27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêcezahiştin tiryakê zêde dike

Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Huriye Hamîdî, der barê mijarê de ji rojnameya me  axivî û diyar kir ku bi qasî ku dişopînin hem bikaranîna tiryakê hem jî bikaranîna zarokan di tiryakê de zêde dibe

Li bakurê Kurdistanê, her ku diçe bikaranîna tiryakê zêde dibe. Di hêla derûnî û biyolojîk ve bandorteke giran li ciwan û zarokan dike. Her wiha bi tiryakê re ji ber polîtîkayên ku ji hêla desthilata AKP-MHP’ê ve tên meşandin di asteke bilind de fuhûş jî tê kirin. Gelek jin û ciwan dikevin vê defikê û bi salan şantaj li wan tê kirin.

Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Huriye Hamîdî, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî. Huriye Hamîdî, diyar kir ku bi qasî ku dişopînin hem bikaranîna tiryakê hem jî bikaranîna zarokan di tiryakê de zêde dibe û wiha got: “Di xala 58’emîn a Destûra Bingehîn de ji bo parastina zarok û ciwanan rêziknameyek heye. Di vê çarçoveyê de erka parastinê ya pêwîst li ser dewletê ferz dike. Her wiha peymana zarokan jî heye ku Tirkiye jî alîgirê wê ye. Li gorî peymanê dewlet neçar in ku zarokan ji tiryakê biparêzin. Lê em dibînin ku li dijî tiryakê têkoşîneke bi bandor nîne. Daneyên di vî warî de ne zelal in. Em nizanin çend zarok tiryakê bi kar tînin, rewş wan çawa ye, çend ji wan tên dermankirin. Ev agahî bi me re nayên parvekirin.”

Temenê bikaranîna tiryakê

Hamîdî, bi lêv kir ku jiyana civakî ji bo zarokan pir girîng e û ji ber vê yekê pir girîng e ku zarok arasteyî çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê bên kirin û divê dewlet bi saziyên sivîl ên li qadê dixebitin re hevkariyê bike. Hamîdî, da zanîn ku di meha îlonê de weke Baroya Amedê der barê bikaranîna tiryakê de raporek amade kirine û ev agahî dan: “Di raporê de temenê zarokên ku di sala 2020’an de tiryakê bi kar anîne di bin 12’an de bûne. Di sala 2021’an de ev temen daketiye 8’an. Tiştek wiha jî heye; di nav zarokên tiryakê bi kar tînin de yên dernakevin pêş û nabêjin ez bi kar tînin jî hene. Dema ku tê dermankirin jî nikare weke berê jiyana xwe bidomîne. Em ji saziyên sivîl hîn bûn ku tiryak niha li baxçeyên dibistanan û li kuçe û kolanan jî tê bikaranîn. Bi kurtasî li her qadê jiyanê tiryak tê firotin û bikaranîn. Li gel vê jî em dibînin ku li dijî tiryakê têkoşîneke nîne.”

Zarokan di fuhûşê de bikar tinin

Di berdewamê de Hamîdî, bal kişand ser bikaranîna zarokan a di fuhûşê de û der barê mijarê de e ev tişt anîn ziman: “Fuhûşa zarokan hem ji hêla sedem hem jî ji hêla encaman ve pir dişibe bikaranîna tiryakê. Em ji vê re dibêjin îstîsmara zayendî ya bazirganî ya zarokan. Ji ber ku di nava vê de îstîsmara zayendî, karê seksê, zewaca bi darê zorê ya di temenê biçûk de û tiştên bi vî rengî hene. Em dibînin ku zarokên ku têgihîştina wan a civakî yan jî şert û mercên aborî ne têrker in hem ji hêla mezinan hem jî ji hêla kesên ku bi hev re di nav têkiliyê de ne ve di vî sûcî de tên bikaranîn. Dîsa em dibînin ku dûrketina ji perwerdehiyê zarokan ber bi vê yekê ve dikişîne. Her sal ev yek zêde dibe û hewldanên pêşîlêgirtinê vê tunene. Lêkolînên di vî warî de têr nakirin.”

Hamîdî, destnîşan kir ku parastina rayedarên desthilatê û mekanîzmaya darazê rê li ber bêcezahiştina sûcdaran vedike û wiha bi dawî kir: “Ji ber bêcezahiştinê sûcdar bêtir sûc dikin. Divê malbat jî çavdêriya zarokan bikin. Ji ber ku dema mafê zarokan tên binpêkirin vê yekê di tevger û kirinên xwe de nîşan didin. Naxwazin bi malbatên xwe re têkiliyê deynin. Dema ku malbatên wan vê yekê fêm bikin dê ji bo wan sûdmend be ku bi zarokên xwe re bipeyîvin. Ger gumana wan hebe ku tiştekî hatiye serê zarokên wan dikarin ji bo piştgiriyê serî li nexweşxane, baro û saziyên sivîl bidin. Em ê xebat û têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin.”