22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan birîn

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 38 meh in tu agahî nayê girtin, 6 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re lê hat birîn. Parêzer wê serî li AYM'ê bidin

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdştuba vi parêzeran re hat birîn.

Li gorî nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê  Îbrahîm Irmak Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3’yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzer der barê sedema ceza de tu agahî bi dest nexistin.

Îtirazên der barê biryara navborî de hatin redkirin. Parêzer, piştî biryara qedexekirinê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Bi vê biryara dawî re, di 8 salên de wî de herî kêm 13 caran biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Bi heman biryaran hevdîtinên bi malbatê re jît ên astengkirin.