9 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 mehên din li 30 sal an zêde kirin

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê 6 mehên din li girtina Şakîr Akkûrt ê 30 sal in girtiye zêde kir.

Şakîr Akkûrt (53) piştî ku di sala 1994’an de li bajaroka Awiskê ya girêdayî navçeya Qûbîn a Êlihê hate binçavkirin, hate girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) li Akkurt cezayê hefsê yê muebedê birî.

Akkûrt ê niha li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, di 24’ê nîsanê de cezayê lê hatiye birîn temam kir. Lê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê 6 meh cezayê din li Akkûrt birî û girtina wî 6 mehên din dirêj kir. Lijneya Çavderiyê bi hinceta Akkûrt “poşmantî” qebûl nekiriye,  ew bernedane.

‘Em vê zilmê qebûl nakin’

Xwişka Akkûrt, Şukran Akkûrt (55) a li Êlihê dijî û di heman demê de Dayika Aştiyê ye bi gotina “ez vê zilmê qebûl nakim” bertek nîşan da. Akkûrt a bang li Wezareta Dadê kir, wiha domand: “Êdî bes e. Çima berdana girtiyekî ku cezayê 30 salan ê li hatiye birîn xelas kiriye, tê taloqkirin. Berdana hin kesan 3 mehan ya hin kesan 6 mehan ya hin kesan salekê tê taloqkirin. Ji bo ku kurd in hûn ji her tiştî mehrûm dihêlin. Kurdbûna wan tenê tê re dike ku ew weke dijmin bibînin. Înfaza wan neşewitînin.”

Akkûrt, îşaret bi çalakiyên li girtîgehan dewam dikin kir û ev tişt gotin: “Girtî bi telefonan naaxivin û dernakevin hevdîtinan. Malbat ji wan tu agahiyan nagirin. CPT hate Tirkiyeyê lê tu encam derneket. Em dixwazin encamekê bigirin û bêyî ku dereng bimînin têkildarî rewşa girtiyan li benda çareseriyekê ne.”

Akkûrt herî dawî ev bang li malbatên girtiyan kir: “Zêdetirî du mehan e, ji zarokên xwe, xwişk û birayên xwe tu agahiyan nagirin. Werin em bi hev re li qadan dengê xwe ragihînin. Em bi hev re li çareyekê bigerin.”

ÇAVKANÎ: MA