12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mereş û Dîlokê erdhejên dijwar pêk hatin: Bi sedan avahî hilweşiyan

Li Mereş û Dîlokê bi pileyên 7.4, 6.5 û 6.4 li ser hev erdhej çêbûn. Gelek bajarên bakurê Kurdistanê ji erdhejê bibandor bûn û bi sedan avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.

Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.

Bajar bi bajar bîlaonçoya erdhejê

Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bîlançoya erdheja Mereş û Dîlokê yên bi pileya 7.4 û 6.4’an bîlanço parve kir.

Oktay, da zanîn ku piştî erdhejê gelek wezîr çûne herêmê û wiha got: “Li Mereşê 70 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn.”

Li gorî daxuyaniya fermî, bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn û hezar û 710 avahî jî rûxiyan. Bajar bi bajar bîlanço wiha ye:

Mereş: 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.

Hatay: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan.

Osmaniye: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 83 avahî hilweşiyan.

Semsûr: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn û 100 avahî hilweşiyan.

Amed: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 226 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan.

Riha: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 60 avahî hilweşiyan.

Dîlok: 80 kesan jiyana xwe ji dest dan, 600 kes birîndar bûn û 581 avahî hilweşiyan.

Kîlîs: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 50 avahî hilweşiyan.

Edene: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 118 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan.

Meletî: 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 550 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.

Li Kirikhanê borûya gazê teqiya

Li derdora sînorê gundê Topbagazi ya navçeya Kirikhan a Hatayê, 200 metreyan di bin erdê de di navbera 3 kîlometreyan de li du deveran erdhej çêbû. Bi çêbûna erdhejê re boruya gaza xwezayî teqiya. Bi teqîna boruyê re şewat derket. Şewata li herêmê didome.

Cîgirê Serokkomar Oktay: 284 kesan jiyana xwe ji dest da

Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay têkildarî erdhejê daxuyanî da. Oktay, da zanîn ku di encama erdhejê de heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Rezan 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Li avahiya 8 qat a li cem Notera 4’emîn a li navçeya Peyas a Amedê hilweşiya. Zarokeke 8 salî di bin xerabeyên avahî de hate rizgarkirin. Her wiha cenazeyê jinekê hate derxistin. Apartmana Işiklar a li ser Cadeya Îskan Evlerî ya Rezanê jî hilweşiya. Di bin xerabeyên avahî de 3 kes bi birîndarî hatin derxistin. Hat zanîn ku hêj 6 kesên din di bin xerabeyan de ne. Di heman demê de ji  xerabeyên Apartmana Akar a 9 qat a li kolana 482’yan a li ser Cadeya Emek a Rezanê 27 kes hatin rizgarkirin. Di nav de zarok jî, bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêj niha jî di bin xerabeyên avahî de kesên birîndar hene ku li benda alîkariyê ne. Hejmara kesên bi birîndarî ji bin xerabeyên Apartmana Cengîzler a li semta Tesîsler a Peyas a Amedê hatin derxistin bû 8. Di avahiya 7 qat de bi giştî 24 daîre hebûn û nayê zanîn bê ka çend kes di bînayê de ne.

Li Sûriyeyê 100 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,4’an erdhej çêbû. Erdhej li welatên Sûriye, Misir, Iraq û Lubnanê jî hate hîskirin. Li paytexta Sûriyeyê Şamê û li bajarên weke Laziqiye, Heleb û li gelek deverên din ên welêt avahî hilweşiyan. Li gorî medyaya dewletê ya Sûriyeyê, di encama hilweşîna avahiyan de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Mereşê: Xesareke mezin heye

Waliyê Mereşê Omer Faruk Coşkun têkildarî erdhejê ev agahî parve kirin: “Niha mimkin nîne ku em hejmara mirî û birîndaran bidin. Xesareke mezin heye.”

Walî Gul: 531 avahî hilweşiyan

Waliyê Dîlokê Davut Gul: “Piştî erdhejê ji kêliyên destpêkê ve bo me 657 îxbar hatin. Li seranserî bajar 531 avahî hilweşiyan.”

AFAD: 76 kesan jiyana xwe ji dest da

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku di encama erdhejê de, ji saet 06.30’an ve li 7 bajaran herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest dan û 440 kes jî birîndar bûne.

Li Edenê 6 avahî hilweşiyan

Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevleriyê yên navçeya Çûkorva ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku gelek eks di bin kavilên avahiyan de mane.

AFAD: SMS’yan bi kar bînin

AFAD’ê jî bang li welatiyan kir: “Pêwendiya xwe bi serwîsa peyaman SMS’ û sepanên înternetê yên peyaman deynin. Ji xeynî rewşên jiyanî telefonê bi kar neynin.”

Li Rihayê 10 mirî

Li gor agahiyên destpêkê li Rihayê 16 avahî hilweşiyan. 10 kesên di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 110 kes jî bi birîndar ji bin avahiyan hatin derxistin. Hat diyarkirin ku gelek hê jî gelek kes di bin kavilan de ne.

Sed kes di bin kavilan de ne

Li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya Amedê jî navçeya Rezanê ya Amedê avahiyek hilweşiya. Hat diyarkirin ku di bin kavilên avahiyê de herî kêm 100 kes hene.

Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan 

Li gor agahiyên destpêkê li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan û 5 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane.

Li Tesîslera avahiyeke 7-8 qat hilweşiya

Li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê gelek avahî hilweşiyan. Li semta TEsîslera ya Rezanê avahiyek 7-8 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de man. 4 kes birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê didomin.

Li Qoserê 2 avahî hilweşiyan 

Li Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereşê, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê qoserê du avahiyên mustaqil xera bûne.

Li Rihayê avahî hilweşiya

Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyek 6 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de mane.

Li du bajaran erdhej

Li Mereş û Dîlokê li ser hev du erdhejên dijwar çêbûn. AFAD’ê ragihand ku li navçeya Bazarcix a Mereşê saet li dor 04.17’an erdhejeke bi pileya 7.4’an çêbûye.

Her wiha AFAD’ê ragihand ku saet li dor 04.26’an jî li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê bi pileya 6.4’an û li navçeya Îslehiyeyê jî bi pileya 6.5’an erdhej çêbûne.

Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.