3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘50 sal cezayê hepsê dane kurê min’

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê di 16’ê mijdara 2021’ê de dane destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Dayika girtî Hogir Batû Zahîde Batû serdana malbatan kir. Gogir Batu piştî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin, li dijî ferzkirina lêgerîna tazî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê jî serdana malbatan kirin.  Dayik Batû, diyar kir ku ji bo edaletê hatiye serdana malbatan û wiha got: “Ez ji bo kurê xwe li vir im. 50 sal ceza dane kurê min. Ez vê qebûl nakim. Tu tiştekî ku ez ji kurê xwe re dişînim qebûl nakin. Xawlûya ziwakirina serçavan jî nadin wî. Divê cenazeyê tu girtî ji girtîgehê dernekeve. Ez li pişt kurê xwe me.”

Xizma girtî Hazal Yildirim jî anî ziman ku Ji bo edaletê û cenazeyê girtiyan ji girtîgehan dernekevin li virin û wiha got: “Em ji bo aştiyê li vir in.”

Wan  

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê jî di roja 48’an de dewam kir. Dayika girtî Îrfan Sabay ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Behîce Sabay û hevjîna girtî Îbrahî Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Dilşah Alkan nobetê girtin. Pêkhateyên KESK a Wan serdana malbatan kirin. Di sendana malbatan de Hulya Atli li ser navê platformê axivî û wiha got: “Ev çalakî pîroz e. Em her tim li cem dayikan in.”

Xizma girtî Behîce Sabay jî da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têdikoşin û wiha got: “Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Em edaletê dixwazin.”