10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

850 girtî jahrînî bûn

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê ragihand ku hefteya borî 850 girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketine.

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tên ragirtin, ragihandin ku hefteya borî ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Girtî Bager Sayak ê tiştên qewimîn bi rêya telefonê ji biraziyê xwe Ahmet Sayak re gotin, diyar kir ku piştî taştê gelek girtî bi jehrê ketine û ew rakirine beşa lezgîn. Ahmet Sayak, bi lêv kir ku heman rewş li girtîgehên din ên di nava kampusê de jî pêk hatiye.

Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Vekirî ya Sîncanê tên ragirtin jî ragihandin ku herî kêm 850 girtî bi jehrê ketine.

Di rojên derbas bûyî de li girtîgehên Sîlîvrî, Kirklarelî, Amed û Pinarhîsarê jî bi heman awayî girtî bi jehrê ketibûn.