4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 sal in Efrînê talan û wêran dikin

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên Efrînê dagirkirine 6 sal in talan û wêran dikin, mirovan qetil dikin û wiha got: “Waliyê Hatayê her roj derbasî Efrînê dibe û xwe berpirsiyarê Efrînê dibîne. Demografiya Efrînê diguherînin.”

Li Efrînê ku ji 18’ê adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye revandin û qetilkirina mirovan û destdirêjî her diçe zêdetir dibe.  Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka sala 2018’an heya niha bi giştî 463 kes hatine kuştin, 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 142 destdirêjî hatin kirin. Bi taybetî jinên temenbiçûk bi darê zorê û di bin gefan de hatin zewicandin û radestî komên çeteyan hatin kirin. Zarokên keç hatin revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye ji malbatên wan hatin xwestin. Bi sedan jinên kurd li pêşiya çavên malbat û zarokên wan hatin revandin. Parêzer û parazvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo der barê rewşa Efrînê de pirsên rojnameya me bersivandin.

Piştî Efrînê dagir kirin guhertinek çawa pêk hat û li wir çi bû?

Herêma Efrînê herêmek kurdî û serbixwe ye. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin rêjeya nifusê ji sedî 95-98 kurd bûn. Ji sedî 2-5 ereb bûn. Efrîn bi zeytûnên xwe tê naskirin. Bi çandinî û cotkariyê pir dewlemend bû. Piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011’an de pêş ket, gelek welatiyên Sûriyeyê berê xwe dan Efrînê. Efrîn di aliyê çandinî, bazirganî û xwezayê de pêşketî bû. Piştî damezirandina Rêveberiya Xweser 2014’an li Efrînê rewş gelek aram û baş bû. Gelê Sûriyeyê berê xwe da Efrînê û nêzî 500 hezar kes li Efrînê dijiya. Berê nifûsa Efrînê sed hezar bû. Lê piştre nêzî çar sed hezar penaberên ereb hatin li Efrînê bi cih bûn. Rêveberiya xweser cara yekem li Efrînê Zanîngeha Kurdî vekir. Perwerdehiya bi zimanê dayikê hat dayîn. Li gel kurdî bi zimanên erebî jî perwerde hat dayîn. Ji ber ku welatiyên ereb jî li vir dijiyan. Dîroka Efrînê ji nû ve ava bû. Kanota Efrînê êdî bi nasnameya  kurdî û xweser hat naskirin. Bi jiyana civakî û xwezayî bû cihekî aramî, aştî û jiyanek hevpar. Di navbera kurd û ereban de tu pirsgirêk pêş neketin. Li Sûriyeyê piştî şerê 2011’an bajarê herî aram Efrîn bû. Lê piştî 2018’an dewleta tirk aramiya Efrînê dît, pêşketina civakî, aborî û siyasî dît, dest bi dagirkeriyê kir. Nexwest wekî bajarekî aram û bajarekî kurdî bê naskirin û pêş bikeve. Bi navê ewlehî û parastina sînor li dijî Efrînê dest bi êrîşan kir. Gef li herêma Efrînê xwarin. Beriya 2017’an û piştre çeteyên bi navê Cepetul El Nusra, Tahir El Şam, DAIŞ êrîşî Efrînê kirin. Lê Tirkiyeyê dît ku tenê bi destê çeteyan nikare Efrînê dagir bike. Dewleta tirk, di 20’ê çileya 2018’an bi hemû hêza xwe, li dijî Efrînê dest bi êrîşek hovane kir. Li gorî xwe xwest “herêmek aram” ava bike. Xwest gelê Sûriyeyê li vir bi cih bike. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan digot; “Rêjeya  kurdan li Efrînê ji sedî 35 in. Lê wê demê rêjeya me kurdan ji sedî 95 bû. Erdogan digot; ‘Em ê xelkê resen vegerînin cihê wan’ û peyama  guhertina demografiyayê da. Erdogan dixwest xelkê tirkmen û ereb li Efrînê bi cih bike. Piştî Tirkiye dest bi êrîşan kir, 58 rojan şer li Efrînê berdewam kir. Piştî şerê 58 rojan li ser axa  Efrînê, herêma Efrînê ket kontrola Tirkiyeyê. Êdî ezmanên Efrînê reş bû. Hêzên tundiyê bi cilên xwe yên reş dest bi talankirin û wêrankirinê kirin. Piştî erdheja 2023’an ku hin welatî derbasî Efrînê bûn, dîtin ku êdî Efrîna berê ya aram û wekî bihiştê çûye, li şûna wê Efrînek din hatiye. Rengê wê reş û jiyana wê reş e. Mirovên ku çûn Efrînê xwe wekî li bajarê Afganistanê dîtin. Kesên cilên reş û gelabiyên kin ku dişibiyan yên afganan hebûn. Dîtin ku hêzên tundiyê û çeteyan li Efrînê dijîn. Dîtin ku li Efrînê xelkê ereb, tirkmen û çeteyên tundrew bi cih bûne. Ji roja şer dest pê kir heta 18’ê adara 2018’an guhertina demografîk dest pê kir. Piştî dagirkirina Efrînê nêzî 300 hezar welatiyên kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Li hemberî vê yekê nêzî 400 hezar tirkmen û ereb anîn li Efrînê bi cih kirin.

