5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

800 hefte nin bang dikin: Em hestiyên xwe dixwazin

Malbatên windakiriyan li Amedê 800 hefte nin bang dikin û dibêjin “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em hestiyan û goran dixwazin.

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin berdewam kir.

Amed

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 800’î de çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” banga xwe berdewam kirin. Malbat 800 hefte nin li hev kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Ji bo çalakiya ku malbatên windakiriyan 15 sal in bê navber didomînin, malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê kom bûn, aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û faîlên kesên hatine qetilkirin pirsîn.

Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vasif Ozturk ê di 1’ê hezîrana 1994’an de li gundê Comar ê navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û bi helîkopterê birin û careke din agahî jê nehate girtin xwendin. Gelek sazî û dezgeh tev li çalakiya ku di hefteya 800’emîn de pêk hat bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û xwest ji kesên ku ev sûc e organîze kirine hesab were pirsîn û wiha got: “Ev kesên ku em wêneyên wan hildigirin di organizasyona dewletê de hatin kuştin. Me ev yek di dosyayên darizandinê de dîtin. Ji bo ku di rastiyê de hevrûbûnek çênebû ev doz hemû bi necezakirinê encam girtin. Em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.”

Xwişka Mehmet Tekdag û Alî Tekdag ên di bin çavan de hate windakirin Îffet Tekdag, di çalakiyê de anî ziman ku birayê wê bi salan e winda ye û got: “Goreke wî ku biçin ser jî nîne. Ez ê heta dawiyê li wan bigerim. Ez ê li hestiyên birayên xwe bigerim. Ez kengî di rêya Farqînê de biçim serê xwe di paceyê de derdixînim û dibêjim ‘Elî Elî birê min tu min dibînî lê ez te nabînim, serê xwe derxe li xwişka xwe mêzeke’. Dewlet dizane li ku ye. Lê cihê gorê nîşanî me nade. Em heqê xwe li dewletê helal nakin.”

Hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag jî anî ziman ku bi şûjin, ceyran û kuçikan îşkence li hevjînê wê hatibû kirin û got: “Elî 19 caran hate binçavkirin, cara 20’emîn de hate windakirin. Em cenazeyê xwe, hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min êtîm man. Îşkenceya min û zarokên xwe dîtin kesê nedîtin. Ez jî birim ser rêya Xana Axparê li newalekê, û pirsa ‘çima tu derdikevi televizyonan û pirsa Elî Tekdag dikî, em ê te jî bikujin û bişînin cem Elî Tekdag, Mihemed û Mistefa. Heta ku sax bin, heta ku cenaze û hestiyên xwe nebînin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Bila derxin holê, em hestiyên xwe gorên xwe dixwazin ka bi ku ve birin, derxin holê. Heta ku ez zarokên xwe sax bin em ê li pey doza xwe bin.”

Hevjîna Vasif Ozturk ê çîroka wî dê bê xwendin, Lahiya Ozturk jî wiha got: “Ji wê rojê ve em li hestiyên wî digerin. Heta ku sax bin em ê li pey hestiyên xwe bin. Em dixwazin goreke wî hebe. Em 30 sal in li pey doza xwe ne.”

Dû re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Ozturk xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Çalakiya 636’emîn a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê pêk hat. Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Egîtîm Sen, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar daxuyanî da û aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana 1994’an de li Êlihê hate windakirin pirsî û çîroka wî xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 Colemêrg

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Gever a Colemêrgê hatin bahev. Malbatên windakiriyan, endamên Baroya Colemêrgê, Dayikên Şemiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Geverê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne?” vekirin û wêneyên kesên bi awayekî kiryarên ne diyar hatin qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di hefteya 126’emîn a çalakiyê de bal kişandin ser çalakiya malbatên windakiriyan a li Amedê 800 hefte ne didomînin.

Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şenê daxuyanî da û diyar kir ku di nava sînorên welat de bi hezaran cînayetên kiryarên wan nediyar hatine kirin û got:  “Ji b ovan cînayetan tu gav nehatiye avêtin. Daxwazên dayikan ên lêborînxwestinê û li benda darizandina kujeran li pêşberî feraseteke dadgeriyê ya rasteqîn hewl hat dayîn bi rêbazên nehiqûqî bê taloqkirin û çavtirsandin. Lê belê yekane tişta ku dayikên me dixwest, hînbûna aqûbeta zarokên xwe bû. Em îro li vê meydanê ji bo dayikên me yên li benda diyarbûna çarenûsa zarokên xwe ne li kêleka hev disekinin. Dayik û bavên ku ji cihekî gorê re hesret hatine hiştin, em ên ku ji bo aqûbeta dayika xwe, bavê xwe li korîdorên edliyeyê li qadan bêyî rawestan diqîrin daxwaz dikin ku ev zilm demildest were bidawîkirin.”

Şen di daxuyaniya de çîroka Vasif Ozturk ê bavê 7 zarokan ku di sala 1994’an de hate binçavkirin û windakirin vegot.