12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

514 rewşenbir û akademîsyenan azadiya Ocalan xwestin

Li Herêma Federe ya Kurdistanê, 415 kesên ku di navde akademisyen, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîst jî hebûn di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan dihat meşandin de danezanek hevpar weşandin. Li Başûrê Kurdistanê heta niha partî û aliyên siyasî jî di nav de, bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, mamosta û şêniyên herêmê tevlî kampanyayên îmzeyan bûne.
Rewşenbir, akademîsyen û siyasetmedaran di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha gotin: “Birêz Abdûllah Ocalan wek kesayetek aqilmend û têkoşerê azadiya gelê me, ev 24 sal in di encama komployek navnetewî de di Girtîgeha Îmraliyê de, di bin tecrîdek giran de dîl tê girtin. Rêber Ocalan ji bo maf û zadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, her wiha rêbertî ji tevgera azadîxwaz re dike. Di heman demê de jî di warê fikrî, siyasî û civakî de xwediyê bi dehan pirtûkane.”
Rewşenbîrên kurd diyar kirin ku doza Abdûllah Ocalan ne dozek şexsî ye û wiha gotin: “Doza wî dozek rewa ya gelê kurd e. Heta doza gelê kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi tu awayî aştî û aramî li Tirkiye, Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn çênebe. Ji bo wê niha azadiya birêz Ocalan bûye kilîta çareseriya doza gelê kurd, çêbûna aştî, aramî û jiyana bi hev re ya demokratîk a gelên herêmê ye.”
‘Divê Ocalan demildest azad bibe’
Rewşenbiran di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Dewleta tirk û dewletên di komploya navdewletî ya dîl girtina birêz Ocalan de beşdarbûn, çawan ji jiyan û tendirûstiya birêz Ocalan berpirsin, bi heman awayî berpirsên azadiya wî ne jî. Bi vê armancê em daxwaz dikin, demildest birêz Ocalan bigihe azadiya xwe ya fizîkî.”