22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhn li dagirkeran çikyaye

Zana Welat

Rêber Abdullah Ocalan ev 50’î sal in li hemberî pergala kapîtalîst li ber xwe dide. Wexta ku mirov li şert û mercên destpêka vê berxwedanê dinêre dibîne ku wê demê dest ji derfeteke biçûk berdin, ji bo afirandina derfetê jî derfet nehiştibûn. Ev berxwedan a ku di nava bêderfetiyê de hatibû destpêkirin niha bûye hêviya azadiya hemû gelan.
Îro gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi paradîgamaya neteweya demokratîk û azadiyê ya Rêber Ocalan li hemberî vê pergalê serî hildane. Wexta mirov şert û mercên heyî di ber çavan re derbas dike dibîne ku serîrakirina li hemberî vê pergalê jî bi tena serê xwe şoreşek e. Hêzên hegemon ji bo pêşiya azadiya gelan bigirin hemû derfetan pêşkêşî faşîzma AKP-MHP û hevkarê wan PDK’ê dikin. Îro şerê li Zap, Metîna, Avaşîn, Rojava û bakurê Kurdistanê tê meşandin li ser navê NATO’yê bi piştgiriya hêzên hegemon pêk tê. Heke hêzên hegemon saetekê jî piştgiriya xwe ji van dagirkeran bikişînin wê têk biçin. Ji ber vê yekê şerê ku tê meşandin şerê herî dijwar û yê herî dawî ye.

Wê dagirker û hevalên xwe têk biçin

Wexta ku hêzên dagirker û xwefiroşên wan bi hêviyeke mezin êrîş birin ser qadên gerîla û piştî ku di saetên ewilî de derbên giran ji gerîla xwarin hêviya wan cihê xwe ji têkçûnê re hişt. Ji derûniya wan bigirin heta hebûna wan ew niha ketine nava rewşeke xedar. Jixwe ew nikarin bi pêş de biçin, êdî ew nema dikarin paşde jî vekişin. Heta qirika xwe di çirava geliyên Zap, Metîna û Avaşîn de asê mane.
Di vî şerê dawî de em dibînin gerîlayên ku hêza xwe ji berxwedana Rêber Ocalan digirin her roj derbên giran li dagirkeran dixin. Bi vê berxwedana xwe bêhna dagirkeran û pergala kapîtalîst çikandine. Li çiyayên Kurdistanê û bi taybetî jî li cihên ku paradîgmaya Rêber Ocalan lê heye ji kapîtalîzmê û dagirkerên wê re rehetî tuneye. Êdî wekî berê nikarin li gor dilê xwe tevbigerin. Ew jî dizanin ku êdî berxwedêrên ku dikarin wan têk bibin hene.

Berxwedaneke dîrokî heye

Wexta mirov li berxwedana gerîla dinêre dibîne ku ew hêza xwe ji berxwedana Rêber Ocalan digirin. Hêza xwe ji xeta fedayî ya Zîlan ku di 30’ê hezîrana 1996’an de ku xwe di dil û mejiyê dijmin de teqand digire. Gerîla di xeta Zîlan de bûne fadayiyên Rêber Ocalan ku ev 24 sal in bi tena serê xwe di nava pençên kapîtalîzmê de li ber xwe dide. Bi vê berxwedana xwe derbên giran li pergalê dide. Heke îro pergal hatibe asta ruxandinê ev bi saya berxwedana Rêber Ocalan e. Ji ber vê yekê hemû hêzên hegemon ên ku neyariya hev dikin di komploya 15’ê Sibata 1999’an de bûn yek. Mînaka vê komployê heta niha li cîhanê tune ye û wisa xuyaye ku wê çênebe jî. Wexta mirov tenê di vî alî de jî lê binêre dibîne ku bê çiqasî ji Rêber Ocalan ditirsin. Yanî tê dîtin ku Ocalan tirs û xofeke çawa xistiye dilê wan. Çawa ku Ocalan û gerîla hêviya azadiyê bi gelan re çêkiriye, wê hertim tirs û xofê têxin dilê dagirkeran jî.
Di berxwedana gerîla de careke din îspat bû ku tu hêz nikare xwe li ber hêviya azadiyê bigire. Ji bo vê yekê divê her kes vê pirsê ji xwe bike. Heke ez bi rola xwe ya berxwedana dîrokî rabim wê emrê hêzên hegemon, dagirker û xwefiroşan kurt bibe û kêliyek beriya kêliyekê wê bi temamî têk biçin. Rojên xweş û geş biqasî geşbûna berxwedana dîrokî nêzî me ne.