3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Ebdî generalê CENTCOMÊ pêşwazî kir

Di vê pêvajoya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve gef li Rojava tên xwarin û planên dagirkirina Til Rifat û Minbicê tên kirin de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtineke girîng pêk hat. Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî Generalê CENTCOM’ê yê Amerîkayê Michael Corella û şandeya pê re pêşwazî kiriye.

Li gorî malperê, Ebdî û Corella di civînê de operasyonên leşkerî û hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re, xetereyên li kampa Holê û girtîgehên ku DAIŞ’î di wan de hene nîqaş kirine. Ebdî, di civînê de metirsiyên ewlehî yên gefên dewleta tirk ên li ser herêmê çêdikin anîne  ziman.

Hat ragihandin ku general Michael Corella aşkera kiriye ku saziyên leşkerî yên Amerîkayê li dijî êrişeke muhtemel a dewleta tirk a li er herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.