18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 gundên Minbicê hatin bombebarankirin

Hat ragihandin ku dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê di saetên şevê de herî kêm 6 gundên Minbicê bombeberan kirine

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê saet 03.00’ê yê barbanga îro 6 gund topbaran kirin.

Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hate diyarkirin ku gundê Toxar û Derec ên bakur û rojhilatê Minbicê bi 26 guleyên hawn û obîsan, gundên Ereb Hesen, Cerad û Um Cilûd bi nêzî 20 guleyên hawn û obîsan û 5 bombeyên ronahiyê û gundê Ewn Dadat ê bakurê kantonê hatin topbarankirin.