17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8 ciwanên ku polîsan ew binçav kirin winda ne

Polîsan şevê din gelek tax û navenda sûka Geverê dorpêç kirin û 8 ciwan binçav kirin. Ji ciwanên ku polîsan ew binçav kirin agahî nayê girtin.

Polîsan di saetên şeva 31’ê tîrmehê de tevahiya rêyên sereke û yên navberê, taxên Cumhuriyet, Kişla, Orman û Kanî Hayder ên Geverê bi wesayîtên zirxî û yên sivîl girtin. Komên polîsan ên ji sê kesan pêk dihatin, bi navbera 10 metreyan dewriye avêtin û nasnameyê welatiyan kontrol kirin.

8 ciwanên li kolaneke Taxa Kişlayê diman, piştî lêpirsîna nasnameyê hatin binçavkirin. Piştî agahiya binçavkirinê, malbat û parêzer serî li yekîneyên polîsan dan. Hat zanîn ku ji malbatan re gotine: “Zarokên we li vir nînin. Heta niha tu welatiyên ji hêla yekîneyên me ve hatine binçavkirin û anîn vê derê tune ne.” Malbatên ku agahî ji zarokên xwe negirtin fikaredarin.