Kesên ji derve hatin kî ne, çi ne, ji ku hatin çima û çawa hatin? Demokrafiyek çawa hat avakirin?

Li şûna şêniyên kurd û ereb, nêzî 400 hezar kesên tirkmen û ereb bi cih kirin. Bêtir kesên ereb, ji herêma Sûriyê anîn li vir bi cih kirin. Kesên ku bi rejîma  Sûriyeyê re şer dikirin, piştî Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriye bi peymanekê li hev kirin, Xudayî teslîmî rejîma Sûriyeyê kirin û Efrîn jî radestî Tirkiyeyê kirin. Şêniyên Xuda, Hema, Hems û bajarên Sûriyeyê anîn li Efrînê bi cih kirin. Di nava van kesan de 500 malbatên filistînî yên li Sûriye dijiyan jî anîn li Efrînê bi cih kirin. Piştî demografiya Efrînê guhertin, dest bi qirkirina zimanê kurdî û çanda herêmê kirin. Li şûna zimanê kurdî zimanê erebî û tirkî pêş xistin. Dest bi perwerdehiya  zimanê tirkî û erebî kirin. Li hemû saziyên fermî, dikan, dibistan û cihên perwerdehiyê nivîsên kurdî rakirin û li şûna wan nivîsên tirkî û erebî nivîsandin. Zimanê kurdî kirin zimanê dawî. Perwerdeya li dibistanan bi zimanê erebî û tirkî ye. Hefteyê du saetan dersên zimanê kurdî tên dayîn. Ew jî ne mecbûrî ye. Dersên bijarte ne. Zimanê sereke tirkî û erebî ye.  Di destpêkê de nêzî 400 ereb û tirk derbasî Efrînê kirin. Lê heta dawiya 2023’an, zêdetirî 640 hezar ereb li vir bi cih kirine. Hejmara kurdên li vir dijîn jî nêzî 150 hezar in. Rêjeya kurdan niha daketiye ji sedî 23’yan. Niha rêjeya ereb û tirkmenan jî ji sedî 75 e. Tirkiyeyê ji bo kesên ji derve hatin cih û war ava kirin. Nêzî 40 kamp ava kirin. Li navçeyên Şêrewa, Cindirês, Şîê ji bo tirkmen û ereban kamp ava kirin. Goristanê şehîdan xera kirin û li ser wan kamp ava kirin. Sûka sewalan li ser goristana şehîdan ava kirin.

 Niha Efrîn bi kê ve girêdayî ye?

Niha Efrîn bi Tirkiyeyê ve girêdane.  Di navbera Efrîn û Tirkiyeyê de korîdorek ava kirin. Korîdora gundê Hemamê yê Cindirêsê Efrinê bi Tirkiyeyê ve girêdide. Waliyê Hatayê her roj derbasî Efrînê dibe û xwe ji Efrînê berpirsiyar dibîne. Qesra Efrînê ya kevn bikar tîne. Hemû rayedarên Tirkiyeyê yên îstîxbarat, rêveberiyê û ewlehiyê her roj derbasî Efrînê dibin. Her tiştê li Efrînê ketiye destê Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê binpêkirin li Efrînê zêde bûye.

Di 6 salan de li Efrînê binpêkirinek çawa pêş ket?

Efrîn piştî 6 salan êdî bi her awayî hat guhertin. Dema mirov lê dinere êdî ne herêmek kurdî ye. Efrîn cihê wê reş e. Êdî alên tirk li Efrîne li ba dibin. Efrîn kirine tirk. Tirkiyeyê niha herêmên Bab, Cereblûs û Ezaz jî dagir kirine. Lê binpêkirinên ku li Efrînê pêş dikevin ji her derê cudatir e. Armanca dagirkirina Efrînê pir cuda û esasî bû. Tirkiyeyê ji ber nasnameya neteweyî ya Efrînê kurdî bû, dagir kir û demografiya wê guhert. Xwest tola xwe ji kurdan hilîne. Çawa ku îro demografiya Kerkuk û Mûsilê kirin ereb, îro li Efrînê jî wisa dikin. Hem dixwazin bikin tirk û hem jî xwezaya wê talan dikin.

Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya xwezaya Efrînê çawa ye?

