4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrîşa li Xelîfanê bang kir

Di 5’ê îlonê de li herêma Xelîfan a Hewlêrê li dijî komeke endamên HPG’ê êrîş hatibû kirin û raya giştî ya kurd bertekên tund nîşan dan. Di vê çarçoveyê de 52 partî û saziyên kurd ên xebatên xwe li Ewropayê didomînin daxuyaniyek dan û xwestin ku êrîşa li Xelîfanê bê ronîkirin.
Daxuyaniya paratî û saziyên kurd wiha ye:
“Parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê, di serî de bi nîşandana nerazîbûnên xwe yên li dijî polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta tirk a qirker û dewletên din ên mêtînger ên li Kurdistanê pêkan e.
Em hemû dizanin ku dewleta tirk xewna osmaniyeke nû dibîne û dixwaze ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê ku ji wan re dibêjin sînorên Mîsakî-Mîllî, axa Kurdistanê bi temamî dagir bike û desteser bike.  Bi kurtasî dewleta tirk ji bo ji nû ve dagirkirina tevahiya Kurdistanê rêbazên herî qirêj pêş dixe.
 Bi dîtina vê yekê, divê gel û hemû partiyên Kurdistanê helwestên xwe yên ji bo berjewendiyên neteweyî derbixin pêş.  Ev hem erkekî neteweyî ye û hem jî tekane rêya parastina Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê berxwedana gerîla ya li Zap û Metîna berxwedaneke neteweyî ya li dijî dagirkeriya Kurdistanê ye û ji bo parastina destkeftî û pêşeroja gelê kurd e.  Ji ber ku dewleta tirk a dagirker ne tenê li dijî gerîla, êrişî hemû nirx û destkeftiyên kurdan dike.  Her kes, sazî û partiyeke Kurdistanê bi xwedîderketina vê berxwedanê ve parastina destkeftiyên gelê me yên li Başûr û Rojava û têkoşîna azadiyê ya parçeyên din garantî dike. Geşedanên dawî, weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê me dixe nava fikaran. Ev geşedan zirarê dide berjewendiyên neteweyî yên gelê kurdistanê.
Lê belê dema ku gerîlayên azadiyê li hemberî van planên qirêj û dagirker ên artêşa tirk a dagirker serkeftinên mezin bi dest dixin, li herêmên başûrê Kurdistanê yên ne şer li dijî gerîlayên azadiyê êriş pêk tên.  Mîna êrişên yekem ên 26’ê tîrmeha 2021’an û ya duyemîn di 29’ê tebaxa 2021’an de, niha jî ya sêyemîn di 5’ê îlona 2022’yan de pêk hat.  Di van her sê êrişan de heta niha bi giştî 12 gerîlayên azadiyê şehîd bûne. Ev her sê bûyer jî li benda zelalkirin û lêkolîneke cidî ne.
Banga ronîkirina êrîşa Xelîfanê
Em banga HPG’ê ya ji bo ronîkirina bûyerê qebûl dikin û piştgirî didin, ku tê de tê gotin ku 3 gerîlayên ji tîma gerîlayan a li Geliyê Balîsanê ji aliyê balafirên keşfê ve hatiye kirin, şehîd bûne û 2 jê birîndar bûne.  Ji ber ku piştî êrişa balafirên keşfê, hêzên PDK’ê mudaxeleyî cihê bûyerê kirine û ji aliyê çavkaniyên herêmî ve jî hin dengên çekan hatine bihîstin.  Li gorî medyayê, tê gotin ku 2 gerîlayên birîndar ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û birine cihekî nediyar.  Her wiha daxwaza me ya sereke ew e ku bûyer bê ronîkirin û gerîlayên birîndar ên hatine destgîrkirin jî radestî yekîneyên wan bên kirin.
Êrîş bi hev re dikarin bên ronîkirin
Xuyaye di her sê êrişan de jî agahî ji herêmê ji dijmin re hatine dayîn. Zelalkirina vê bûyerê erka serdestên herêmê, yên asayîş û pêşmergeyên PDK’ê ye. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk encax bi têkoşîna hevpar û hevgirtina hemû hêzên Kurdistanî dikare were pûçkirin.  Ev karekî neteweyî yê hevpar e. Tevî vê yekê em careke din diyar dikin ku em hemû derdorên ku agahî û alîkariyê didin dijmin şermezar dikin û banga bidawîkirina vê dikin.
Em weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê di wê baweriyê de ne ku divê ev bûyer bê lêkolînkirin û ronîkirin.  Her wiha bi lezgîn radestkirina her du gerîlayên birîndar ji bo yekîneyên wan, wê diyaloga navbera kurdan xurtir bike û polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk jî pûç bike.  Heke ev yek pêk neyê, wê zerarê bide destkeftiyên Kurdistanê û rê li ber polîtîkayên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta tirk a mêtînger li Kurdistanê veke.
Weke partî û saziyên Kurdistanî yên li jêr îmze kirine, banga me ji hemû gel û aliyên Kurdistanê re ew e ku li hemberî siyasetên dagirker û qirker ên dewleta tirk a mêtînger ên li ser Kurdistanê, bi ruhê yekitiya neteweyî, ji berjewendiyên neteweyî yên gelê kurdistanê berxwedanê bilind bikin.”
Sazî û partiyên ku daxuyanî îmze kirin ev in:
“Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgêra Goran, Kongreya Civakên  Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa(TJK-E), Partiya Şûî Kurdistan, Kongra Star, Partiya Zehmetkêşan, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê (P.D.K.S ), Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyeyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê (PÇDKS), Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El Partî), Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Tevgera Kawa, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Yakyatî Şoreşgêrî Kurdistan,  Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Platforma Horam, Platforma Zagros, Platform Yarsan, Yarî Kurd, Partiya Demokrat û Pe^s¸verû Ya Kurdî li Suriyeyê, Tevgera Çand û Hunera Kurd (Tevçand), Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V, Federesyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA), Navenda Mal û Komelê Êzdiyan (NAV YEK), Kurdische Zentrum Berlin, ( Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Enstîtûya Kurdî – Almanya, Enstîtûya Kurdî – Bruksel, Meclisa Şengal a Derveyî Welat (MŞD), Yekitiya Mamostayên Kurdistanê (YMK), Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê (YES), Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V., Dachverband der Êzidischen Frauenräte, Deutsch-kurdisches Forum (DKF) e.V  Dresden, Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Kurdistan human rights Association, Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî û Partiya Roj.”