7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

68 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayê girtin

Edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed roja 25’ê cotmehê ji rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bû ji hêla PDK’ê ve hat revandin û 68 roj in tu agahî jê nayên girtin.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de dema ji deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû ji hêla pêşmergeyên PDK’ê ve hat revandin. Ev 68 roj in agahî rojnameger Silêman Ehmed nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.