeha Şamê dixwîne hatiye hûnandin. Yaro gelek bûyer û tiştên nû dibîne ku berê haya wî ji wan tune bû, wekî mînak bûyerên şerê Ixwanan ên li Hemayê. Paşê jî çepgir û partiya kar û bajarê Şamê bi hemû bêdengî û keftelefta xwe nas dike. Bi hatina pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê re û destpêkirina şerê çekdarî nav û deng û bandora wê ya li ser civakê ‘Yaro’ jî wê rêxistinê jî nas dike.

Piraniya Karekterên romanê wekî karketerên rasteqînî xuya dikin, hinek jî ji dîrokê hatine girtin wekî karekterê Selahedînê Eyûbî ku bandoreke wê ya mezin li ser bûyerên romanê heye.

Romana Pêvadana Berfê romana  heskirin, tunebûn û şerên bi raz ên ku bûyerên wê li Şamê û çiyayê Kuridtanê derbas dibin e.

Ev roman ji 3 beşan pêk tê. Beşa yekemîn ev e û ya duyemîn û sêyemîn jî pêvajoya herî nazik ya dîroka Sûriye û herêmê ku tê de derbas bûye, destnîşan dike. Beşa yekemîn an jî rêzeromana yekemîn bi navê Pêvedana Berfê hate çapkirin dê beşa duyemîn jî bi navê Pêvedana Welat û ya sêyemîn jî bi navê Kemînên Evînê were çapkirin. Romana yekemîn bi navê pêvbedana berfê ji 200 rûpelî pêk tê û bi zimanê erebî ye.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî di salên 90’î de romaneke nivîskar Taha Xelîl ya bi zimanê almanî hatibû weşandin û li Almanyayê hêjayî xelata ‘Aarne – Kurz’ hatibû dîtin. Her wiha çend pirtûkên wî yê helbestan jî hene.

Roman bi zimanê erebî hatiye nivisandin û dê di demeke nêz de bi kurdî û almanî jî were çapkirin.