Komên çeteyan bi çavdêriya Tirkiyeyê xwezaya Efrînê talan û wêran dike. Nêzî 500 hezar darên zeytûnan birîn. Nêzî 15-20 hezar dar şewitandin. 15 hezar darên temenê wan 100 sal ji kokê ve rakirin. Nêzî 33 hezar hektar erdê daristanê bû. Nêzî 12 hezar hektar şewitandin. Daristanê talan dikin. Dibirin û êzîngên wan difiroşin. Talankirina xwezayê û daristanê bi destê Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê pêk tê.

Li Efrînê mafên mirovan çiqas tê parastin?

Tirkiye her roj li Efrînê mafên mirovan binpê dike. Ji kal û pîran heta zarokan welatiyên efrînî mafên wan tên binpêkirin. Tirkiye li Efrînê mafên mirovan binpê dike. Hêzên çekdar li pêş Tirkiyeyê dest dirêjî mirovan kirin û sûcê mirovahiyê kirin. Li Efrînê binpêkirina mafên mirovan pir zêde ye. Li Efrînê mafên mirovan nemaye. Rewşa welatiyên Efrînê pir zahmet e.

Kesên tên revandin aqûbeta wan çi ye? Çiqas kes hatin qetilkirin. Kê wan qetil kir?

Di 6 salên dawî de zêdeyî 10 hezar welatiyên Efrînê hatine girtin. Nêzî 600 kes hatine qetilkirin. Zêdetirî 700 welatî birîndar bûne. Zêdeyî 200 jin û 300 zarok hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin. Welatiyê Efrînê tenê ji bo bibêje ez kurd im û li zimanê xwe xwedî derkeve sûc tê dîtin. Kurdbûna efrîniyekî dibe sedem bê girtin, revandin û îşkence lê bê kirin. Bacê li wan ferz dikin. Yên daxwazên çeteyan pêk nînin carna tên kuştin. Dibêjin kesên kurd girêdayî Rêveberiya Xweser in û jiyanê li wan zor û zahmet dikin. Mal û milken wan talan dikin. Kesên tên berdan ji ber pereyên pir zêde didin tên berdan. Li hemberî berdanê 5-10 hezar dolar, hin caran 100 hezar dolar distînin û wan berdidin. Mal û milken sivîlan desteser dikin. Talan û wêran dikin. Kesên girêdayî rêveberiya xweser mal û milkê wan talan û wêran dikin. Hem digirin û hem jî malên wan talan dikin. Malên wan didizin. Kesên talan û wêran dikin nayên darizandin. Dadgehên wan alîgirên Tirkiyeyê ne. Ne li pişt kurdan in. Bi dehan welatiyên Efrînê tên girtin û wan radestî Tirkiyeyê dikin. Li ser sînorê Tirkiyeyê zindanên çeteyan hene. Efrînî li wir tên girtin. Li wan mirovên girtî îşkence tê kirin. Xwarin û vexwarinê nadin girtiyan. Di şertên pir dijwar de girtî ne.

Saziyên mafên mirovan li dijî vê yekê çi dikin?

Saziyên mafên mirovan her sal têkildarî vê rewşê raporan amade dikin. Li Efrînê bi tu awayî mafên mirovan nayê parastin. Her sal li ser herêma dagirkirî û bi taybetî Herêma Efrînê raporan amade dikin. Tenê raporan amade dikin. Lê li dijî pratîkên pêş dikeven mafên mirovan naparêzin. Ji ber kesên sûc dikin nayên cezakirin, binpêkirin her diçe zêde dibe. Hem nayên cezakirin, hem Tirkiye sûcdaran li dijî kurdan tûj dike. Welatiyên herêmê wekî welatî nabîne û tundiya li dijî me wekî heq dibînin.

Wekî parazvanên mafên mirovan li dijî vê yekê hûn ê xebatek çawa bikin?

Ji bo vê yekê hem di qada siyasî û hem di qada dîplomasiyê de karên xurt û fireh tên xwestin. Divê saziyên mafên mirovan erka xwe baş pêk bînin. Her kesên ku divê ez kurd im û ji bo mafê xwe têdikoşim, divê rewşa Efrîn û Serêkaniyê li ber çavan bibine û li gorî wê karê siyasî, hiqûqî û civakî bike. Her roj em rastî zor û zahmetiyan tên. Em dibînin tu kes li kêleka me nînin. Rêveberiya xweser kar û xebatên dîplomasiyê li derve dike, lê ne li gorî tê xwestin. Divê baştir bê kirin. Li Amarîka û welatên din jî nûner hene. Lê divê kar û xebat baştir bê kirin. Rewşa Sûriyeyê siyasî ye. Heta ku rewşa Sûriyeyê çareser nebe dê çareserî pir zahmet be. Li Efrînê rewş her roj bêtir xerab dibe û welatiyên me bêtir zor û zahmetiyan dijîn.